Rojnameya Ronahî

` Pêngava 1 Mijdarê Serkeftina Şerê Gelê Şoreşgerî bû`

Rîhan Elo diyar ku Kobanê efsaneya berxwedanî û têkbirina paşverûtiyê ye û got, êrişên çeteyan yên ser Kobanê dewamiya Komploya Navneteweyî bû û ragehandina 1`ê Mijdarê (Roja Kobanê ya Cîhan) jî serkeftina Şerê Gelê Şoreşgerî bû  

Zana Roj/ Şehba

Piştî ku çeteyên  DAÎŞ’ê nîvê meha Tebaxa ya 2014’an êrişî Kobanê kirin, ji bo piştgiriya şervanên Kurd li hemû bajarên cîhanê, azadîxwaz û Kurd daketin qadan û piştgirî dan berxwedana Kobanê. Çiqas dorpêça li ser Kobanê deng dabû, piştgiriya şervanan jî zêdetir dibû. Gelên li çar aliyê cîhanê dizanî ku eger Kobanê ji DAIŞ’ê rizgar nebe, wê her deverê cîhanê bikeve bin xeteriya wan çeteyan. Lewma, azadîxwazên cîhanê 1’ê Mijdarê weke ‘Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê’ ragihandin. Di vê rojê de, li seranserî cîhanê ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê çalakî hatin darxistin. 1’ê Mijdarê roja Kobanê ya Cîhanî tekez kir ku Şoreşa Rojava şoreşa hemû gelan e.

Têkildarî Roja Kobanê ya Cîhanî  endama Kordînasyona Kongira Star ya herêma Efrînê Rîhan Elo ji rojnameya me re axivî.

`Hedefgirtina Kobanê berdewamiya Komploya Navnetewî bû`

Rîhan Elo diyar kir ku destpêkirina êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên ser Kobanê, dewamiya Komploya Navnetewyî ya li ser Rêber Apo bû û wiha got: “Çirûska Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji Kobanê dest pê kir û belavî hemû Rojava bû. Êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên ser Kobanê ku bi destekdayîna dewleta Tirk ya dagirker û erêkirina hêzên Rojavayî pêk hat, berdewamiya Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan bû. Armanca hedefgirtina Kobanê, têkbirina vîna gelên herêmê û kontrokirina bajarê Kobanê ku xwedî  cihekî stratijî û navîn, di navbera herêmên Rojava de ye.”

`Planên qirkirina Kurdan hîn berdewam in`

Rîhan Elo da xuyakirin ku armanca Tirkiyê ya qirkirinê hîn jî didome û wiha got: “Êrişên li ser Kobanê û berxwedana dîrokî, ne mijara tinê pêvajoyekê ye. Ev êrîş, kîna dewleta Tirk a li hemberî gelê kurd dide nîşandan, divê em vê pêvajoyê baş binirxînin û hertim bînin bîra xwe ku qirkirina gelê kurd bi destê dewleta Tirk dest pê kir û heya niha jî berdewame. Mînakên wê jî berçavin, ji Dersîm, Agirî heya Efrîn, Serê kaniyê û Girê Spî didom e. Lê, em dikarin bêjin ku di dîroka kurdan de, ev cara yekemîn bû ku li seranserî cîhanê ewqas çalakî ji bo piştgiriya Şervanên kurd (YPG/YPJ) hatin kirin”.

`Hêza Gerîla ji planên qirêj yên hêzên navnetewî mezitir bû`

Rîhan Elo tekez kir ku ev çalakî û têkoşîna kurdan hişt ku cîhan, çavên xwe ji kurdan re veke û wiha domand: “ Têkoşîna ku hatiye kirin rihê yekgirtin û seferberiya tavahî hêzên kurd û bi taybet berxwedaniya a efsanewî ya ku ji aliyê gerîlayên Kurdistanê ve hatiye meşandin hat xuya kirin. Ji ber vê cîhan pê hesiya ku wê serkeftin para gelê Kurd be. Lewma ji bo ku bibe hevalbendê me û yê vê serkeftinê, koalîsyon bi rêya Kobanê derbasî Sûriyê bû. Ev yek jî bû sedem ku tavahî cîhan û hêzên global bibînin ku ji derveyî gel û şervanên kurdan tu hêzan nekarî DAÎŞ’ê ji holê rakin.”

`Hêza jinên azad çete hilweşandin`

Endama Kordînasyona Kongira Star ya herêma Efrînê Rîhan Elo bal kişand ser berxwedaniya jinên kurd ya ku li Kobanê bû sembol û wiha got: “Gerîlayên YJA Star bi cesareteke mezin li hemberî  çeteyan şer kirin û careke din di parastina gelê Kurd de, bûn pêşeng. Her wiha çalakiya Arîn Mîrkan ji  cîhanê re îspat kir ku Kobanê xeta parastina nirxên mirovaiyê ye û bû mîrateya berxwedana jinê.”