Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Piştî Iraqê, dora Sûriyê ye

06/11/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Li Ukrayna mijara şervanên bi pere
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Piştî hilbijartinan salekê li Iraqê, incex di nivê meha Cotmehê de, Serokkomar û Serokwezîr hatin erkdarkirin.

Di 17ê Cotmehê de, Berhem Salih, Serokkomarî radestî Dr.Letîf Reşîd kir. Wî jî M.Şiya Sûdanî, ji bo Serokwezîriyê peywirdar kir.

Gûman nîne ku xwedanê vê plan-projeyê DYEyê ye.

Hilbet ev encam ne li goreyî dilê Îranê ye û hêza Omer El Hekîmî ya ser bi Îranê ve, beşdarî rêveberiya niha ya Sûdanî nabe!

DYE jî, bi hêsanî ev encam bi dest nexist. Li dawîya gelek hewldanên tektîkî û leystokan, encex karibû bi serkeve.

Ji bo vê destkeftiya xwe berfirehtir bike û di plana xwe ya Rojhilata Navîn de destê xwe xurtir bike li himber Rûsya û Îranê, divê pirtir dest bavêje pirsgrêka Suriyeyê.

Bê gûman rêya serkeftinê jî, di Rojava re derbas dibe. Gelo dikarin li vir bi serkevin? Ka em bala xwe bidin rewşê!

Hilbet di stratejiya berê ya DYEyê de ti guhertin nayê dîtin. Her mîna berê ye; dixwaze Rêveberiya Xweser ya Rojava, ji rêya wê ya li ser felsefeya Rêber APO der bixe, bikişîne rêya xwefiroş ya MALBATA BERZANIYAN.

Jixwe nîşanên vê siyaset û niyeta malxerab zêdetir bûne:

Konferansek 2 rojan(1-2 Mijdar), bi navê `Iraqek Ji Bo Herkesî`  li Hewlêrê hate lidarxistin. Ji aliyê MERI (Enstitûya Lêkolînê ya Rojhilata Navîn a DYE) ve hat birêvebirin. Yek ji nûnerê wê R.Slim û nûnerê Wezareta Derve S.Bitne, armanca xwe ya li ser Rojhilata Navîn û Rola Hukumeta Herêma Başûr gelek zelal diyar dikin. Dibêjin; ’Êdî cîhan ji berê pirtir giringiyê dide Rojhilata Navîn’, ’Ji bo jiyana hevpar, hemû cîhan dikare ji Herêma Kurdistanê sûd bigre`, `Berjewendên DYE û Rojhilata Navîn bûne yek’, ’Armanca DYEyê, li gel Herêma Kurdan, avakirina hevkariyên piralî û kêrhatî ye’ û hwd.

  • Her wiha heman nûnerên DYEyê, xetera hevalbendiya Rûsya û Îranê jî nîşan didin.
  • Di 15-16ê Cotmehê de, bi pêşgentiya Zahibullah Mucahîdê nûnerê Talîbanên Efxanîstanê, li Amedê Konferansa Aliman lidar xistin. Bi giranî ji Hewlêrê, Bakur û Rojava jî, kesên di heman zihniyeta(DAIŞ) R.Erdogan-Taliban û Berzaniyan de li hev kombûn.
  • Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Ismail û Berpirsiyarê Leşkeriyê Balyozxaneya DYEyê li Bexdayê, Kolonel Evans hevdîtin pêkanîn.

Parêzgarê Nînewayê Necm El-Cuburî û hinek nûnerên Rêveberiya Sûdanî dibêjin, ’divê em ‘peymana 9ê Cotmeha 2020an’, bi lez bixin pratikê’.

Di heman rojan de, li gel van hewldanên li Iraqê û Başûr, li Sûriyeyê û Rojava jî, weke şaxê heman siyasetê birêve diçin.

Li Iraqê û Başûr; DYEyê, bi destê dewleta Tirk û PDKê, li Sûriyeyê û Rojava jî, bi destê dewleta Tirk, ENKS(Dûvîkê PDKê) û Elnusra, vî karê xwînrêj dide meşandin.

Hilbet divê karê Rûsya û Îranê jî neyê jibîrkirin. Li her du herêman Îran çalak e, lê li Sûriye û Rojava, Rûsya û Îran bi hevre çalak in.

Li aliyê din, rêya 3an a hêza xwecih û xurt Tevgêra Azadiya Kurdistanê ye. Heta nuha dijberiyek hevpar hebû, lê êdî ew eniya xerabkar a hegemonîst jî parçe dibe. Lê divê xemsarî çênebe, berovajî, xembarî û amadekarî xurtir bibe.

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.