Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çi Li Paş Perdeya El Nusra Li Efrînê Heye?

30/10/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Wê jinûve bêhna bêrînê bifûre
Share on FacebookShare on Twitter

Fener…

Idrîs Henan
Diyar bû ku piştî Astanayê biryar hatiye girtin ku rejîma Sûriyê û ya Tirkiyê nêzî hev bikin. Zextên Îran û Rûsyayê di vê çarçoveyê de werin dîtin wê deha rastir be. Zimanê dîplomasiya Tirk û nermbûna wê jî, vê yekê baş rave dike. Di heman demê de, hevdîtinên li ser hev ên saziyên saloxgeriyê yên herdu rejîman, tabloyê zelaltir dikin. Paralelî van hemû geşedanên ji nişkê ve, eger daxuyaniyên serokê rajîma faşîst yê AKP Erdogan ango, daxwaz û bangewaziyên hevdîtina bi Esad re lê werin zêdekirin, baş tê fêmkirin ku aliyên di vê itîfaqa nepenî de cih digirin, li pey veguhestina navenda kirîza ku 11 salin didome de ne û hewl didin di vê derbarê de hinek gavên pratîk li ser erdê bavêjin. Mirov hê zelaltir be, ev gave bi piştgiriya Îran, Rûsya, Amerîka û NATO`yê tê avêtin. Tirkiyê hewl dide sîstema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe û dewletokeke çeteyan li wan herêman ava bike. Pir eşkere van azweriyên xwe yên dagirkeriyê nabêje, lê di heman wextê de, li bendê ye ku her tiştî bexşî van niyetên xwe bike. Di berdêla van niyetên xwe de, amade ye li Ukranya û Sûriyê jî tawîzên giran li ser hesabê gelan bide. Projeya wê ya sereke, berfirehkirina sînorên xilafeta Osamniya nû û bicihanîna projeya Mîsaqa Millî ye. Lew re li pey dagirkirina Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye, vê yekê jî bi rêya qirkirin û tunekirina Kurdan û gelên resen ên herêmê pêk tîne.

Buyerên vê dawiyê li Efrînê û civînên bidizî yên li paş deriyên reş ên komplowar bi Rûsya û DYE re, baş tivî dikin ku rêdana derbasbûna terorîstên Elqayîde yên El Nusra (Tehrîr El Şam) tevayî xeta bakurê Sûriyê, ji vê yekê ne qut e. Siyaseta dewleta Tirk li derve û hundir, ji vê yekê ne dûr e. Çendîn lebitînên wê hebin, hemû jî li ser bingeha tunekirina Kurdan e. Ji bona wê jî hemû dahatuya Tirkiyê xerc dike û amade ye li her derê qurbaniyan bide. Ji ber vê nexweşiya faşîzma Tirk a dijatiya ji Kurdan re, çi sikandalên li pêşiya pêkanîna vê siyasetê hebin, radike û li Sûriyê kurtêlxwarên xwe fedayî van azweriyan dike. Îro jî vê yekê rasterast bi rêya terorîstên El Nusra li Efrînê û tevayî xeta bakurê Sûriyê li cihên dagirkirî dike.

Dewleta faşîst a Tirkiyê bi van gavên nû yên taktîk ku girêdayî pêşketin û geşedanên pêşerojê yên hilbijartinên serokkomariyê û parlemantoyê ne, hewl dide gelek çivîkan bi yek kevirî bikuje. Dixwaze asta aciziya hundirîn di serê koçberên Sûriyê de derxîne û nerazîbûnên civakê bitevizîne. Her wiha dixwaze bi itîfaqa bi rejîma Sûriyê, Rûsya, Îran û Elqayîde re, statuya Bakur û Rojhilatî Sûriyê tune bike. Bi vê desteka ji rejîma Şamê wergirtiye, wê rejîma Sûriyê jî hemû cîgehên mêtingeriyê yên li herêmên dagirkirî yên weke Efrînê hatine avakirin, fena gundên herêmê nas bike û dê li paş perdeya El Nusreya sunî, tezên dewletokeke Tirkmen li Bakurê Sûriyê veşêre. Çawa li Kerkûkê projeya xwe li ber ekranan eşkere kir, îro jî hewl dide bi itîfaqa bi rejîmên dagirker re, dorê li pêşengên azadiyê bişidîne û statuyên demokrat ên bi pêşengiya Tevgera Azadiyê weke sentezeke nû ya gelan bi ser dikevin, têk bibe û desthilatdariya xwe ji nû ve sazûman bike.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.