Rojnameya Ronahî

Şêniyên rojavayê Dêrazorê daxwaza cîhaza ventilator dikin

 

Şêniyên gundewarê rojavayê Dêrazorê xwestin ku cîhaza ventilator li Nexweşxaneya El Kesra bê peydakirin, da ku barên rêwîtiyê û lêçûnan li ser milê welatiyan sivik bibe. Her wiha xwestin ku beşa pitikan bê berfirehkirin.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Li Nexweşxaneya El Kesra ya li gundewarê rojavayê Dêrazorê cîhaza ventilator (hewakêşka singê) ya taybet bi pitikan, tune ye. Ji ber wê yekê şêniyên gundewarê rojavayê Dêrazorê neçar dibin ku zarokên xwe yên nexweş bibin nexweşxaneyên taybet ên bajarê Reqayê. Li kêleka lêçûna rêîwtiya ber bi Reqayê ve, lêçûna her şevekê li wan nexweşxaneyan digihêje 350 hezar lîreyên Sûriyê.

Li Nexweşxaneya Giştî ya El Kesra gelek beş hene. Beşa pitikan tê de ya sereke ye, lê tenê têra 8 zarokan dike. Lênerîna tenduristî ji bo pitikan bêpere ye.

Welatiyê bi navê Bender Salim ê ji rojavayê Dêrazorê, pesna kadroyê tendursitiyê yê taybet bi başa pitikan da û got: “Lênerîna tendursitî li beşa pitikan pir baş e. Lê divê cîhaza ventilator li hemû nexweşxaneyên Dêrazorê bê peydakirin.”

Salim daxuyand ku ji ber nebûna wî cîhazî li nexweşxaneyê, şênî neçar dibin ku berê xwe bidin nexweşxaneyên taybet ên bajarê Reqayê û got: “Lêçûna wan pir biha ye, digihêje 350 hezar lîreyên Sûriyê.”

Salim ji aliyên têkildar xwest ku beşa pitikan berfireh bikin da ku têra hejmareke zêdetir a zarokan bike.

Salim di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku carna ji gundewarê rojhilatê Dêrazorê jî xelk tê ku pêdiviya zarokên wan bi vî beşî heye, ji lew re alozî derdikeve.

Hemşîreyê nexweşxaneyê yê bi navê Hisên Elawî jî têkildarî mijarê wiha axivî: “Em xizmetên tendursitiyê pêşkêşî pitikên li wî beşî dikin, wekî derman, sîrom, xwarina pitikan. Her wiha bijîşkên pispor çavdêriya wan dikin.”

Elawî diyar kir ku pêdiviya nexweşxaneyê bi berfirehkirina beşa pitikan û zêdekirina cîhazan heye û got: “Hin caran zext çêdibe, ji ber wê jî em nikarin hemû rewşan pêşwazî bikin û em wan vediguhêzin bajarên din. Ev yek ji bo şêniyên gundewarê rojavayê Dêrazorê dibe sedema alozî û azaran.” ANHA