Rojnameya Ronahî

`Gerîla xeta parastina gelên azadîxwaz temsîl dike`

Şaho Gabar/ Qamişlo

Welatiyên bajarê Qamişlo êrişên dewleta Tirk yên kîmyawî yên li dijî qadên gerîla şermezar kirin û gotin, hedefgirtina Tevgera Azadiya Kurdistanê hedefgirtina tevahiya gelên Rojhilata Navîn e.

Dewleta tirk ya dagirker, ji bo ku gelê Kurd qir bike ji her alî ve êrişî Kurdan dike. Herî dawî êrişên xwe yên bi çekên kîmyawî yên li dijî qadên gerîla zêde kirin e. Li hemberî van êrişên hovane, hêzên gerîla derbeyên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin. Herwiha bertekên şermezarkirinê yên li hember bikaranîna çekên kîmyewî, didomin.

Welatiyên bajarê Qamişlo êrişên dewleta Tirk ya li dijî gerîla şermezarkirin û dan zanîn ku berxwedana gerîla ya dîrokî wê humû êrişên dagirkeriya Tirk têk bibe. Herwiha banga yekîtiya gelên herêmê kirin

Welatiyê bi navê Fewaz Sibhî diyar kir ku ji ber têkçûyîna artêşa dewleta Tirk ya dagirker li çiyayên azad, dagirkerî çekên kîmyawî li dijî gerîla bikar tîne û wiha got: “Dewleta Tirk pişta xwe daye teknîka serdemê û çekên qedexekirî û kîmyewî. Êrişên ku bi van çekan li ser qadên gerîla dike ne ji hêzbûnê ye, ev bê hêzbûna wan nîşan dide. Tevî her cûre çekên qedexekirî û kîmyewî ku li dijî gerîla bikar tîne jî, lê li hemberî berxwedana gerîla bibin dikevin û bi sedan leşkerên wê yên dagirker tên kuştin.”

`Qirkirina Kurdan bi erêkirina hêzên navneteweyî tê kirin`

Fewaz Sibhî diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve li dijî gerîla tê bi karanîn, sûcê şer e û binpêkirineke eşkere ya li hemberî pîvanên mirovahiyê ye û wiha domand: “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcekî şer e û sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Qaşo bikaranîn, depokirin û veguhastina wan çekan di qada navneteweyî de qedexe ye, lê dewleta Tirk li ber çavên tevayiya cîhanê bi kîmyawî êrişî gerîla dike. Ev tê wateya ku bikaranîna çekên kîmyawî li hemberî  kurdan bi dilê hêzên navneteweyî ye û ev hêz hevkarên dewleta Tirk ya dagirkerin.”

`Armanca dagirkeriya Tirk tunekirina gelên azadîxwaz e`

Fewaz Sibhî da zanîn ku dewleta Tirk ya dagirker dijmina gelên azadîxwaze û axaftina xwe wiha qedand: “Dewleta Tirk polîtîkaya tunekirina gelên azadîxwaz dimeşîne û her kesê ku banga azadiya xwe û ya gelê xwe dike, wan dike hedef. Şerê wê ne tenê gelê kurd dike hedef, lê belê her kesê ku alîgirê azadiya gelan be, wan dike hedef. Di dîroka de, dewleta Tirk ya dagirker li ser qirkirina gelên azadîxwaz siyaseta xwe ya neteweperestî daye avakirin.”

`Gerîla temsîla xeta parastina tevahî gelên Rojhilata Navîn dike`

Welatiya bi navê Newroz Salih jî êrişên dewleta Tirk ya dagirk yên ser Tevgera Azadiya Kurdistanê şermezar kir û got: “Şervanên Hêzên Parastina Gel gerîla ne tenê xeta parastina gelê Kurd in, lê belê xeta parastina tevahî gelên Rojhilata Navîn in ku bi xetereya dagirkirinê ya dewleta Tirk re rû bi rû ne. Gerîla berxwedaneke mezin didin meşandin û ne paşvekişîn, ne jî teslîmbûnê nas nakin. Tevî derfetên kêm jî, şervanên azadiyê nahêlin ku artêşa Tirk li çiyayên azad gavekê bi pêş ve biavêje û tevayiya planên wê têk dibin.”

Newroz balikşand ser bandora çekên kîmyawî li ser tevaiya herêmê û wiha dewam kir: “Ji nîvê Nîsana borî ve, dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyewî bi dehê caran li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi kar aniye. Di van çend rojên dawî de jî wêneyên şervanên ku bandora van çekên kîmyewî li wan bûye ku hatibûn belavkirin, careke din vê yekê îsbat dike. Bikaranîna van çekên kîmyewî hemû gelên li vê erdnîgariyê rûbirûyî xetereyeke demdirêj dihêle. Lê tevî gelek belge û bangên rêxistinên sivîl jî, cîhan bêdenge”

`Yekîtiya gelan azadiya wan misoger dike`

Newroz Salih da xuyakirin ku yekîtiya gelêln herêmê wê dagirkeriya Tirk têk bibe û axaftina xwe wiha qedand: “Tevî êrişên domdar yên dagirkeriya Tirk ku tê de hemû çekên giran, pêşketî û çekên kîmyewî bi kar tîne jî, lê wî nekarî armanca xwe ya tunekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê pêk bîne. Tişta ku niha ji gelên herêmê tê xwestin ew e ku bibin yek da ku li hember vê desthilatdariya ku temenê wê hezarê salan e, mafên xwe yên rewa bidest bixin û azad bijîn.”