Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Çalakiya Şehîd Bêrîtan plana xayina têk bir`

26/10/2022
in ROJEV
A A
`Çalakiya Şehîd Bêrîtan plana xayina têk bir`
Share on FacebookShare on Twitter

Ferîda Omer-Şehba

Endama Kordînasyona Kongra Star ya Efrîn û Şehbayê Necah Hisên tekez kir ku, şehîd Bêrîtan sembola jina berxwedêr e û çalekiya wê bersiva xeta xiyanetê ye û bang li hemû jinan kir ku li ser şopa Şehît Bêrîtan tekoşîna xwe xurtir bikin.

Di 25’ê Cotmeha 1992’an Fermandara gerîla di şerê Başûr de ku weke şerê xiyanetê, tê binavkirin, dema ji aliyê pêşmergeyan ve tê dorpêçkirin, heta guleya xwe ya dawî şer dike û ji bo nekeve dest wan de çalakiyeke fedayî pêk tine.

`Riya azadiya jinan ronî kir`

Bi wesîleya Salvegera 30’an ya şehadeta fermandara PKK’ê Bêrîtan (Gûlnaz Karataş) Endama Koordînasyona Kongra Star ya Efrîn û Şehbayê Necah Hisên, şehîda Bêrîtan bi bîr anî û got, Bêrîtan bû sembola xeta jinên berxwedêr.

Necah Hisên axaftina xwe wiha domand: “Şehîd Bêrîtan xwedî dîrokeke dirêj ya têkoşîna şoreşgerî ye. Lewra têkoşîna şehîd Bêrîtan, bû ronahiya rêya azada hemû jinan. Bêrîtan li hember hişmendiya ku ji jinan re dibe kelem, li ber xwe da û bû sembola jina azad. Jinên ku niha li ber xwe didin û tê dikoşin, moralê xwe ji lehengiya şehîd Bêrîtan girtin e.”

`Ji bo parastian maf û doza welat, xwedî hêz in`

Necah Hisên diyar kir ku berxwedana jinan yên di sedsala 21’an de li ser doza Bêritanan gihiştiye lûtkeyê û wiha got: “Gelek jinên berxwedêr yên ku bûn pêşengê rêya azadiyê yên mîna Sakîne Cansiz, Fîdan, Bêrîtan, Zîlan, Ruken û Saryan bi têkoşîna xwe ji dijmin re diyar kirin ku, ji bo  parastina mafê jin û doza welatê xwe, ew jî xwedî hêz û îraden e.”

Necah wiha berdewam kir: “Jin reng û hêza xwe di sedsala 21’an de xurt kir da ku ev sedsale bibe sedsala azadiya jinan. Wekî ku herkes dibîne ku li çiyayên azad jin, destan û dîrokê dinivîsinin. Li hemû qadan dengê jinan û serhildanên wan ên li dijî rejîma zilamê desthilad û faşîst, dengvedidin.”

`Çalakiya şehîd Bêrîtan siyaseta PDK’ê ya li ser xiyanetê hatî avakirin têk bir`

Necah Hisên bal kişand ser xeta xiyanetê ku heta îro ji aliyê PDK’ê ve tê meşandin û wiha got: “ PDK`ê ji dîroka xwe ve xeta xiyanetê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî, li ser xwîna gelê Kurd, di domîne. Lê çalakiya şehîd Bêrîtan helwestek şoreşgerî û zelal bû ku 1992’an ew têk birin. Herwiha xeta Bêrîtan niha ji aliyê gerilayên Zap, Avaşîn û Heftanînê tê domandin û bi vê xetê darbeyên herî mezin li dijminê hov didin.”

`Hêza jinê hêza civakê ye`

Necah Hisên bang li tevayîya jinan kir ku, ser şopa şehîd Bêrîtan kar û xebatên xwe xurttir bikin û got, Îro em rûb û tû hemû rêbazên şer yên qirêj tên. Ev şerê qirêj teybet li dijî vîn û tekoşîna azadiya jin e. Lewra hêzên serdest û desthiladar, hewl didin hebûn û nasnameya jinê ji hole rakin û jinê bi sîstema DAIŞ’ê bimeşînin.  Ji ber wê divê jin bi berxwedan û têkoşîna xwe planên xayînan têk bibe û Rêber Apo azad bike û tekoşîna azadiyê bi ser bêxe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.