Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

1`ê Mijdar`ê roja Kobanê ya cîhanê

02/11/2022
in ROJEV
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

1`ê Mijdar`ê roja Kobanê ya cîhanê tê pîrozkirin. DAÎŞ bi hêzeke mezin êrîşê Kobanê kiribû. Bi çek û tankên ji artêşa Sûrî bi dest xistibûn, êrîş kiribû. Kobanê ji bo êrîşeke wiha amade nebû. Lê, YPG û hêzên şoreşger bi derfetên kêm, bê ku guman bikin biryara berxwedanê dan. Di vê demê de DAİŞ’ê Rojhilata Navîn kiribû agir. Artêşa Iraq`ê jî Musil berdabû, DAİŞ li Musil xwe gîhand hêzeke mezin ya mirov û ya çekan. DYA û dewletên mezin û her wiha hêzên herêmî, nedîzanîn ka çi bikin. Ew vîna ku hêza leşkerê xwe bişînin şer, nîn bû. Li hember vê tirs û xofa cîhanê, bi derfetên sînordar Kurd li dijî DAİŞ’ê berxwedan; qedera herêm û şer dîyar kirin. Berxwedanê Kurdan ya bêhempa û sekna wan ya hember hêzên tarî, di tevayî cîhanêde deng veda, hêvî û hevkariyek derxist holê. Ji bo Kobané nekeve, li tevayî cîhanê de çalakî û meş hatin li darxistin. Ji bo hevkarî bê mezinkirin û berxwedan binnekeve 1`ê Mijdar`ê weke roja 2Kobanê ya Cîhanê’ hat ragihandin.

Artêşa Hitler şerê cîhanê yê 2’yemîn de êrîşê yekîtiya Sovyet kiribûn, gîhîştibûn heta Moskov. Bajarên weke Stalingrad Dorawan hatibûn girtin. Lê gelên Sovyet û pêşengê wan, hember faşîzma Alman şerekî ku bi salan bidome meşandin. Artêşa Almanan li hember Stalingrad, şikestin. Ev tişt rê vekir ku faşîzm serberjêr here. Qedera şer hat gûhertin. Artêşa Sovyet bera dagirkerên Alman dan heta Berlin’ê. Sovyet barê şer girt ser milê xwe û windayiyên mezin da. Tevlîbûna şer ya DYA û îttîfaqa wê, wekî bûyera Kobanê, piştî ku Sovyet herikîna şer gûhert, çêbû.

Pir kesan Kobanê şibandin Stalingrad. Piştî ku DAİŞ li Kobané şikest, daketina wî ya serberjêr destpêkir. DYA û hêzên hevpeyman ketin dewrê û DAİŞ ji Rakka, herî dawî jî hetta Baxoz bera wî dan û hat binxistin. Gelek aliyan dereng fêm kir ka belaya DAIŞ’ê çawa ye. Dewletên mezin jî di navde, gelek alî bir dereng ketin nava tevgerê. Dema xeterî fêm kirin jî ne dizanîn çi bikin. DYA û dewletên awropî, şereke bejayî negirtin ber çav. Artêşê ereban jî belav dibûn. Artêşên ereban di serîde Sûrîye û Iraq tê ew jî belav bûn. Berxwedana Kobané, ketina dewrê ya Kurdan herikîna bûyeran gûhert. Bi pêşengiya Kurdan Rojhilata Navîn û cîhan, ji  DAİŞ’ê xelas bûn. Kurd bûn hêzeke pêşengên şer ya cîhanî. Berxwedana Kurdan, vîna  wan ya xurt, ji bo hêzên weke DYA dem da kezenckirin. Ji wana re derfet çêkir ku xwe komîserhev bikin û biryaran bigrin.

Berxwedan û serkeftina Kobanê nebaye, wê li Rojhilata Navîn rewş pir cûda biba. Lê, kê berê DAİŞ’ê da Kurdan û Kobané? Tirkîyê, ji bo Kurd bên pelçiqandin di her merheleyêde alîkarî da DAİŞ û sînorê xwe ji wan re vekir. Yê ku bin re jî alîkarî didan, yê ji wan ditirsiyan jî pirbûn. Kurd nebane kesê nedikarî DAİŞ’ê bisekinîne. Bingeheke Kurdan ya pir xurt ya bîrdozî û rêxistinî heye. Rêber Apo ji bo Kobané banga seferberiyê kir. Li her derê, gelê Kurd rabun ser piyan. Tevgereke şoreşgerî û gel, vîna(îrade) xwe derxist holê. Ger serê DAİŞ’ê li dîwarê Apocîyan neketa, bê guman niha Rojhilata Navîn tevayî di destê DAIŞ’ê de bû.

Kurdan ji bo mirovayî xizmetek mezin kirin. Berdêlên mezin dan. Li Rojava zêdetirî 10 hezar şehîd dan. Bawer dikirin ku tiştê dikin raste ji ber wî kirin. Xwe weke beşek malbata mirovayiyê dîtin, ji ber wê hesabeke din nekirin. Jinên şoreşger bûn kabûsa DAİŞ’a ku artêşên dewletan ji ber direviyan. Di Şoraşa Rojava de jinan mohra serkeftina tekoşîna azadiya jinê li Rojhilata Navîn xistin, rengê xwe dan. Şoreşa Rojava, şexsiyetek enternasyonal bi dest xist. Ji gelê din û welatên din gelek mirov hatin, tevlî şer û berxwedanê bûn. Hêştin ku li cihanê serdemek nû destpê bike.

Erdogan di wan rojan de digot, ‘Kobanê ket wê bikeve’, Pişt re jî wê Efrîn bikeve’ mizgîniya ku Kobané wê bi destê DAİŞ’ê bikeve, dida. Vê helwesta wî ispat dikir ku bi DAİŞ’ê re çikas şirîke, çikas di nav hevdudan e. Dema DAİŞ Şkest, faşîst Erdogan raste rast bi xwe ket dewrê. Artêşa Tirkan bi hilweşandinek û qirkirinek netewî, Efrîn dagir kir. Ji bo Kobanê jî dagir bike jî bê navber lêgerîn û êrîşên xwe didomîne. Ji DYA heta Rusya, ji Îsraîl heta Îran, ji NATO heta Pênc şirîkên Şanghay ji hemû hêzên cîhanê alîkarî digre ku Kobanê bixîne û hebûna Kurdan bi dawî bike.

Şefê Faşist Erdogan û yên wek wî ku dijminên mirovayiyêne, ji bo armancên wan yê qirker û belavkar di dilê wande bihêlin, parastina Kobanê û şoreşa Rojava erkek herî sereke yê şoreşgerî ye. Roja rûhê Kobanê û hevkarîya cîhanê dîvê bê bilindkirin. Dem dema gotina yek, dû û hîn zêdetir Kobanê ye!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.