Rojnameya Ronahî

Şervanên enternasyonalîst banga piştgiriya Şoreşa Rojava kirin

 

Şervanên enternasyonalîst ên YPG û YPJ`ê diyar kirin ku berxwedana Kobanê bi fedakariyên bi sedan şehîdan bi serkeftinê tacîdar bû û got in, em bang li hemû xelkê li cîhanê dikin ku piştgiriya şoreşa Rojava bikin.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê Şervanên enternasyonalîst yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) daxuyaniyek dan .

Şervanên enternasyonalîst  di daxuyaniya xwe de diyar kirin dema DAIŞ`ê êrişî Sûriyê û Iraqê kir, bi bin neket. Leza ku pê bajarên mezin mîna Reqa û Mûsilê kontrol kiriye, cîhan şaş kir. Kesek bawer nedikir ku bajarekî biçûk mîna Kobanê li hember wê rêxistinê li ber xwe bide ku bi hezaran cîhadiyên biyanî û alavên leşkerî yên nûjen ku her du artêşên Sûriyê û Iraqê dev jê berdane, êrişî bajêr kir.Gel pêşengiya berxwedana Kobanê kir. Jin, mêr, dayik û ciwanên Kobanê dev ji bajarê xwe berneda. Jinan roleke pêşeng di vê berxwedanê lîst. Arîn Mîrkan canê xwe feda kir da ku nehêle tankên DAIŞ`ê derbasî bajêr bibin û bû sembola jinên azad.”

Şervanên enternasyonalîst  dan zanîn ku gelek kes bi dildarî ji seranserî cîhanê tevlî berxwedana Kobanê û YPJ û YPG`ê bûn û wiha gotin: “Şehîdên enternasyonalîst mîna Gelhat Rûmêt, Mezlûm Aktaş, Karker Kobanê, Yaramaz Kilizbaş, Sarya Îlîm Denzî, Rojvan Kobanê û Pirsûs Armanc di oxira parastina gelê Kobanê de şehîd bûn. Pabendîbûn û fedakariyên wan ji bo me hemûya jêdera îlhameke mezin e. Piştî ewqs mehên berxwedanê alên YPJ û YPG`ê li şûna ala terorê careke din bilind bû. Fedakariyên bi sedan şehîdan bi serkeftinê tacîdar bû.”

Şervanên enternasyonalîst  diyar kirin ku divê bîranîna şehîdan bên parstin da ku bajarê Kobanê careke din nekeve û wiha demandin: “Gelek ji me cara yekemîn piştî xwepêşandanên giştî li cîhanê ji bo Kobanê, navê Rojava bihîst. Li seranserî cîhanê li hember xemsariya dewletên rojavayî xwepêşandan li dar ketin û piştgiriya berxwedana destanî ya Kobanê kir. Kobanê di têkoşîna ji bo cîhaneke baştir de bû hêvî. Divê cîhan careke din piştgiriya xwe bi Kobanê re li gel êrişên heyî, rave bike.”

Şervanên enternasyonalîst yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû xelkê li cîhanê kirin ku di 1`ê Mijdarê de piştgiriya wan bikin, dakevin kolanan û piştgiriya şoreşa Rojava bikin.