Rojnameya Ronahî

Besê Hozat: Li Rojava divê civak ji bo Şerê Gelê Şoreşgerî amade be

Navenda Nûçeyan

Besê Hozat diyar kir ku  dewleta Tirk ya dagirker  dixwaze rêveberiya Xweser têk bibe û got, Eger li Rojava şerê gel ê şoreşgerî pêk bê, gel bi temamî tevlî vî şerî û têkoşînê bibe, wê dewleta Tirk derba herî giran bixwe.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe de ya li gel Medya Haber TV, rewşa li Îranê, Iraqê, Sûriyeyê, Rojavayê Kurdistanê û siyaseta desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li hemberî Elewiyan nirxand.

`Elewîtî baweriyeke demokratîk e, azad e û xwedî edalet e`

Besê Hozat diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê polîtîkaya dewletê ya sed salî ya li dijî Elewiyan gihandiye asta herî bilind û got: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê  Elewîtiyê weke baweriyê jî qebûl nakin. Li gorî vê ferasetê, Elewîtî çandeke ku di nava sînorekî teng de ye. Hinek hene ku bi vê polîtîkayê dixapin. Erdogan çû, hinekan ew pêşwazî kirin. Tê gotin ku heta astekê serlêdan li Wezareta Çandê hatiye kirin. Yên ku van dikin, bi gotina Elewiyan dibêjim; hemû ketî ne, xayin in, noker in. Ti eleqeya wan bi Elewîtiyê, bi çanda Elewîtiyê, bi baweriya Elewîtiyê nîne. Elewîtî baweriyeke demokratîk e, baweriyeke azad e, baweriyeke xwedî edalet e. Elewiyekî ku cihê xwe li gel desthilatdariyeke faşîst, nijadperest û neteweperest bigire, ti eleqeya xwe bi rastî, çandî û kevneşopiya Elewîtiyê nîne. Divê Elewî vê rastiyê bibînin.”

`Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ mêr û civakê diguherîne`

Besê Hozat di dewama axaftina xwe de xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nirxand û got, “Jin û gelên Îranî li dora Jîna Emînî li hev kom bûn. Zêdeyî meheke serhildan heye. Di dîroka nêz de yekemcar bi vî rengî dibe. Beriya niha li Îranê di vê astê de serhildan nebûbû. Jinan wesfê vê serhildanê zêde kir. Civaka Îranê civakeke dayiksalar e. Fars û Kurd gelên xizmên hev in. Bi sedan, bi hezaran salan di heman konfederasyonê de bi hev re jiyan.

Besê Hozat da zanîn ku  dirûşmeya `JIN JIYAN AZADÎ` li çar aliyê cîhanê belav bû  û wiha got: “Serhildan bi kûrahî dewam dike. Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ mêr diguherîne, civakê jî diguherîne. Ev dirûşm li cîhanê belav bû. Li çar aliyên cîhanê, li hemû welatên herêmê çalakî bi vê dirûşmê têne lidarxistin. Jiyaneke ku xwe nespêre jin a azad, jiyaneke bi koledarî ye. Jiyana ku xwe bispêre jin a azad, jiyaneke rasteqîn e. Ev dirûşm nîşaneya vê yekê ye. Divê Îran bersivê bide daxwazên jinan, civakê û gel.”

`Wê li Iraqê kaos dewam bikin`

Besê Hozat rewşa siyasî  ya herî dawî ya Iraqê nirxand û wiha got: “Iraq bi dehan salan bû qada şerê hegemonya Îran û Emerîkayê. Îngilistan, welatên Ewropayê, Tirkiye û gelek dewletên din Iraqê tevlîhev dikin. Tirkiye li ser berjewendiyên xwe Tirkmenan bi rêxistin dike, kaosê giran dike. Kerkuk Başîka ji xwe re kiriye baregeh, ji ailyê siyasî, aborî û leşkerî ve Iraqê tevlîhev dike. Birêz Dr. Letîf Reşîd weke Serokkomar hate hilbijartin,  Em li bendê ne ku bi roleke erênî rabe. Li hemberî polîtîkayên Neo-Osmanî û dagirker ên dewleta Tirk, girîng e ku dewleta Iraqê helwesteke cidî nîşan bide. Hikumeta bi serokatiya Sûdanî dibe ku ava bibe, li Iraqê bi avakirina hikumetê re kaos zû bi zû çareser nabe. Rageşiya li Bexdayê dibe ku kêm bibe, lê kaosa li Iraqê wê dewam bike. Ji ber ku her kes wê bixwaze hikumeta ava bibe li ser bingeha berjewendiyên xwe bi rêk û pêk bike. DYE, Îran, Tirkiye wê hewl bidin ber bi aliyê xwe ve bikişînin.

`Dagirkeriya Tirk dixwaze Başûr û Rojava desteser bike`

Besê Hozat balkişand ser roşa bakur û rojhilatê Sûriyê û wiha got: “Dewleta Tirk ya dagirker dixwaze bakurû rojhilatê Sûriyeyê tasfiye bike. Dixwaze li van qadan dewleteke çete ava bike. Bêguman ji Rûsya û Îranê re nabêje ‘ez dewleteke çete ava dikim’. Rêveberiya Xweser weke pirsgirêkê nîşan dide. Dibêje, ‘Eger hûn di vê mijarê de piştgiriyê bidin min, ez ê jî di mijara Ûkrayna, Idlib û Esad de hin tawîzan bidim we, peyama vê yekê dide. Lê belê bi esasî plana dewleta Tirk Mîsakî Mîllî ye. Dixwaze Başûr jî, Rojava jî tevlî Tirkiyeyê bike û desteser bike. Vê yekê jî bi qirkirina Kurdan dike.

`Divê civak ji Şerê Gelê Şoreşgerî re bê amadekirin`

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat  da zanîn ku divê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê siyaseteke bi bandor, dîplomasî û têkoşîneke xurt bimeşîne û wiha dewam kir: “Li Rojava ji 7 heta 70 salî divê civak teqez ji şerê gel ê şoreşgerî re bê amadekirin. Eger em karibin li Rojava şerê gel ê şoreşgerî pêk bînin, gel bi temamî tevlî vî şerî û têkoşînê bikin, her ferdên civakê mîna QSD’ê têbikoşe, seferber bibe, hingî ev plan wê teqez têk biçe û dewleta Tirk jî derba herî giran bixwe.”