Rojnameya Ronahî

Partiyên Siyasî : Divê hikumeta Şamê heb[na dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyê qebûl neke

Kordînasyona Ofîsa Têkiliyên Partiyên Siyasî Ya herêma Efrînê bang li hikumeta Şamê kir ku nebe hevkarê planên dagirkeriya Tirk û got, divê hikumeta Şamê hebûna dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyê qebûl neke.

Zana Roj/ Şehba

Di 24 ê Cotmehê de, Kordînasyona Ofîsa Têkiliyên Partiyên Siyasî Yên herêma Efrînê, derbarê derbasbûna Cebhet AL Nusra ji Efrîna dagirkiriyê re û planên dewleta Tirk ya dagir daxuyaniyek da. Di daxyaniyê de planên dewleta Tirk ya dagirker yên ser xaka Sûriyê hatin şermezarkirin û bang li hikumeta Şamê hat kirin ku deriyê xwe ji tevayiya gel û partiyên Sûrî re veke.

Daxuyanî li parka Ehdasê ji aliyê Welîd Dengelî ve hat xwendin.

Di naxyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi riya pişgirtiya komên çete weke DAIŞ û Heit Tehrîr el-şam ( Cebht Al-Nûsira), bi awayekî  eşkere dest davêje nav kêşeyên hindirîn yên  Sûriyê û wiha dewam kir: “Bêdengiya hikumeta Şamê û hikumetên Erebî bandorekê neyênî li ser gelên herêmê dike. Êdî Sûriyê gihîşt astekî ku kes nikare pêşeroja wê texmîn bike.”

Partiyên siyasî dan xuyakirin ku di demên dawî de wan dît ku çawa li ber çavên dinyayê dewleta Tirk çeteyên  Al-Nûsira ya ku li ser lîsteya terorê  ye, derbasî hin herêmên Bakûrê Sûriyê kir û bi taybetî li herêma Efrînê ew bicih kir. Em jiu hikumeta Şamê dixwazin ku nekeve xefka dagirkeriya Tirk û deriyê  danûstandinê bi hemû gelên Sûriyê re, ji bo çareserkirina kirîza heyî veke. Herwiha Em ji hemû kesên xwedî rûmet û welatparêz yên li herêmên dagirkirî daxwaz dikin ku nekevin xefka dewleta Tirk ya dagirker de.  Herhiwa em ji civaka navnewletî daxwaz dikin ku zextê li ser dewletên xwedî bandor li ser biryara Tirkiyê bikin ku êdî mudaxeleya dewletên derdor neke.”