Rojnameya Ronahî

Li Şûna Cografya Serê Hêzan Xistine Bin Guyotînê

Fener…

Idrîs Henan

Bi rojên havîna germ re, danûstandinên li ser Sûriyê jî gerimtir dibûn. Çendîn lihevkirinên li ber ekranan çêdibûn, nakokiyên bingehîn ên bi dirêjahiya aloziya vî welatî re mezin, qert û stûn kûrtir dibûn. Ango tişta li ser ekranan û tişta li ser maseyên odeyên reş dihatin gotin, ne wek hev bûn. Tenê pratîka li ser erdê encam diteyisandin.

Tevî helwestên pragmatîst ên aliyan, taybet aliyên koma bi navê Astana, û tevî parvekirina xalên belavbûna hêzê li ser xaka Sûriyê, lê hemû alî di rengê bidawîkirina lîstokê de ne hemfikir bûn. Vê yekê rêya bazarên parçekirinê li Sûriyê vekir. Ev gava han jî bi xwe re xêzên parçekirina vî welatî qalindtir kirin. Êdî ev welat li gorî berjewendiyan hate parvekirin û li gorî hewceya siyasî, leşkerî û aborî, pevguhertin, firotin û dabeşkirinên girêdayî niyetên destwerdanvanan rû dan.

Rûsya û Tirkiyê, tevî ku bi salan e li Sûriyê peymanan îmze dikin ku ji sala 2017`an û vir ve bi navê “herêmên kêm şer” li parêzgehên gundewarên Şamê, Humus, Deraa û Idlibê gelek pevguhertin çêkirine, lê dîsa jî her aliyek li gorî xwe wate dide wan lihevkirinan. Mînak; Rûsya weke lihevkirinên demkî ku li gorî konjoktoreke diyar, lê dinêre. Lê Tirkiyê wan itîfaqên xwe bi Rûsya re wisa nabîne, berevajî, demdirêj û bêdawî dibîne. Lew re; her aliyê mudexeleker hewce dîtiye ku rolên xwe di aloziya Sûriyê de, li gorî geşedan û pêşketina her helwestekê, ji nû ve birêxistin bike. Tam ji ber vê hewceyêye ku Tirkiyê nekarî rizamendiya Rûsya û Îranê ji bo oparasyoneke nû li ser xaka Sûriyê pêk bîne, wergirtiba. Ji ber vê sedemê berê xwe da sûqest û êrişên bi diron, fûze û obîsan.

Van hewcedariyên destwerdanê bandor li daxuyaniya aliyan kiriye ku hemû alî jî di nava kaosa windakirina serdestiyê de ne. lew re; bi şevpestên ku landika wan dihejîne re rû bi rû ne. Vê yek tesîr li siyaseta heyî jî kiriye ku hiştiye faşîstekî weke Erdogan ji nû ve berê xwe bide desthilata Şamê. Erdoganê heya duh digot Esad “terorîstekî ku milyonek mirov kuştiye”, îroj jî bibêje “di siyasetê de kîn tine ye”!

Ev yek baş diyar dike ka rejîma faşîst di çi rewşa dijatiya gelan de ye. Ji ber vê zihniyeta qirker, di pernsîba siyasî ya Tirk de, guhertina sîstemê na, lê belê lehvkirina bi rejîma Sûriyê re li ser bingeha tunekirina statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye.

Xuyaye realîte û rewşa defakto yên hatine cîbicîkirin, naveroka pratîzekirina lihevkirinên wan jî ji nav biriye. Çendîn ser têgihaştina pratîkî li hev nekiribin, li ser rêzkirina girîngiyan jî li hev nekirine. Bi gotinek din; Tirkiyê tunekirina projeya demokratîk li Sûriyê, di şexsê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de weke erk û gava yekemîn dibîne. Lê Rûsya ji bo ewlekariya bargehên xwe li sûriyê bixe bin gerantiyeke mayînde, Idlibê esas dibîne. Ancax konseptek wisa qirêj bi temanbûna pêdiviyan re pêkan be ku pêk were.

Geşedan û tevgerbûna vê dawiyê, diyar dikin ku her aliyek zemînê xwebirêxistineke nû ya paşeroja desthilatdariyê dixe bin gerantiyê amade dike. Liv û tevgera komên çete yên girêdayî dagirkeriya Tirk ku di nav de terorîstên Elqayîde (Elnusra) jî hene, gelek baş diyar dikin ku Tirkiyê bi palpişta azweriyên netewperest, hewl dide bi van çeteyan bazariyek nû bi Rûsya, Îran û rejîma Şamê re pêş bixe ku rêya êrişa li ser statuya Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê veke. Yanê li şûna cografya, serê hêzan dixin bi guyotînê.