Rojnameya Ronahî

Dojeh jî ji Te Xweştir e Ey Bindestî

Sîpan Şînda

Di olên semawî de dojeh weke cihê ku mirovên bê emiriya Xwidê kirîn, dizî, bêbextî, qetil, rahêlan, drew, fesadî, neqencî, ango cureyên gunehên giran kirîn di tê de têne cizakirin tê binavkirin. Li gorî baweriyan, dojeh cihê ku herî zêde nexweşe, mirov tu carî di têde nikare rihet bimîne. Her tim êşkence, lêdan, şewat û lêpirsîna hesabî heye. Kesên dikevine di dojehê de ji ber gunehên kirîn cizayê xwe li gorî binasên kirîn dikişînine. Dema cizayê wan xelas dibe ji wê derê derdikevine û piştî wê rihetî ye. Her çend cizayê wê giran be ji, lê belê di taliyê de ew gunehkar azadiya xwe bi dest dixine û ji wê êşkencê rizgar dibine.

Di dunyayê de ji dojehek heye ku ev dojeha li ser rûyê vî erdî mirov dijî ji dojeha ku Xwidayan ji gunehkarên xwe re çêkirîne gelekî dijwartir û xedartir e. Ev dojeh ji aliyê mirovan ve hatiye çêkirin û tu sûcdar bî ne sûcdar bî ferq nake, tê di wê dojehê de bi helê, bi teqê, bi şewitî, nexweş bikevî, zerekî bibî, dîn û har bibî lê tê her di wê dojehê de bimînî. Ew kesên tu kirîne di wê dojehê de, ne dîn, ne îman, ne wijdan, ne exlaq çi tişt bi wan re nîne. Li ser te ferzkirine ku heta tu saxî tu di wê dojehê de bî. Ev dojeh ji BINDESTÎ ye. Bindestî, ax derdê bê derman, birîna xedar, kula qalik nagire, her tim xwîn jê tê û weke çem û kaniyan her diherike.

Eve sed sal in welatê me hatiye parçekirin û em bindestin. Tu kes bi qasî Kurdan vî derdê bê derman, vê birîna xedar nizane. Tu kes weke birîndaran jana birîna wan nizane. Mirov çiqas li birîndaran feke û ew çîkên têne wan bibîne jî, çiqas dilê mirovî li ser wan bişewite jî, lê belê mirov nizane ew birîna wan çiqasê laşê wan têşîne, çiqasê agir bi kezeba wan dixe. Min dîtiye, ez dijîm û ez dizanime çiqas derdekî zor û giran e bindestî. Ew dojeha ku hinde behs dikine û dibêjine dijware, li ber te de gul û gulistan e ey bindestî. Tu weke kurmê ketî nava darekê de yî. Dema kurmek dikeve di nava darekê de û wê darê dimije, rayên wê diqetîne û welo ew dar di halê xwe de hêdî hêdî vedimire û hişk dibe. Bindestî ji kurmê ketî di nava dilê bindestan de ye. Ew mirovî nakuje, mirovî di halê xwe de dihelîne, di teqîne, êş û elemên herî giran bi mirovî peyda dike û mirovî welê di wî halî de dihêle. Tu çi xezebî ey bindestî! Tu ji kû peyda bûyî! Bizanibe ey birîna sedsalan, bizanibe tu çi dojehî. Bizanibe tu çi zilmî. Ez dizanime tu çi xezebî û tu çi bi serê mirovî tînî. Yên ku te nasnekine bila bêne rojekê bibine Kurd da ku bizanine ka tu çi dojehî. Lê wê her roj bê. Wê her roja te ji bê ey bindestî. Bila ez di dojehan de şev û roj bi şewitiyam lê bila navê te ne li ser min biya ey bindestî! Dibe ku tu nizanî, lê ez dizanime tu çiqasî zorî.