Rojnameya Ronahî

Doza PKK’ê

Farûk Sakik

Piştî 12’ê Îlona 1980’an li Tirkiyê pêvajoya zîndanan dest pê kir. Gelek rêxistinên şoreşger bi navê rêxistina xwe dihatin darizandin. Pêşeng û endamên PKK’ê jî bi navê “Doza PKK’ê” dihatin darizandin.

 

Wê demê me wek doza hiqûqî lê dinêrî. Ji Mazlûm Dogan bigire gelek kesan li dadgehan parastina siyasî kirin. Lê dîsa jî ev doz wek doza hiqûqê dihat pênasekirin.

Bi demê re ev yek guherî. Hemû rêxistin hatin tasfiyekirin û tunekirin. Lê doza PKK’ê li derveyî zîndanan û li cîhanê belav bû. Roj bi roj mezin bû. Êdî ne bi tenê doza hiqûqê di heman demê de bû doza mirovahiyê jî.

PKK û Rêber Apo gelek caran bi têgehên nû derdiketin qada siyasî. Ji bo ku ev nêrîn, hin nêrînên nû bûn nedihatin fahmkirin, an jî pir mubalaxa dihatin dîtin. Digotin ne pêkan e ku ev yek di pratîkê de pêk were. Sal û dem derbas dibûn di pratîkê û di jiyana rojane de jî dihatin îspatkirin.

Di sala 1972’yan de dema Rêber Apo li Stenbolê li loqala DDKO’yê peyva ‘Kurdistan di bin mêtingeriyê de ye’ got, ew kesên ewroj li wê derê bûn matmayî man. Sal derbas bûn û wan kesên ew roj bawerî neanîbûn jî, dest bikaranîna vê peyvê kirin.

Doza PKK’ê wisa belav bûbû êdî li hemû kolanên cîhanê gotinên Rêber Ocalan, deng vedida. Mînaka herî di demê nêz jî; dengê ku li kolanên herêma Rojhilatê Kurdistan û Îranê bilin dibin, îroj li her deverî belav bûne. Ev têkoşîna jinan ku çanda xwe ji têkoşîna jinên kurd digire, yekane azadiya jinê di paradigmaya Ocalan de dibînin; di doza PKK’ê de dibîne.

Di sala 2013’an de dema Rêber Apo behsa girîngiya xweparastin û rizgariya jinê kir, pê re jî danî holê ku jin û jiyan divê azad bin. Ji hingê ve ev bû dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’. Hingê kê bawerî dikir ku di sala 2022’yan de li gelek qadên cîhanê ev deng wê bilind bibe!

Mijarek aktuela nû jî têkoşîna li dijî çekên qedexekirî ye. Di doza PKK’ê de têkoşîna li dijî çekên kîmyewî, bi serê xwe têkoşînek ji bo parastina mirovahiyê ye. Wek her demî di destpêkê de ev sekna li dijî çekên kîmyawî nehat fahmkirin ku ji bo hemû mirovahiyê ye. Wisa dihat fêmkirin ku bi tenê ji bo parastina Gerîlla nerazîbûn tê nîşandan. Lê piştre hat fêmkirin, ji bo ev çekên sûcên şer, li cîhanê neyê hilbirandin û bikaranîn, ev têkoşîn tê kirin.

Hin kesên wek Şebnem Korur Fîncanci ku xwedî wijdan dîtin ku ev têkoşîna li dijî çekên kîmyawî ji bo evlekarya hemû cîhanê ye.

 

Dîsa li Ewropayê li kolanan bi rojane meş mîtîng û protesto hene. Li kêleka Kurdan gelek aktivîstên mafê mirovan jî hene. Kurd bi têkoşîna xwe ya li dijî çekên kîmyewî, sazî û dezgehên ku li dijî kîmyasalê hatinin avakirin, şiyar dikin.

Êdî ew peymanên ku ji bo parastina mafên mirovan hatibûn îmzekirin, wate û girîngiya xwe ji dest dan. Erk û mîsyona xwe ya fermî li derahan a wijdanî jî ji dest dan.  Ji aliyên dewletan ve têne fînansekirin li ser deriya tabelaya wan û di arşîvan de jî hin îmzeyên sexte mane.

 

Doza PKK’ê îroj ji kolanên Îranê bigire hetanê hemû deveran, banga wijdana mirovahiyê dike. Di dewsa hemû “peymanên mafê mirovan”, alternatîf û çareseriyên nû yên ji paradigmaya Rêber Apo hatine hunandin pêşkêş dike.

Doza PKK’ê ji hemû peyman û  saziyên mafê mirovan zêdetir, tevgerek wijdanî ye û bangî wijdana mirovahiyê dike.