Rojnameya Ronahî

Gûhertina tarzê şer ji lawaziya mezin e

Memed Serdar

Di dîroka dewleta Tirkan ya dagirkerde, gelek caran çekên qedexekirî hatiye bikarhanîn. Salên derbasbûyî li gor herikîna rewşa şer, artêşa dagirker dema derbeke giran dixwe, an jî di şer de tangav dibe weke vebijêrka dawî çekên qedexekirî bikar tîne.

Roja me ya îro de sekn û helwesta dewleta dagirker ya Tirkan de gûhertinek cîddî çêbûye. Sedemê vê gûhertinê girîng divê baş bê fêmkirin. Beriya hemû tiştî dewleta dagirker ya Tirkan di dîroka xwe de rewşa xwe ya herî lawaz jiyan dike. Weke şiklî di hinek mijarande pêşketinek berbiçav xuya bike jî, aliyê aborî, civakî, siyasî û têkîliyên derve de lawaziyek mezin jiyan dike.

Refleksên dewletên dagirker wiha ne, dema herî lawaz de ji her demê zêdetir êrîşê kesên dijminên xwe dikin. Ji ber ku dema herî lawaz ji bo binkeftinê û tasfiyeyê dema herî nîzîk e. Ji bo li ser piyan bimîne û hebûnê xwe bidomîne, wekî din alternatîfê wan nîne. Niha dewleta dagirker ya Tirkan jî di hemû aliyande rewşeke pir lawaz û tengaviyeke mezin jiyan dike. Ji ber wî di dîroka xwe de asta herî jor de êrîş dike.

Aliyê nîzîkatiyên hêzên navnetewîde jî gûhertinek cîddî heye. Di serîde NATO û hêzên din yên hegemon beşên projeya rojhilata navîn ya mezin yê ku bi taybet rojavayê Kurdîstan digre nav xwe, êdî çi dibe bila bibe dixwazin pêk bînin. Bê tehemûliya NATO û hêzên hegemon hember gelê Kurd gîhîştiye asteke ku îcazeya hemû çekên qedexekirî bide berdefkê xwe dewleta Tirk’an. Ev biryar di civîna Madrîd ya NATO ê de hat girtin ku berdêl çi dibe bila bibe demeke zûtir hêza ku nakeve bin bandorê wan hereketa azadiya gelê Kurd û li rojavayê Kurdîstan rêveberiya xweserî divê were bê bandor kirin. Dijminayiya wan hember hereketa azadiya gelê Kurd û rêveberiya rojava bingehê xwe ji nakokiyên bîrdozî digire. Hêzên emperyal û weke temsîla şaristaniya dewletî NATO, paradîgmaya Netewa Demokratîk alternatîfê xwe dibînin. Ji ber wî beriya ku zêdetir belav bibe û xurt bibe, dixwazin pêşî lê bigrin.

Dewleta dagirker ya Tirkan hem di nava xwe de ji bo ku xwe ji vê lawaziyê ku jîyan dike, xelas bike. Hem jî di asta hêzên emperyal û hegemon de bê bandorkirina Kurdan dema hat nîqaş kirin, ji xwe re weke fersendeke dîrokî dît û bi hemû hêza xwe dest bi êrîşê kir. Di serîde heremên parastina medya û rojavayê Kurdistanê, her wiha cîhê ku destkefteke gelê Kurd lê hebe, kire armanca xwe.

Li ser êrîşên wan yên berfireh 6 meh derbasbûn,  rûxmî bikaranîna hemû çekên qedexekirî çekên kîmyawî û teqemeniyên taktîk nûkleer li hember tarzê gerîllayê nû, çi serkeftinek bidest nexistine û gelek derbên giran jî xwarine.

Li gel alîkariyên ji hemû hêzên navnetewî maddî û manewî werdigrin, alîkarî û desteka herî mezin ji xayînên navxweyî yanî ji ‘qûrmê darê’ digrin. Li qada şer alîkariya herî girîng nokerên xwecîhîne. Alîkariya lojîstîk û îstîxbaratî ji aliyê PDK ve tê kirin. Ev alîkariya PDK Jî bo dewleta Tirkan ya dagirker ji alîkariyên NATO girîngtir e.

PDK bi yek alî tenê alîkariya Tirkan nake. Hem xwe dike weke mertalek ji bo dagirkerên Tirkan û li qada şer de jî hemû karê lojîstîk û îstîxbaratî dike. Hem jî têkîliyê gerîllayê azadiyê ji derve re qut dike û ambargoyek li ser dimeşîne. Weki ku di raya gîştîde jî derket, hêjmarêk zêde maskê xaz ji derve hatibûn PDK dest danîbûn ser. Yanî ji bo dewleta dagirker xaza kîmyayî li ser gerîllayên azadiyê bikarbîne, rê vedike; ji bo gerîlla nikaribe tedbîr bigre ambargo li ser gerîla dimeşîne. Yên kû difikirin ku wê ev xiyanet bê ji bîrkirin, hereketa azadiya Kurdistanê nas nekirine. Êrîşên dijmin belkî bê ji bîrkirin lê, xiyaneta navxweyî ewê tûcarî neyê ji bîrkirin.