Rojnameya Ronahî

QSD’ê: Berxwedana Kobanê li herêmê û cîhanê bû nirxekî mayînde

QSDʹê bi boneya 1ʹê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê hemû şehîdên leheng bi bîr anîn û gelên cîhanê yên ku serî rakirin, daketin qadan û piştgirî dane berxwedana kobanê silav kir û got. berxwedana Kobanî nirxekî mayînde ye.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Bi boneya 1ʹê Mijdarê (Roja Kobanê ya Cîhanê) Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de hemû şehîdên leheng bi bîr anîn û gelên cîhanê ji Kurdistanê heta Efganistan, Arjantîn û hemû welatên cîhanê yên ku serî rakirin, daketin qadan û piştgirî dane berxwedana şervanên wan silav kir.

QSD’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞʹê serkeftina xwe li ser artêşên herêmî yên ku li gel wan hemû sedemên madî yên berxwedanê hene, ferz kir û got: “Şervanên me bi sînga xwe ber bi tankên dijmin ve diherikîn û xwe diteqandin da ku wan rawestîne, ji ber ku çek û cebilxaneyên pêwîst ji bo rawestandin êrişa berfireh a DAIŞê têrê nedikir. Îradeya jiyan û berxwedanê ya li gel şervanên me ji hemû çek, komplo û desteka herêmî ya ji bo DAIŞʹê mezintir bû.”

QSD’ê da zanîn ku berxwedana Kobanê bi ketina nava kûrahiya xwe ya navneteweyî ya ku li gorî fedakariya rêhevalên wa ye, qonaxeke nû ya têkilî û yekitiyê di navbera hemû gelên xwedî ziman û baweriyên cuda de ava kir û wiha got: “Berxwedana Kobanê bêhêviya gelek aliyên ku di têkbirina DAIŞʹê de bi bin ketin, rakir û nirxên mirovî, azadî û dilovahî parast. Ji ber vê yekê tevgera navneteweyî, ya gel û fermî dengê berxwedanê û wefadariya bi xwîna pak a ku li ser zinar û deştên Kobanê hatin rijandin, veda û bû destpêka bidawîbûna rêxistina DAIŞ a terorîst.”

QSD’ê da xuyakirin ku parastina Kobanê parastina mirovî û şoreşa jinan bû ya ku ji herêmên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir û ji jinên tevahî cîhanê re bû îlham û rewşa gelekan guhert.

QSD’ê diyar kir ku piştî derbasbûna 8 salan di ser ragihandina Roja Cîhanê ya Piştgiriya Kobanê, hîna gef li herêmê tên xwarin û got: “Careke din em soz dikin ku em ê herêmên xwe, di serî de Kobanê ji her gefan, çi DAIŞ be an jî alîgirên wê biparêzin.”