Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çavdêriyên destpêkê ji kongreya 14`emîn ya PDK`ê re

09/11/2022
in ROJEV
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Kongreya PDK ya 14`emîn, 4`ê Mijdar`ê destpêkir û 3 rojan berdewam kir. PDK`ê kongreya xwe li paytexta xwe Duhok`ê lidarxist. Weke tê zanîn Hewlêr bi tankên Saddam ji destê YNK`ê hatibû girtin. Ji ber vê yekê PDK`ê Hewlêr di wateya rastî de ya xwe nabîne. PDK kongreyên xwe ji ber ku nîzamî çênake şopandin û li bîra xwe de girtin zehmet dibe. Berê şer hebû, dikaribûn bêjin pirsgirêkên ewlekarî hene. Lê niha tiştek wiha nîne, Ev zêdetirî 10 salin ku kongre çênekirine. Li Kurdistan û li herêmê pir tişt hatin gûhertin, pêşketinên girîng çêbûn.

Di televizyonên wan de kongreyek dîtbarî me temaşe kir. Lê axaftin û derheqê cewher de me tiştek gûhdar nekir. Di nûçeyande hat gotin hin komîsyon rapor amade kirine. Lê derheqê cewherê van raporan de tiştek nehat gotin. Em nikarin bêjin me kongre bi hemû hûrgûliyê wî şopandiye. Lê bi qasî ku min şopand nîrxandineke pêşketinên li cîhanê û di herêmêde hene ez lê rast nehatim. Li ser paşrojê, vîzyon û plansaziyeke ya PDK jî me tiştek nebîhîst.

Weke tê zanîn artêşa Tirk li hember başûrê Kurdistan êrîşên giran yên leşkerî dimeşîne. Niha herêma Zap û Metîna di bin êrîşan de ne. Ji meha Nisan’ê ve heta niha tevgera balafirên şer û helîkopteran nesekiniye. Bi dehan navendên leşkerî hatine avakirin. Dixwazin dagirkerî firehtir bikin û bigîhîjin heta Qendîl. Bi dehan sivîl hatine qetilkirin. Daristan tên jêkirin, rê tên çêkirin, çiya dişewûtin. Hêjmarek zêde gûnd hatin valakirin. Derheqê van bûyeran de di kongreya PDK`ê de me peyvek nebîhîst. PDK`ê dîwarek bêdengî avakiriye. Dewleta Tirkan di înkar û tine hesibandin de pir xwedan tecrûbeye. Zêdetirî 20 mîlyon Kurd li Tirkiyê jîyan dikirin û dewleta Tirk digot her kes Tirkin, Kurd tine ne. wiha tê fêm kirin ku PDK`ê ji dostên xwe yê faşîst perwerdeyê xwe baş girtiye.

Nizanim, di kongreya PDK`ê de li ser Rojava kesî tiştek bîhîst, me nebîhîst. Li Rojava herêmên pir girîng weke Efrîn û Serêkaniyê di bin dagirkeriyê de ne. ENKS`ê ya ku PDK`ê wê li ser piyan digre jî, di nava îtîlafa ku ji van çeteyên dagirker pêkhatiye, cîh digre.  PDK`ê heta niha daxwuyaniyek ku ew herêm ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin nedaye. Nikare dagirkerî weke dagirkerî pênase bike. Bi gelê Rojava re di nava hevkariyê de nîne. Berovajî vê bi hûkûmeta Erdogan û Baxçelî re peymanên wê hene. Bû çend meh gelê Rojhilat li ser piyan e, bi taybet qîrînên azadiyê yên jinên Rojhilat gîhîşte hemû cîhanê. Li Başûr hejandinek yan bandorek hate hîskirin gelo? Ev pirs girînge. Diyare ku PDK`ê bandor nekiriye û di nava hevkariyek de nîne, ev eşkereye. Di kongrê de li ser van mijaran jî me tiştek nebîhîst.

Kongreya PDK`ê li beşên din yên Kurdistanê jî bal nekişand. Kenalên Rûdaw û K24 çend kes derxistin, xwastin bidin diyarkirin ku baldariyek heye, lê vala derket.  Projeyên paşrojê û bernameyên ku azadî û demokrasî têde hebe, bal dikşîne. Mesûd Barzanî jî têde nîrxandineke cîdî nekiriye û tu kesî ji me nebîhîst. Di ragihandinê de li ser nerîn û bernameyan nîqaş çêdibin. Lê Rûdaw û K24 herdû jî hewl dan ku nekevin van mijaran de.

Partiyek îddîa dike ku ji 1946`de hatiye avakirin, ma wiha dibe? Serokê partiyê careke din Mesûd Barzanî, alîkarê wî jî careke din Neçîrvan û Mesrûr Barzanî ne. Ev çawa partiye? Rêxistineke ku ji bo desthilata malbatek li ser piyan bigre kar dike, nabe partî. Di PDK`ê de ew kasî mirov hene, vana salên dirêj erkên girîng pêkhanîne. Malbata Barzanî çima baweriya wan bi endamên din ya PDK`ê nayê. Çima rêveberiyê jor timî yek ji malbata Barzanî tê bi cîh kirin. Endamên din ya PDK`ê netêgîhîştîne an nelayiqin?

Mixabin, ragihandina Kurd û raya gîştî di PDK`ê de hebûna jin û rolê jinê nîqaş nake. Di serî de ji malbata Barzanî divê dest pê bikin. Jinên vê malbatê xwastekên wan ya azadiyê nînin gelo? Civakbûyîna wan û xwastekê wan yê leystina rola xwe di civakêde, nemaye gelo? Di vê malbatê de aqil û berpirsiyarî tenê li cem zilaman heye?

Ji aliyê din ve kongre di wateya rastî de bû kongreya zilaman. Qaşo digotin em ê kota ya jin zêde bikin lê, li holê jin nebû. Kamîra tenê ji bo zilamên Barzaniyan kar kir.Me li merasîmeke ya zilamên desthilatdar û dewlemend temaşe kir. Di vê serdemê de ev zihniyet, tiştek ecêbe! Di tevayî kongireyê de me li desthilatdariya zilam û teyîsandinê temaşe kir.

Bi şeklê derve de PDK`ê dixwaze terzê siyaseta ewropî bimeşîne û hewl dide wî teqlîd bike. Yanî zihniyetek desthilatdariya birjiwaz û tarzê wî yê rêveberî heye. Alîyê wî eşîretî û feodal jî li ser bê zêdekirin, tê dîtin ku heskirina terzê burjwaz û teqlîtcîtî heye. Şeklî jî bibe teyîsandina vê zihniyetê li kongre jî divê hebaya. Yanî hinek nerîn, nîqaş hebaya. Li ewropa kongre weke kongreya Barzaniyan cemidandî û weke merasimên bîat çênabe. Di wê salona kongrê de ji derveyî Barzaniyan kes tinebû. Çi nîqaşek û parvekirinek rol çênebû.

Wek encam PDK`ê tam layiqî Barzaniyan û xanedanan bi navê kongre pêşangehek dîtbarî pêşkêş kir. Gelê Kurd piştî ew qas tecrûbe û zanabûn û berdêl ne layiqî avahiyên wiha ye. Gelê Kurd gîhîştiye vê zanebûnê. Jin ê Kurd xwe bi tevayî cîhanê daye pejirandin. Baweriya me ewe ku Kurdistan hîn zêdetir azad be û pêşbikeve.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.