Rojnameya Ronahî

Banga ‘Meşa Mirovahiyê’: Divê rê li ber lêkolînê bê vekirin

 Parlementera HDP’ê Mûazzez Orhan Işik ku ji bo meşa ber bi Silopiyayê ve ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang kir û xwest ku rê li ber lêkolînkirinê bê vekirin. 

 Dê di 6’ê Mijdarê de li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve li Zap, Avaşîn û Metînayê tên bikaranîn bi dirûşmeya “Li dijî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê” bê lidarxistin. Gelek rêxistinên civak sivîl û partiyên siyasî piştgiriya vê meşê dikin. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Mûazzez Orhan Işik û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin ji bo meşê bang kirin.

‘Em nikarin xwe li bêdengiyê deynin’

Orhan, destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li hemberî mirovahiyê û şer e û got: “Ev yek li gorî hemû peymanan sûcê li hemberî mirovahiyê ye. Ger daneyên bi vî rengî hebin, nexwe divê hemû kesên dibêjin ’em mirov in’ bêdeng nemînin. Saziyên navneteweyî jî ji b nebin lirîkê vî sûcî demildest divê li herêmê lêkolînan bikin.”

Bangewazî

Orhan, ji bo beşdarbûna meşa li Silopiyayê bang hemû kesên aştîxwaz kir û wiha berdewam kir: “Em bang li hemû gelan, demokrasîxwaz, mirovhez, jiyanhez û dijberên şer dikin ji bo piştgiriya meşê bikin. Desthilat li xwe mukur nayê ku çekên kîmyewî bi kar aniye. Made ne rast e, nexwe çima kesên ji bo vê bang dikin tên binçavkirin û girtin? Zanyarekê xwest heyetên serbixwe vê yekê vekolin, lê demildest hat binçavkirin û girtin.”

 

Orhan, bi lêv kir ku desthilat dixwaze ser rojeva çekên kîmyewî bigire û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kesên doza heqîqetê dikin tên tepisandin. Ên polîtîkayên şaş ên desthilatê rexne dikin û li dijî şer ra divin tên tepisandin. Ya ku divê bê kirin ew e ku pêşî li ber heyetên serbixwe bê vekirin. Her wiha desthilat jî divê piştgiriya van lêkolînan bike. Lewma em jî ji ber fikarên rû didin û ji bo bidawîbûna vî şerî jiyanê diparêzin. Em bang li hemû derdorên hestiyar dikin ku ‘li dijî mirinê jiyanê biparêzin.'”

MA 

‘Bila lêkolîn bên kirin’

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin anî ziman ku bi vê meşê dixwazin balê bikişînin ser bikaranîna çekên kîmyewî û got: “Li gor peymanên navdewletî bikaranîna çekên kîmyewî sûc e. Em bang li wan jî bikin. Bila li gor biryarên hatin dayîn tevbigerin.”

 

Avci bang li her kesî kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dengê cwe bilind bikin.