Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Vîna gelan wê bi ser bikeve`

06/11/2022
in ROJEV
A A
`Vîna gelan wê bi ser bikeve`
Share on FacebookShare on Twitter

Şaho Gabar / Qamişlo

Rodîn Mihemed diyar kir ku hêzên desthilatdar yên Kurdistan dagir kirine, dixwazin di bin navê ol, ziman û netewê de gelê Kurd qir bikin û got, di dawiyê de vîna gelan wê bi ser bikeve.    

Bi qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî, li tevayiya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û gelek bajarên Îranê agirê serhildanê vêket û ev serhildan heta roja îro jî bi awayekî berfireh dewam dikin. Ev ne cara yekê ye ku serhildan li Rojhilatê kurdistan û Îranê vêdikevin, lê ev cara yekê ku serhildan bi pêşengiya jinan e û tevaiya civakê herikiye qadan. Rêjîma Îranê jî li hemberî xwepêşandanên gel xwe negirt û yekser dest bi  kuştin, şidet û binçavkirinê kir .

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê heta niha 277 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin ku 40 jê zarok in. Herwiha vê rêxistinê diyar kir ku dibe ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ji vê zêdetir be. Li gorî çalakvanan bi sedan xwepêşander  ji aliyê rêjîmê ve hatine binçavkirin û gelek rojnemevan jî hatine işkencekirin û girtin.

Derbarê dewamkirin û firehbûna serhildanên gel yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Rodîn Mihemed ji me re axivî.

Rodîn Mihemed diyar kir ku tevaiya rejîmên li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî dagirkerên çar parçeyên Kurdistanê, di desthilatdariya xwe de ya li ser gelên herêmê şîdet, zulm û zordariyê dikin û wiha got: “Hêzên dagirker yên ku li ser Kurdistanê desthiltdarin di bin navê  ol, mezheb, neteweyiê de, zulmeke mezin li Kurdan dikin. Ev desthilatdar bûne sedema kombûna nakokiyan li herêmê. Ji ber kiriyarên wan jî şoreş û serhildan dest pê dikin. Gelê kurd bi dewamî li dijî zilim  û neheqiyê dengê xwe bilind dike û ji gelên herêmê yên azadîxwaz re dibe pêşeng.”

`Hevgirtina jinên Îranê hêza jinan xurttir kir`

Rodîn Mihemed da zanîn ku seerhildanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi pêşengiya jina Kurd li her çar perçeyên cîhanê deng veda û wiha domand: “Serhildanên  ku niha li Rojhilatê Kurdistan û Îran ku bi hêz dewam dikin, bi saya jina kurd vêket. Bi kuştina keça Kurd Jina Emînî li ser destê polîsên Îranê, bi hinceta ku şerpeya wê ne li gorî pîvanên wan yên olî ne, gelê Kurd li bajarên Rojhilatê Kurdistanê dest bi xwepêşandana kir û xwepêşandan veguherîn serhildan û li tevayiya bajarên Îranê belav bûn. Hevgirtina jinên ji hemû pêkhateyên Îranê bi van xwepêşandanan re rola jinê ya pêşengitya civakê eşkere kir. Xwepêşandanên jinên cîhanê yên ji bo piştgiriya jinên Îranê, tenê em dikarin jê re bibêjin şoreşa jinan.”

Rodîn Mihemed da xuyakirin ku kiriyarên rêjîma Îranê yên li dijî xwepêşandanan, zihniyeta rêjîmê ya desthiltdar û baviksar eşkere dike û wiha got: “Careke din Rêjîma Îranê zihniyaeta xwe ya desthildar  dide pêş û li dijî xwepêşanderan  zext û zordariyê dike. Ew dixwaze xwepêşandanên ku banga aştî û demokrasiyê dikin, bi çi rêbazî be bide sekinandin. Heta gihişte astekê ku girtîgehên ku girtiyên wê li dijî kiriyarên rêjîmê serî rakirin, bişewitîne. Rêjîm ji bo bêdengkirina kesên ku banga demokrasiyê dikin, her tiştî dike.”

`Di dawiyê de wê vîna gelan bi ser bikeve`

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Rodîn Mihemed  da xuyakirin ku şoreşa jin li Rûjhilatê Kurdistan û Îranê  gihiştiye qonaxeke nû û axaftina xwe wiha qedand: “Em di wê baweriyê de ne ku rejîm wê nikaribe bi rêbazên zordar, zext û kuştinê serhildanên gel bide sekinandin. Hemû gelên li Îranê , herwiha  ciwan, rewşenbîr û xwendekar jî bi girseyî tevlî serhildanan dibin. Rêjîm wê nikaribe milyonan mirovên bikuje û binçav bike. Divê kesên demokras û azadî xwez yên cîhanê, herwiha tevgerên şoreşger jî li kêleka gelên azadîxwaz  yên îranê bisekinin. Vîna gelan e ku wê di dawiyê de bi yekîtî û kombûna li dora şoreşê bi ser bikeve.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.