Rojnameya Ronahî

`Armanca Hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirkî  yeke`

Berpirsên Rêvberiya Xweser yên herêma  Efrînê diyar kirin ku, armanc hikumeta Şamê ji ambargoya  li ser herêma Şehbayê, têkbirina îradeya gele û gotin, ne ambargoya hikumeta Şamê û ne jî êrişên dagirkeriya Tirk wê nikaribe vîna gelê berxwedêr, têk bibe.

Zana Roj/ Şehba

Piştî dagirkirina herêma Efrînê ji aliyê dweleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê ve, gelê Efrînê koçberî herêma Şehbayê bû. Gelê ku li herêma Şehbayê bicihbûye, ji aliyê hikumeta Şamê ve embargo li ser hatiye ferzkirin. Di dema dawî de hikumeta Şamê, embargoya li ser herêma Şehbayê girantir kir û derbasbûna sotemeniyê ji bo herêmê qut kir. Vê yekê bandoreke xerab li ser rewşa elektirîk, tevgera gel û karê şaredariyê yê xizmetguzariyê kir.

Derbarê embargoya hikumeta Şamê ya li ser herêma Şehbayê, hevserokê Meclisa Kantona Şehbayê Cuma Kalo û hevseroka Komîteya Şeredariyê a kantona Efrînê Firyal Cimo ji me re axivîn.

`Armanca wan tunekirina projeya Netweya Demokratîk e`

Cuma Kalo diyar kir ku li dijî herêmên Rêveberiya Xweser siyaseteke navneteweyî tê meşandin û got, Ambargoya li ser herêma Şehbayê û siyasta ku li ser gelê herêmê tê meşandin,  encama lihevkirinên di navbera îstîxbaratên hikumeta Şamê û Mîta Tirkiyê de ye. Helbet ev siyaset bi destekdayîna Rûsiya û hêzên navnetewyî tê kirin.  Tevayiya siyaset û êrişên li dijî herêmên Rêveberiya xweser, bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser ya Neteweya Demokratîk  û Biratiya gelan e. Hêzên navnetewyî yekîtiya gelan ya di bin sîwana fikr û felsefeya Rêber Apo de, li ser desthilatdariya xwe xeter dibînin, ji ber wê bi hemû rêbazan hewil didin ku vê rêberiyê hilweşînin.

`Wê Berxwedana gel planên wan pûç bike`

Cuma kalo da zanîn ku armanca hikumeta Şamê ji ambargoya li ser herêma Şehba, têkbirina vîna gele û axaftina xwe wiha qedand: “Hikumeta Şamê dixwaze bi riya ambargo zextê li gelê berxwedêr bike û gel ji xeta azadiyê dûr bixe. Dixwaze di her aliyî de zehmetiyan derxe pêşiya gelê Efrînê. Ev ampargo di bin hevkariya Rûsya û hêzên navnetewyî yên li ser xaka Sûriyê tê meşandin. Her ku asta êrişên dagirkeriya Tirk  yên li ser herêma Şehbayê zêde dibin, hikumeta Şamê jî ambargoya li ser gelê vê herêmê giran dike. Helbet êrişên dagirkeriya Tirk û ambargoya hikumeta Şamê di hundirê yek planê de tên meşandin, armanca wan ya sereke têkbirina îradeya gel e. Lê wê hevgrtin û berxwedana gel planên wan pûç bike û siyaseta wan ya li dijî gelan vala derxe”

 

Hevseroka Komîteya Şeredariyê Ya kantona Efrînê Firyal Cimo jî diyar kir ku ambargoya li ser Şehba bûye asteng li pêşiya karên xizmeguzarî yên Şaredariyê û wiha got: “Ji ber ambargoya hikumeta ya li ser herêma Şehbayê, kar û xebatên şaredariyê yên ji bo xizmeta gel zehmet bûye. Bendên kontrolê yên hikumeta Şamê  ji bo hiştina derbaskirina mazotê , baceyên zêde dixwaze. Ev yek bûye sedema nehazirkirina rê û dibistanan. Herwiha ji ber kêmbûna mazotê, dayîna elektirîkê ji bo gel , ji 6 seatan, daketiye 3 seat û nîvan.”

Firyal da xuyakirin ku ambargoya hikumeta Şamê ya li ser herêma Şehbayê, êşên gel yên ji ber koçberiyê zêdetir dike û got, beriya werzê zivistanê pêwîste mazot li gel bê belavkirin, lê ji ber ku hikumeta Şamê derbasbûna mazotê qut kiriye,  belavkirina mazotê li ser gel nepêkan e. Eger serma zêde were û mazot tune be, wê bandorek pir xerab li ser gel bike.”

`Divê rêxistinên mirovî bi erka xwe rabin`

Hevseroka Komîteya Şeredariyan Ya Kantona Efrînê Firyal Cimo, banga li tavahî rêxistinên mirovî kir ku li hemberî ambargoya li ser gel bêdeng nemînin û axaftina xwe wiha qedand: “Ev 5 salin hikumeta Şamê siyaseta qirêj ya dorpêçkirinê li ser gelê Efrînê yê li Şehbayê dimeşîne. Lê wê tu carî bi vê siyaseta xwe ya xerab, nikaribe îradeya gel têk bibe. Gelê me wê weke topeke ji agir be û têkoşîna azadiyê dewam bike. Em bangê rêxistinên mirovî dikin ku bi erkê xwe ya exlaqî rabin û xwe bêdeng nekin.”