Rojnameya Ronahî

`Ji ber dorpêçkirinê û êrişan çandiniyê zerarên mezin dîtin`

Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya herêma Efrîn û Şehbayê Besam Osman diyar kir ambargoya hikumeta Şamê û êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê, banoreke xerab li ser çandiniya herêmê dike û got, em hewil didin ku bi riya kopratîvan alîkariya gel bikin.

Zana Roj/ Şehba

Çandinî hêmana herî girîng û sereke ya ku dihêle civak pêwîstiyên xwe yên jiyanî bidest bixe, her wiha roleke sereke di pêşxistina aboriya civakî de jî dileyîze, lewra çanda çandiniyê li her aliyê cîhanê tê pêşxistin. Li herêmên bakur û rojhilatê Suriyê jî, yek ji xebatên sereke yên civakê çandiniye, lê ambargoya li ser herêmê  û rewşa ewlehî ya xerab, bandoreke neyênî  li ser pêşxistina çandiniyê dike.

Têkildarî rewşa çandiniyê li herêma Şehbayê hevserokê Komîteya Çandiniyê Ya herêma Efrîn û Şehba Besam Osman ji rojnameya me re axivî.

`Herêma Şehba bi çandiniyê tê naskirin`

Besam Osman da xuyakirin ku herêma Şehbayê bi zengînbûna çandiniya xwe tê naskirin û wiha got: “Herêma Şehbayê herî zêde di milê çandiniyê de navdar e, tavahî gelê ku ji kevin de li herêmê jiyan dikin, ji bo debara xwe ya jiyanî, herî zêde çandiniyê esas digrin. Bi gîştî rûberên erdên ku di herêmê de ji bo çandiniyê tê bikar anîn, 30 hezar hêktar e, çûreyên ku tên çandin jî; genim, ceh, nok, nîsikin. Herwiha di herêmê de rûberên erdên ku bi daran hatine çandin dighêje 500 hêktarî. Herî zêde darên fisteq û zeytûnan tên çandin.”

`Koparatîv ji bo gel hat birêxistin kirin`

Besam diyar kir ku wan pirojeya koparatîvê ji bo gel dane pêşxistin û wiha axaftina xwe domand: “Ji bo alîKariya gelê herêmê û gelê Efrînê di milê çandiniyê de, Komîteya Çandiniyê û Desteya Aborî, pirojeya koparatîv dan destpêkirin û ev piroje dikeve xizmeta gel de. Karê kopratîvê jî, belavkirina erdan û tovên çandiniyê ye. Herwiha belavkirina dermanên ji çandiniyê re pêwîst bi buhayê ku hatiye kirîn li ser gel. Nêzî 2 hezar hêktar ji erdê ji bo gel hatiye hilbijartin, vê yekê roleke mezin di pêşxistin û teşwîqkirina çandiniyê di nav gel de lîst.”

`Kiryarên dijmin nahêlin ku çandinî pêşbikeve`

Endama Komîteya Çandiniyê a Şehba û Efrîn Besam Osman destnîşan kir ku dorpêça li ser herêmê bi neyînî li ser hilbirîna çandiniyê bandor dike, herweha diyar kir ku zeviyên nêzî herêmên dagirkirî yên di bin kontrola çeteyên dewleta tirk de zirarên mezin dibînin û axaftina xwe wiha qedand: “Li kêleka ku bi awayekî domdar herêm rastî topbaranê tê, dorpêça ku ji aliyê hikumeta Şamê ve tê domandin dibe sedem ku me heyanî niha tovê çandiniyê li ser gel belav nekiriye, her wiha cotkaran mazota xwe wernergirtine, sedema wê jî tunebûna sotemeniyê, ev yek jî bi neyînî li ser hilbirîna salane ya gel dike, lê belê em hewldana derbaskirina vê yekê dikin”.

Hêjayî bîranînê ye ku her sal ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve zeviyên gel yên li ser sînor tên hedef girtin û şewtandin, vê salê di encama toparanên li ser gundên Şêrawa û Til Rifetê de, nêzî 100 hêktar ji zeviyan hatin şewtandin, herwiha ji ber hedefgirintina dagirkeriya Tirk û Çeteyên wê ji îotkaran re 3550 hêktar nehat çandin û 149 hezar darên zeytûnê nehatin çinîn.