Rojnameya Ronahî

Jinan bikar anîna çekên kîmyewî şermezar kirin

Navenda Nûçeyan

Dayîkên Aşîtiyê ya navçeya Til Temirê û Yekîtiya Hiquqnasên Herema Cizîre bikar anîna çekên kîmyewî şermezar kirin.

Dayikên Aşîtiyê li Til Temir û Yekîtiya Parêzeran û hiqûqnasên Herêma Cizîrê bi daxyuaniyan êrişên dewleta Tirk yên Kîmyawî yên ser qadên gerîla şermezar kirin û bang li rêxistinên navnetewyî kirin ku bêdeng nemînin.

Dayîkên Aşîtiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di van demên dawî de ew bûn şahidê êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser çiyayên Kurdistanê ku li hemberî hemû çekên qirkirinê jî em şahidiya berxwedana dîrokî a hêzên gerîla dikin û wiha gotin: “Armanca van hemû êrîşan vemirandina agirê şoreşa her çar aliyên Kurdistanê û qirkirina Kurdan bi hemû rêbazên mirovahiyê yên hovane ye. Lê li çiyayên Kurdistanê hêzên gerîla bi ser dikevin û dîroka navên 17 lehengan dinivîsin.”

Dayîkên Aşîtiyê dan xuyakirin ku agirê şoreşê yên ku bi berxwedan û şehadeta xwe rêya azadiyê geş kirin, ji ber vê yekê ye ku divê hemû cîhan wateya berxwedan û azadiya rasteqîn a li çiyayên Kurdistanê dibihîzin û nas bikin ku Kurd li rêya azadî û aştiyê digerin û wiha domandin: Divê ku dengê me bighêje hemû rêxistinên mirovî, hiqûqî û koalîsyona navdewletî ji bo rawestandina êrîşên hovane yên faşîst ên Tirk ên li ser herêmên parastina medya yê.”

Dayîkên Aştiyê banga piştgiriya gerîla kirin û wiha gotin: “Werin em bibin piştevanê kur û keçên xwe yên gerîla, em layiqî fedekarî û cesareta wan bin, em bibin yek deng û hêzeke bêhempa, da ku hemû hêzên emperyalîst û hegemoniya cîhanî têk bibin, planên wan pûç bikin û şer û şoreşa xwe li hember dijminên mirovahiyê bi ser bixînin.”

Herwiha Yekîtiya Parêzeran û hiqûqnasên Herêma Cizîrê li pêşiya Meclisa Edaleta Civakî ya li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi amadebûna bi dehan hiqûqnasan, daxuyaniyek dan.

Daxuyanî ji aliyê Endama Meclisa Edaleta Civakî Selma Silêman ve hat xwendin û wiha got; “Li ser axa Kurdistanê heta roja îro 2 hezar û 476 car bombeyên qedexekirî û çekên kîmyayî piştî wergirtina piştgiriya PDK ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatine bikaranîn. Di encamê de 153 şervanên Hêzên Parastina Gel ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk bi bawerî û îradeyek xurt li ser xeta şehîdan bi ser ketin, şehîd bûn. Qanûna navneteweyî ya mirovahî bi giştî bikaranîna çekên ku dibin sedema birîndarbûn û êşên nehewce. Her wiha bikaranîn, hilberandin, embarkirin an firotina her cure çekên qedexekirî yên biyolojîk û kîmyayî qedexe dike, lê tevî vê yekê jî dewleta tirk wan li ser gelê me û xwezaya me bi kar tîne.”

Di daxuyaniyê de bang li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û rayedarên pêwendîdar hat kirin ku li hember binpêkirinên dewleta Tirk, rawstin , herwiha ji Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî daxwaz kirin ku dewleta Tirk ji sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê bê darizandin.