Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

BI RIHÊ 1’Ê MIJDARÊ EM PIŞTGIRIYA GÊRÎLA BIKIN

26/10/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
PDK ji şerê bi PKK`ê re ditirse!
Share on FacebookShare on Twitter

DILYAR CIZÎRÎ

Çend rojên din salvegera 8’an a 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ye. Ew roj di dîroka gelê kurd a tekoşîna azadiyê zêde bû û bû hêmana bingehîn a têkçona DAIŞ’ê. Di heman demê de derbeyek mezin li piştevanê wan jî hat xistin.

Di wê rojê de li çar hêlên cîhanê demokrat, sosyalîst, rewşenbîr, nivîskar û hunermend ji gelên cuda bi bi milyonan mirov, derketin kolanan û destek dane berxwedêrên Kobanê. Ew roj ji gelê kurd re pêngaveke nû ya serkeftinê bû.

Îro gelê kurd li bendê ye ku pêşwaziya 1’ê Mijdarê bike. Dewleta Tirk a hebûna xwe bi qirkirina gelê kurd ve girêdaye, bi her awayekî êrişên xwe didomîne û dixwaze dawî li tekoşîna azadiyê ya gelê kurd bîne.

Êrişên li dijî Gêrîla derxistiye asta herî jor û çekên kîmyawî û cûreyên din ên çekên qedexekirî bikar tîne. Em dinêrin rojane ji herêmên Zap, Metîna û Avaşîn dîmenên êrişên hovane yên dewleta Tirk tên belgekirin û bi raya giştî re tê parvekirin. Lê mixabin hîn jî cîhan û civaka navdewletî û taybet jî saziyên qedexekirina çekên kîmyawî, çavên xwe ji vê rastiyê re digirin.

Ev jî piştevaniya wan a bi dewleta Tirk re nîşan dide. Di heman demê de êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi gelek rê û rêbazan bi armanca valakirina herêmên Rêveberiya Xweser û têkbirina aramiyê, bê navber dewam dike.

Li aliyê din jî zext û zordariya li dijî Bakurê Kurdistanê derxistiye asta herî jor. Plan û êrişên dewleta Tirk ên li hemû aliyan, di çarçoveya yek planî de pêk hatiye. Bingeha wan jî tecrîda girankirî ya li Imralî yê ye.

Li beranberî êriş û planên dewleta Tirk, gelê kurd li ser piya ye û di nava tevger û çalakiyan de ye. Niha em dinerin li dijî bikaranîna çekên kîmyawî û ji bo piştevaniya berxwedana gêrîlan, li hemû aliyên cîhanê çalakiyên gel têne lidarxistin.

1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê gel bû stûneke bingehîn a piştevaniya şervanên YPG/YPJ’ê û tekoşîna li dijî DAIŞ’ê ku piştevanê wê ya herî mezin dewleta Tirk bû, bi serket û di encam de  DAIŞ li Baxozê di aliyê leşkerî de hat şkandin.

Niha jî pêwîstî pê heye ku bi rihê 1’ê Mijdarê ev pêvajoye veguhere pêngaveke din a piştgiriya gêrîlayên azadiya Kurdistanê yên di şert û mercên herî zehmet de li dijî alav û teknîna pêşketî ya dewleta Tirk û kîmsalê, li ber xwe didin.

Ji hemû gelê kurd û dostên wan tê xwestin ku di 1’ê Mijdarê de, rihê berxwedanê derxin asta herî jor. Divê saziyên qaşo ji bo qedexekirina çekên kîmyawî hatine avakirin û niha erka xwe pêk nayînin, mecbûr bibin ji bêdengiya xwe derkevin.

Em ji bîr nekin ku hêzên gêrîla berxwedana Kobanê geşkirin û rola wan a serkeftina Kobanê ya sereke bû.

Niha ji her kesî tê xwestin ku bi rihê 1’ê Mijdarê li dijî bikaranîna kîmsyalê û şehîdxistina gêrîlayan, erk û berpirsyariyên xwe pêk bînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.