Rojnameya Ronahî

Êrişên kîmyawî yên li ser gerîla tola rizgariya Kobanê ye

Mihemed Xanim/Qamişlo

Cîhan hemû şahide gerîlayên çiyayên Kurdistanê bû ku Kobanê û cîhan giş ji xeteriya DAIŞ’ê rizgar kirin û dizanin ku çavkaniya herî mezin ya DAIŞ’ê dewleta Tirkiyê ye. Lê niha, dewleta tirk ya dagirker li pêş çavên cîhanê bi çekên kîmyawî dixwaze tola çeteyên DAIŞ`ê ji gerîla hilde û cîhan jî bêdenge!

Piştî ku di 15’ê Îlona sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê dest bi êrişên li ser Kobanê kirin, berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê bala cîhanê kişand ser xwe. 1‘ê Mijdara 2014’an wekî Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê hate ragihandin. Di vê rojê de gelên cîhanî bûne yek û piştgiriya xwe ya bi Berxwedana Sedsalê ya Kobanê nîşan dan.

Çeteyên ku destek ji dagirkeriya Tirk digirtin bi hemû hêza xwe êriş kirin

 Di 15’ê Îlona sala 2015’an de çeteyên DAIŞ’ê bi serokatiya Ebubekir Bexdadî dest bi êrişên li ser Kobanê û gundewarên wê kir. Gelek çekên giran yên ku dewleta tirk ya dagirker radestî wan kiribûn, herwiha ji artêşa Iraq û Sûriyeyê bi dest xistibûn, li hemberî Kobanê bikar anîn. Çeteyên DAIŞ`ê bi destekdayîna dewleta Tirk ya dagirker, nêzî 350 gundên Kobanî dagîr kir.

Di 6’ê Cotmehê de bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê xwe gihandin derdora Kobanê û bajar dorpêç kirin. Ji aliyê rojhilatê bajêr ve ketin Kobanê. Çeteyan hewl dan ku 4 cihên stratejîk ên bajêr dagîr bikin. Ew cih jî Girê Miştenûr, Navenda Çand û Huner, Çargoşeya Emnî û Murşîd Pinarê bû. Çeteyan 3 cih ji van dagir kirin. Lê nikarîbûn  Murşîd Pinar dagirbikin û bû kelha berxwedanê.

Rola gerîla di parastina Kobanê de sereke bû

 Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi dijwarî berdewam kir. Bi hemû hêz û çekên giran hewl dan ku tevahiya Kobanê dagir bikin. Ji aliyê din ve her çiqas hejmara şervanan kêm bû, lê dîsa berxwedanek bêhempa kirin û dest ji bajêr bernedan. Bi lehengî li dijî DAIŞ’ê bi berxwedanekê dirokî parastina bajêr kirin. Di dema hejamara şervanan li bajar kêm bû, gerilayên li çiyayê Kurdistanê ketin dewrê û bi hewara gelê Kobanê hatin. Gerîlan wekî lehiyê ji çiyayên azad berê xwe dabûn keleha berxwedana Kobanê û pêşengiya berxwedanê kirin.

Hêviya hemû cîhanê, berxwedana şervanên Kurd bû. Ji bo piştgiriya şervanên Kurd li hemû bajarên cîhanê, azadîxwaz û Kurd daketin qadan û piştgirî dan berxwedana Kobanê. Çiqas dorpêça li ser Kobanê deng dibû, piştgiriya şervanan jî zêdetir dibû. Gelên li çar aliyê cîhanê dizanî ku eger Kobanê ji DAIŞ’ê rizgar nebe, wê her deverê cîhanê bikeve binxeteriya wan çeteyan. Lewma azadîxwazên cîhanê 1’ê Mijdarê weke Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê ragihandin. Di vê rojê de, li seranserî cîhanê ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê çalakî hatin darxistin.

Di vê rojê de bi mîlyonan kes ji ol, mezheb û netewên cûda, alên YPG û YPJ‘ê hildan û ji bo silavkirina berxwedana Kobanê daketin kolanan. Her wiha bang li civaka navnetewyî kirin ku destwerdana lezgîn bikin û piştgiriyê bidin gelê Kurd. li aliyekê xwepêşandêrên li tevahî cîhanê di vê rojê de daxuyanî dan û 1‘ê Mijdarê wekî Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê ragihandin.

Rêber Apo banga seferberê kir

 Di dema berxwedanê de Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtina li gel şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ji bo Kobanê banga seferberiyê kir. Vê bangê Kobanê xist qonaxekî nû de. Bi hezaran ciwanên Bakurê Kurdistanê mirina xwe da ber çavê xwe û sînor rakirin û xwe gihandin Rojavayê Kurdistanê.

Piştgiriya li Kobanê û  berxwedana şervanên Kurd li ser asta cîhanê deng veda. Li aliyekê jî Erdogan hê hêviyên xwe yên bi çeteyên DAIŞ’ê re qut nekiribûn û di got, ‘Kobanê ket wê bikeve’. Lê keç û xurtên kurdan, gerilayên azadiyê soz dabûn gelê xwe û biryar dabûn ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî, ewê parastina  Kobanê bikin. Lewma êdî hêzên siyasî û dewletên hegemon jî nekarîn li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê bêdeng bimînin. Di encam de rabûna gelê azadîxwaz, yekîtiya gelê kurd û lehengiya gerîla, hişt ku dewletên xwe wek rizgarkerên gelan didin xuyakirin (Hêzên Koalîsyona Navneteweyî), bêdengiya xwe xirab bikin û xwe bikin sîrêkê vê berxwedan û serketina dirokî; Kobanê jî bi berxwedan û fedakariya şervanên Kurd destanên qehramaniyê afirandin û Kobanê bû weke Stalîngrada sedsalê.

Di 26’ê Çileya 2015’an de piştî 134 rojên berxwendana bêhempa ya gerîlayên azadiyê û şervanên YPG’ê û YPJ’ê, herwiha dildarên her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê, Kobanê hate rizgarkirin û bi fermî ji aliyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê rizgarbûna Kobanê hate ragihandin.

Binketina DAIŞ’ê ji bo dewleta tirk jî bû binketina herî mezin

 Tevî ku gelê kurd bi berdêlên pir mezin cîhan giş ji xeteriya çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir jî,  êrişên li ser Rojava û bakur û rojhilatê Sûriyê bi dawî nebûn. Ji ber ku vê care, alîgirê çeteyên DAIŞ’ê dewleta Tirk dest bi tolvedana çeteyên DAIŞ’ê kir û  êrişê hemû herêmên hatîn rizgarkirî kir. Dewleta Tirk ya faşîst niha jî, fermandarên ku çetyeyên DAIŞ`î têk birin yek bi yek dike armanc û dixwaze tola çeteyê DAIŞ`ê rake. Lê, dewletên xwe kirî şîrêkê berxwedan û rizgariya ji çeteyên DAIŞ’ê re (Hêzên Koalîsyona Navneteweyî), bêdengin.

‘Êrişên kîmyawî yên li ser gerîla amadekariyên êrişên kîmyawî yên li ser netewan e’

 Cîhan hemû bû şahidê ka kê Kobanê rizkar kir û herkes dizane ku eger gerîlayên çiyayên kurdistanê nebana, cîhan ji xeteriya DAIŞ’ê rizgar nedibû. Herwiha dewletên wek Tirkiyê jî wê hertim van çetayan li dijî her hêzekê wek amûrê gefê bi kar anîban e. Lê niha, dewleta tirk ya dagirker li pêş çavên cîhanê bi çekên kîmyawî êrişî wan gerilayên ku canê xwe ji bo gelê xwe û gelê cîhanê feda kirî, dike û dixwaze tola çeteyên DAIŞ`ê bi tinekirina gerîla rake. Civaka navnetweyî jî wekî her car ji bo berjewendiyan ker, lal û kor bû ye.

Eger îro ew qas bi rehetî kîmya li ser gerîla tê bikaranîn û cîhan bêdeng bimîne, divê herkes bizanibe dewletên hegemon ji niha wêde wê şerê xwe bi çekên kîmya bikin û wê bi mîlyona mirov û bi hezaran netewa ji hole rakin. Lewma wek ragihandina roja cîhanê ya piştgiriya Kobanê divê ‘roja piştgirîya gerîla’ ya cîhanî jî bê ragihandin. Ji ber ku cîhan hemû di xeteriya çekên kîmyawî de ye.