Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

1’Ê MIJDARÊ PÊNGAVA SERKEFTINÊ BÛ

02/11/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
PDK ji şerê bi PKK`ê re ditirse!
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlyar Cizîrî

1’ê Mijdarê salvegera roja Kobanê ya Cîhanê ye. Ev roj, ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, gelê kurd yê li çar aliyên welat û yê derve, pêngaveke dîrokî ya serkeftinê ye. Di wê rojê de derbeyek mezin li DAIŞ û piştevanê wê dewleta Tirk a dagirker, ket.

Di heman demê de 1’ê Mijdarê bû pêngava naskirina îrade û tekoşîna gelê Bakur  û Rojhilatê Sûriyê. Di encama pêngava vê rojê de Koalîsyona Navdewletî jî neçar ma ku dest bi hevkariya şervanên vê herêmê bike.

Li aliyê din di encama berxwedan û tekoşîna wê rojê de, deriyên dîplomasî û qadên xebatê yên mezin ji siyasetmedar û dîplomatên herêmê re hatin vekirin.  Li ser wî esasî Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî êriş, dorpêç û planên mezin ên li ser asta welatan têne kirin, li ber xwe dide û gavan diavêje.

Dema em behsa van gavan dikin û 1’ê Mijdarê (Roja Kobanê ya Cîhanê) bibîr tînin, lazime demildest em YPG/YPJ’ê jî, bibîr bixin. Şervanên vê hêzê bi piştgiriya gêrîlayên HPG’ê û ciwanên ji 4 aliyên welat, hêmanên vê rojê xêz kirin û li pêşiya Kobanê û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bendek ji hesin ê parastinê ava kirin.

Ji ber wê jî dema em 1’ê Mijdarê bibîr bixin, lazime em ked û tekoşîna şervanên azadiyê yên bi canê xwe bendek ji hesin li pêşiya dijminên vê herêmê û di serî de jî li pêşiya Dewleta Tirk ava kirin, ji bîr nekin. Di encamê de em dinerin dewleta Tirk û şefê faşîst Erdogan, her çendî rojan gefa êrişên nû li dijî herêmê dixwar jî, çira kesik ji aliyê navdewletî yên di Sûriyê de xwedî bandor wekî Rûsiya û Amarika wernegirtiye.

Ez di vir de ne dibêjim Amarika û Rûsiya piştgiriya gelê herêmê dikin, lê ew dizanin di herêmê de hêz û vînek mezin heye, ji ber wê jî nikarin bi hêsanî bazarên xwe bi cih bînin. Hêmanê wê yê bingehîn jî Berxwedana Kobanê ye.

Dewleta Tirk jî li dijî wateya vê rojê bi her awayekî di nava hewldanan de ye. Ji lewma bi her rê û rêbazan dixwaze derbeyan di Kobanê de, li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixwîne. Ev bi êrişên rojane li dijî Kobanê û gundên wê, an jî bi siyasetên valakirin û dûrxistina ciwanan ji Kobanê pêk tê.

Dibe hin kes pirs bikin, ma çi li Kobanê heye? Kobanê di dîroka Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî giringî û wateyeke mezine. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji wir destpê kir. Berxwedana Kobanê berdewam kir û 1’ê Mijdarê bi encam kir. Ji bo wê jî dijber, bi hemû rê û rêbazan hewl didin vê watedariyê ji xelkên wê bigirin.

Li ser wî esasî ji xelkên Kobanê û tevahî gelê  Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê kurd bi giştî jî tê xwestin ku bi rihê Berxwedana Kobanê xwedî li hêzên xwe yên leşkerî û hemû destkeftiyên xwe derkevin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.