Rojnameya Ronahî

Jin li herêmên rizgarkirî aboriya xwe bi pêş dixe

Rojbîn Zagroz/Reqa

Rêvebera projeyên Aboriya Jin li herêmên rizgarkirî Dûa El Hesen da zanîn ku armanca wan ya sereke pêşxistina jinan di warê aborî de ye û got, em hwil didin ku bi riya jinan aboriya herêmê pêş bixin û derfetên baş ji jinan re peyda bikin. 

Di şoreşa Rojava de di warê siyasî, çandî, civakî û aborî de jinan kar kir û bi ser ketin. Herwiha gelek berhem û afrîneriya jinan derket holê. Yek ji wan berhemên ku roleke avaker di nava civakê de dilîze, Aboriya Jinê ye.

Digel derfetên kêm, zihniyeta desthilatdar ya zilam û êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, jinan di warê aboriyê de encameke baş bi dest xist û roleke girîng di sivikkirina aloziya aborî de lîstin.

Piştî şoreşa Rojava, jinên bakur û rojhilatê Sûriyê ji aliyê pêşxistina aborî ve pir xabat dan meşandin û aboriya civakê pêş xistin. Lewra jin mîna tovê jiyanê ye û her tişt li derdora wê digere. Tevî gelek zehmetî û astengiyan, ji aliyê aboriya jinê ve gelek gavên mezin hatin avêtin. Herwiha rewşên şer û ambargoyên ser herêmê de jî, hewceyî bi aboriya jinê heye. Bi keda jinê û berhemên wê yên baş, aboriya herêmê pêş dikeve.

Debarê beşdarbûna jinê di pêşeyên aborî de li herêmên rizgarkirî (Tebeqa, Reqa, Minbic û Dêrezorê), de Rêvebera projeyên Aboriya Jin li herêmên rizgarkirî Dûa El Hesen axivî û destnîşan kir ku sala 2014`an aboriya jinê hate avakirin û di 2015’an de jî Yekemîn konferansa aboriya jinê hate lidarxistin.

`Armanc ew e ku jin di warê aborî de bi hêz bibe`

Dûa li ser tevlîbûna jinê di warê aborî de û avakirina projeyên aborî wiha got: “Di destpêka şoreşê de endamên Kongreya Star li her herêmê ji xwe re kom ava kirin û bi rêya wan koman cihê xwe di komîn, meclîs û di nava civakê de girtin. Herwiha  armanca wan ew bû ku projeyên aborî yên mezin bi rêya jinê bidin avakirin. Lewra ev proje sûdê dide jin û civakê. Jixwe armanca sereke ya van projeyan ew bû ku jin di warê aborî de bi hêz bibe û aboriya xwe xurtir bike.”

Dûa da zanîn ku ofîsa Aboriya Jinê ji bo avakirina projeyên ku xizmeta jinan di civakê de dike, kar dike û axaftina xwe wiha domand: “Wek aboriya Jinê di van du salên dawî de, me  gelek kar û xebat meşandin, taybet di milê çandiniyê de. Zeviyên ku me çandibûn jî, di navbera herêmên Kesrat û Tişrîn de bûn, herwiha li Tebqa, Minbic û li Dêrazorê jî zeviyên me yên çandiniyê hene. Tê de tevayiya zebzeyên havîn û zivistanê hatîne çandin.”

`Em hwel didin bi riya jinan aboriya xwe pêş bixin`          

Dûa bîr xist ku ew çavdêriya gelek firûnan dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek ji firûnên ku em çavdêriya wê dikin, firûna nanê ya li aliyê Dêrezorê ye. Herwiha firûna nanê sêlê ya li Tebqa, Minbic û Reqayê ye. Jin di van firûnan de kedeke mezin dide. Jin ne li firûna nan û zeviyên çandiniyê tenê, li her deverê cihê xwe diyar kiriye û xebateke baş dike. Wek Aboriya jin jî em bi tevayiya derfetên xwe hewl didin derfetên kar ji jinan re peyda bikin. Lewra di dema dawî de ji ber êrişên dagîrkeriyê û kiryarên ku li ser herêmên me tên kirin, aboriya me lawaz bû. Ji bo wê jî em hwil didin ku bi riya jinan, aboriya xwe pêş bixin û derfetên baş ji jinan re peyda bikin. Da ku jin destê xwe li ber mêr veneke û aboriya xwe bi xwe bide meşandin.”

`Jin dikare her perojeyê bi rêve bibe`

Dûa behsa zehmetiyên ku jin di kar û di vekirina projeyan de dikşînin, kir û wiha got: “Destpêkê me ji ber zîhniyeta mêr ya serdest pir zehmetî dikşand. Lewra digotin; ‘hun jinin, çawa dikarin projeyan ava bikin û kargehên mezin vekin!’. Lê, bi hêz û îradeya xwe me ji her kesî re da xuyakirin ku jin dikarin her karî bikin û bi ser bêxin. Lewra dema jin bixwaze, dikare her tiştî bike. Îro jin ne li qadên civakî tenê, li qadên siyasî, dîplomasî û leşkerî jî rêveberiyê dikin. Ji bo wê jî, jin dikare her projeyê bi rê ve bibe. Wek jinên bakur û rojhilatê Sûriyê, me ev zehmetî derbas kirin û me hewl da wekheviyekê di navbera jin û mêr de çêkin.”

`Emê projeyên xwe berfirehtir bikin û projeyên nû ava bikin`

Dûa têkildarê plan û projeyên paşerojê de jî got, wek Aboriya jin em hewl didin ku karê xwe zêde bikin û projeyên xwe berfirehtir bikin. Hem projeyên sewaldariyê, çandiniyê û firûnan, hem jî yên xizmetguzariyê hatîne plankirin. Lewra projeyên wisa, aboriya civakê xurt dikin û alîkariya civakê dike. Herwiha em hewl didin ku projeyên nû ava bikin û kargehên nû vekin.

Dûaa got, berhemê projeyên ku aboriya jin li ser wan dixebite, di nav bazarê de tên firotin û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Em tevayiya berhemê projeyên yên weke zebze, nanê sêlê û nanê alî, li bazaran difiroşin û bi pareyên wan, projeyên nû vedikin.”

Rêvebera Aboriya Jinê li herêmên rizgarkirî Dûa El hesen, di dawiya axaftina xwe de got, em hewl didin jinan di warê aborî de bi hêz bikin û rola wan di civakê de xurt bikin. Herwiha dive jin jî bawerî bi xwe bê û ji niha wê de jiyana nava çar duvaran qebul neke û bizanibe ku karkirina wê, wê bibe sedemê guhartina hijmendiya paşverû.