Rojnameya Ronahî

1’mîn Konferansa Yekîtiya Karmendên Tenduristiyê yên Efrînê hat lidarxistin

Zana Roj/Şehba

Bi dirûşmeya ‘Bi Yekîtiyê em ê  Civakeke bi Tenduristî, Exlaqî û Demokratîk ava bikin’ Yekîtiya Karmendên Tenduristiyê yên herêma Efrînê, li herêma Şehbayê yekemîn konferansa xwe lidar xistin.

Îro 30 Cotmehê, Yekîtiya Karmendên Tenduristiyê yên herêma Efrînê, yekemîn konferansa xwe li navenda çand û hunerê ya herêma Şehbayê li dar xistin. Konferans li ser asta herêma Efrîn û Şehbayê hat amedekirin, bi dehan ji xebatkarên tenduristiyê, Heyva Sor a Kurdî, xebatkarên nexweşxaneya Avrîn û Til Rifet tê de amede bûn. Her wiha nûnerên  Tevgera Civaka Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Suriyê jî di konferansê de beşdar bûn.

Konferans bi deqeyek rêzgirtin hat destpê kirin, perspektîvên Rêber Apo hatin xwendin, her wiha rapora du salan hat nirxandin û sîstema hundirîn hat xwendin. Herî dawî jî  Meclisa Yekîtiya Karmendên Tenduristiyê ya herêma Efrîn hat hilbijartin û daxuyaniya bidawîkirinê hat dayîn.

Derbarê konferansê rêvebera Yekîtiya Karmendên Tenduristiyê yên herêma Efrîn Fehîme Koşan ji me re axivî:

‘Armanca me ji konferansê xwerêxistinkirine’

Fehîme Koşan lidarxistina konferans pîroz kir û wiha got: “Piştî demeke dirêj ev yekemîn care ku em konferansekî bi vî awayî bi rêxistin dikin. Armanca me ji vê konferansê ew e ku em yekîtiyekê di navbera tevahî aliyên tenduristiyê de bidin avakirin, her wiha giropên tenduristiyê yên heyî em wan daha zêdetir di aliyê meslekî de teqwiye bikin û birêxistin bikin. Ev yek jî wê serkeftinên mezin bi xwe re bide avakirin”

‘Astnga bingehîn ya tedawiya nexweşan dorpêçe’

Fehîme bal kişand ser astengiyên ku di aliyê tenduristî tên dîtin û wiha domand: “Di çerçoveya Ambargoya ku li ser tavahî herêmê hatiye ferz kirin, çawa ku bandora xwe li ser gîştî xebat dike, bê guman ev yek astangiyên mezin ji aliyê tenduristî ve jî dide çêkirin, bi kêm derfetiyan me kariye em bibin cihê çareseriyê û xizmeta gelê herêmê bikin, li ser vî esasî jî nexweşxane hatin avakirin, lê astengiya herî mezin kêmbûna derman di hundir herêmê de ye, her wiha nederbas kirina alavên tenduristiyê ne, ev yek jî dibe asteng di aliyê rê û rêbazê dermankirina nexweşan”.

Fehîme di axaftina xwe de da xuyakirin ku bi riya vê konferansê wê gelek pirsgirêkên tenduristiyê yên welatiyan bên çareserkirin, her wiha wê bibe bingeha kar û xebatê demên pêş.

‘Divê rêxistinên tenduristiyê yên navneteweyî bi erka xwe rabin’

Rêvebera Yekîtiya Karmendên Tenduristiyê ya herêma Efrînê Fehîme Koşan banga tavahî rêxistinên tenduristî yên navneteweyî kir ku bi erka xwe ya exlaqî rabin û axaftina xwe wiha  qedand: “Em bang tavahî cîhan û rêxistinên mirovî û tenduristî dikin ku, bi erkên xwe yên mirovî rabin da ku bihêle derman derbasî herêmê bibe û nexweş werin fermankirin.