Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Serhildana gel li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bênavber dewam dikin

30/10/2022
in NÛÇE
A A
Serhildana gel li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bênavber dewam dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Serhildanên gel yên li dijî rêjîma Îranê roj bi roj mezintir dibin û navenda wan serhildanan jî  bajarênê Rojhilatê Kurdistanê ne. Li gorî Rêxistina Efûyê ji 26 heta 28 cotmehê ve herî kêm 8 xwepêşander li ser destê rêhjîmê hatine kuştin

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Ji ber kuştina keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî, ji 16’ê Îlonê ve heta niha gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê  ji kolanan venekişya ye.

Di roja çarşemê 26’ê Cotmehê de ku çilrojiya şînê ya Jîna Emînî bû, li Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan gihîştin asteke nû. Tevî gef û êrîşên hêzên rêjîma Îranê jî,  bi deh hezaran kes daketin qadan  û li dijî rêjîma Îranê silogan avêtin.

Di 27’ê Cotmehê  de li bajarên Mahabad, Bokan, Pîranşar, Serdeşt, Bane, Seqiz, Dîwander, Dêwlan, Kamyaran, Sine, Kirmaşan û Îlamê yên Rojhilatê Kurdistanê û li gelek bajarên din çalakî hatin lidarxistin.

Li Mahabadê hêzên rêjîmê  gule berdan girseya gel. Gelek sazî û bankayên dewletê ji aliyê gel ve hatin şewitandin. Avahiya qeymeqamtiyê jî ji bo demekê kete bin kontrola xwepêşandêran. Hate ragihandin ku di êrîşên hêzên rêjîmê  de gelek xwepêşandêr hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Li bajarê Baneyê di êrîşa hêzên dewletê de herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn. Li bajarê Dîwanderê, ji ber çilrojiya şînê ya kuştina 2 kesan çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Li bajarê Xuremawa ya Loristanê, Nîker Şakeremî di çilrojiya qetikirinê de hate bîranîn. Li bajarê di çalakiyên şermezarkirinê de dirûşmên li dijî dewletê hatin qîrîn û hêzên çekdar ên dewletê fîşek berdan girseya gel.Li bajarên Birucêrd û Miyandwawê yên Loristanê jî çalakiyên şermezarkirinê dewam kirin.Li gelek bajaran hêzên Îranê li hemberî berxwedana gel neçar man xwe vekişînin.Li bajarên Kerec, Meşhed, Erak, Şuş, Zahidan û gelek bajarên din ên Îranê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji êvara Çarşemê ve  26 Cotmehê heta 28 wê mihê , li Rojhilatê Kurdistane herî kêm 8 kes hatin qetilkirin. Yek ji bajarên ku hêzên Besîc ên paramîlîter hatin bikaranîn jî bajarê Amol ê li eyaleta Mazandaran e. Li vî bajarî 2 endamên Besîc hatin kuştin. Li gorî rêxistinên mafên mirovan û muxalîfan, ji 16’ê Îlonê û vir ve ji 234 heta 260 kesî hatin qetilkirin ku 29 ji wan zarok bûn. Xwepêşandan li nêzî 200 bajarî belav bûn û bi deh hezaran kes hatin destgîrkirin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.