Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Dewleta tirk ji bo qirkirina gelê azad, biryarên navneteweyî bin pê dike`

26/10/2022
in ROJEV
A A
`Dewleta tirk ji bo qirkirina gelê azad, biryarên navneteweyî bin pê dike`
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed-Qamişlo

Gelê azadîxwaz li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, helwesta xwe ya li hember êrişa dewleta tirk ya bi karanîna çekên kimyewî yên ser gerîlanyên azadiyê, nîşan didin. Welatiyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku, dewleta tirk parêzvanên azadiya gel bi planên xwe yên qrêj, şehêd dixe.

Di êrişên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî de jî, dewleta tirk ya dagîrker çekên kimawî li dijî şervan û sivîlan bi kar anî bûn. Niha jî carek din dewleta tirk ya faşist, bi hişmendiya xwe ya qirkirina gelê Kurd bi planên xwe yên qirêj li dijî gerîlayên azadiyê, li ber çavê hemû cîhanê çekên qedexekirî yên kimyawî, bi kar tîne. 18’ê Cotmehê Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (HPG’ê) nasnameya 17 şervanên xwe yên di êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta tirk ya dagîrker de şehîd bûne, eşkere kir.

Li bakur û rojhilatê Sûriyê, gelê herêmê bi silogana `Bijî Berxwedana Gerîla` meşên girseyî li dar dixe. Roja yekşemê jî, Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê bi tevlîbûna hemû weletiyan, meşek li dar xist. Di meşê de Endama Kordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Ekaz Başa û Hevseroka Yekîtiya Odeyê Bazirganiyê ya bakur û rojhiltê Sûriyê Leyla Ibrahîm ji rojnameya me re axivîn.

`Ramanên Rêbertiyê û bexwednana gerîla, çareserkirina aloziya ne` 

Endama Kordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Ekaz Başa diyar kir ku, dewleta tirk di êrişên xwe de ne tenê gelê Kurd dike armanc, ew dixwaze aramiyê herêmê û Projeya Demokratîk ya biratiya gelan têk bibe. Başa axaftina xwe wiha domand: “Ev ne cara yekê dewleta tirk biryarên navneteweyî ji bo qirkirina gelê azadîxwaz, bin pê dike. Ji bo têkbirina planên dewleta tirk ya dagîrker, divê gelê herêmê bi taybetî gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê li ser piya be û li berxwedana gerîla xwedî derkeve. Lewra gerîla ji bo parastina me ji qirkirinê, canê xwe feda dikin.”

Ekaz Başa got, em wek saziyên civaka sivîl, heta dawiyê emê piştgirya gerîlayên azadiyê bikin û axiftina xwe wiha domand: “Bila dewleta tirk ya dagîrker û hevalbendên wê baş bizanibin ku wê bi saya ramanên Rêber Apo û berxwedan gerîla, aloziya Rojhilata Navîn wê çareser bibe. Lewra ev pergaleke demokratîk e û mafê hemû pêkhateyan diparêz e.

Endama Kordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Ekaz Başa, di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistin û saziyên mafê mirova kir ku, çavê xwe li ser zilm û zora ku li gelê Kurd tê kirin, vekin. Herwiha di şexsê her 17 şehîdên gerîla hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û sersaxî ji malbatên wan re xwest.

`Hebûna gerîla hebûna gelê Kurd e`  

Hevseroka Yekîtiya Odeyê Bazirganiyê ya bakur û rojhiltê Sûriyê Leyla Ibrahîm, êrişa çekên kîmyawî ya dewlet tirk li dijî gerîla, şermezar kir û got, dewleta tirk û hevalkarên wê, hêz û parêzvanên rûmetê gelê azadîxwaz, şehîd dixînin. Herwiha Leyla bang li dewletên navneteweyî kir ku, helwesta xwe li hember van êrişan, zelel bikin. Û axiftina xwe wiha domand: “Dewleta tirk bi çi heqî bi çekên kimyewî êrişî Herîmên Prastina Medyayê dike! Bi çi heqî gerîlayên ku ji bo parastina mafê gelê xwe têkoşîn dike şehîd dixe!”

`Dijminê bav û kalan, nabe dostê lawa` 

Leyla Ibrahîn hevkariya Partiya Demokratî Kurdistan (PDK)`ê jî şermezar kir û wiha got: “Yê ku em ji wan re dibêjin birayê me, îro bi hevkariya xwe ya bi êrişên dewleta tirk re, dibe şirîkê kuştina birayê xwe. Li her du aliyên sînorê (Tirkiye û Îran) Hikumeta Herêmê Kudistanê rêya hêzên serdest yên desthiladar yên êrişên wan vekirîne û ew jî êrişê hemû nirxên gelê Kurd deke. Divê PDK`ê van êrişa red bike, lewra hebûna projeya demokratîk hebûna wê ye jî.”

Hevseroka Yekîtiya Odeyê Bazirganiyê ya bakur û rojhiltê Sûriyê Leyla Ibrahîn, sersaxî ji mabatên şehîdan re xwest û bi gotina pêşiyan ya ku dibêje, ‘dijminê bav û kalan, nabe dostê lawan’ axaftina xwe bi dawî kir.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.