Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

` Bi Azadiya Rêber Apo wê faşîzim hilweşe`

09/11/2022
in ROJEV
A A
` Bi Azadiya Rêber Apo wê faşîzim hilweşe`
Share on FacebookShare on Twitter

Endama MeclIsa Zagonsaz a herêma Efrînê Mûşîra Mile Reşîd diyar kir ku dewlerta Tirk ya dagirker û hêzên navnetweyî dixwazin bi riya girankirina tecrîda li ser Rêber Apo, temênê desthilatdariya xwe dirêj bikin û got, azadiya Rêber Apo hilweşandina faşîzmê ye.

Zana Roj/ Şehba

Bi armanca têkbirina vîna gelên rojhilata navî, Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî dîl hat girtin û ji aliyê hêzên komploger ve radestî dewleta tirkî ya faşîst hat kirin. Rêber Apo ev 24 sal in di girava Îmraliyê de tê tecrîdkirin. Ev çend sal in dgîrkeriya tirkî nahêle parêzer û malbata Rêber Apo wî bibînin. Dewleta Tirk ya dagirker di kesayeta Rêber Apo de, têkbirina  hemû gelên azadîxwaz dike armanc. Li hemberî tecrîda girangirî, Rêber Apo ji bo azadiya gelê Kurd û gelên azadîxwaz yên cîhanê, berxwedan û têkoşîneke bê hempa dide meşandin û planên hêzên hegemon têk dibe.

Derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan û armanca dewleta Tirk ya dagirker ji tecrîdê Endama MecIsa Zagonsaz ya a herêma Efrînê Mûşîra Mile Reşîd ji rojnameya me re axivî.

`Rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî bi bêdengiya xwe dibin hevkarên dewleta Tirk`

Mûşîre diyar kir ku li Îmraliyê tevayiya zagon û pîvanên mafê mirovan tên binpêkirin û wiha got: “Ji 15 Sibata 1999` an de dema ku Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê hêzên navdewletî ve hatiye dîl girtin û radestî dewleta Tirk a dagirker bû ye Heta niha rêxistinên hiqûqî û yên xwedîderketina li mafê girtiyan, li hemberî kiryarên  ku dewleta Tirk li Îmralî dide meşandin, bêdengin.  Ev yek jî dide diyar kirin ku Komploya Navneteweyî hîn jî tên berdewam kirin û tevayiya rêxistinên navnetewyî hevkarê sûcên dewleta Tirk ya dagirker in. Di sala derbasbûyî de yekemîn car di perlamana dewletên Yekbûyî yê Ewropa de hat derbaskirin ku tiştekî şaşe ku mirov 20 û 25 salan di zîndanê de bimîne, lê di milê piratîk de tiştek nehat guhartin”.

`Divê CPT raporên xwe ji cîhanê re pêşkêş bike`

Mûşîra destnîşan kir ku cara dawî rêxistina CPT derbasî Îmaraliyê bû lê encamê hevdîtinê nedan pêşkêş kirin û wiha domand:  “Gelek rêxistinên hiquqî, parastina mafê girtiyan û lêkolîner hatine avakirin, lê di asta cîhanî de CPT tê naskirin, divê ku her car encama hevdîtinên xwe yên bi Rêber Ocalan re bide xuya kirin, lê mixabin di hevdîtina herî dawî de tu rapor ji aliyê wan ve nehat pêşkêş kirin. CPT ji bo meşrûiyeta xwe di cîhanê de hin caran derbasî Îmraliyê dibin, lê ev derbasbûnên li gor berjewendiyên xwe dike û bê encam dimînin. Em vê yekê şermezar dikin û divê raporên hevdîtinan bi awayekî fermî werin dayîn”.

`Her gotinek Rêbertî ji bo gelên azadîxwaz perspektîf e`

Mûşîra bal kişand ser metirsiyên dewleta Tirk ji hevdîtinên bi Rêber Ocalan re û wiha axftina xwe domand:  “Îmralî cihê çareseriya tavahî pirsgirêkên ku di Rojhilata Navîn de tên jiyan kirin, ji ber wê dewleta Tirk ya tirsonek di asta yekemîn de, ji hevdîtinên bi Rêbertî re ditirse, ji ber baş dizane her gotinek ji Rêber Ocalan ji bo gelê Kurd û tevayiya gelên azadîxwaz  perspektîv e. Dagirkeriya Tirk hêzên navneteweyî ji bo ku desthilatdariya xwe biparêzin û planên xwe yên qirêj yên li dijî vîna gelan dewam bikin, tecrîdê li ser Îmraliyê girantir dikin.”

`Azadiya Fîzîkî a Rêber Ocalan navanda tavahî xwbatên me ye`

Endama MeclIsa Zagonsaz a herêma Efrînê Mûşîre Mile Reşîd di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku ji bo azadiya Fîzîkî a Rêber Ocalan wê gelê kurd raneweste û axaftina xwe wiha qesdand: “Deweta Tirk a dagirker bi hedefgirtina pêşengan û êrîşkirina Herêmên Parastinê yên Medya, herwiha bi polîtîka ya xwe ya tecrîdê, wê nikaribe vîna gelê ku bi xwîna Şehîda mezin bûye û li ser fikrê Rêber Ocalan perwerde bûne têk bibe, wê tavahî xebatên me yên siyasî, dîplomasî û civakî li ser esasê azadiya fîzîkî a Rêber Ocalan werin meşandin”.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.