Rojnameya Ronahî

‘Bêrîtan ronahiya jiyana azad e’

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Şehît Bêrîtan (Gûlnaz Karataş) li dijî xiyanetê bû xeta berxwedanê. Niha jî bi hezaran gerîlayên azadiyê  li Avaşîn, Zap û Metînayê li dijî xeta xiyanetê bi ruh û îradeya Bêrîtan re bûyine yek û li dîjî hovîtiya dewleta tirk û xiyaneta PDK’ê şer dikin

Gûlnaz Karataş (Bêrîtan), di sala 1971’î de li Çewlikê tê dinê û li wir mezin dibe. Di sala 1989’an de li Zanîngeha Stenbolê fakulteya Zanistî û Bazirganî beşa îngilizî dest bi xwendinê dike. Di sala 1990’î de bi destgirtiyê xwe re tevli nava refên gerîla dibe û di Cotmeha sala 1992’yan de wek fermandara taximê, derbasî herêma Xakurkê dibe. di heman sale de dewleta tirk dîsa şerekî bi hevhariya PDK’ê re destpê kir û xwastin di vî şerî de bi rêya xiyanetê PKK’ê û tekoşîna azadiya gelê kurd têk bibin. Şehît Bêrîtan bi israra xwe tevlî tekoşîna li dijî vî şerî bû.

Bêrîtan bû xeta li dijî xiyanetê û mohra xwe li dîrokê xist

Bêrîtan di sala 1992’yan de di şerê li dijî xiyanetê û dewleta tirk de, xeta teslîmiyetê red kir û heta guleya xwe ya dawî şer kir. Hêzên xayîn banga ‘Were teslîm bibe, em ê tiştekî bi te nekin’ dikin. Lê ew dibêje, ‘ ezê ti caran teslîm nebim’. Piştî ku guleyên wê xilas dibin, ji bo çeka wê jî nekeve destê dijmin, çeka xwe parçe parçe dike û wekî jinên Dêrsimê yên ku teslîmiyet qebûl nekirîn bi tilîliyan, xwe ji zinar de diavêje. Bêrîtan bi vê sekn û helwesta xwe, mohra xwe li dîrokê xist. Li dijî xiyanetê bû xeta berxwedanê û tekoşînê.  Piştî şehadeta Bêrîtan bi salekê, artêşbûna jinan hat ragihandin. Ji ber vê yekê Gûlnaz Karataş (Bêrîtan) wek pêşenga artêşbûna jinan tê dîtin. Herwiha di PKK’ê de artêşbûna jinê ne tenê weke hêzekê leşkerî tê dîtin, weke hêza bingehîn ya afirandina kesayet û nasnameya jin û civakê ya bingehîn tê dîtin.

Bêrîtan beriya 30 salî bi çalakiya xwe li dijî xeta îxaneta ku her tim bibû têkçûna berxwedana gelê kurd, bû xeta berxwedan û tekoşînê.  Ew evîndara azadiyê bû, heta roja şehadeta xwe bi sekn, fikr, şer û helwesta xwe bû pêşenga tekoşîna azadiyê. Ew bi îradeya xwe ya xurt nîşanî hemû hevalên xwe da ku jinên şer bikin rûmeta xwe diparêzin û azad dibin. Niha jî bi hezaran gerîlayên azadiyê  li Avaşîn, Zap û Metînayê li dijî xeta îxanetê bi rih û îradeya Bêrîtan şer dikin û bi xwîna xwe, evsaneyên berxwedanê dinivîsin.

Rêber Apo: Sekna Bêrîtan, rûmet û berxwedana mezin ya jinan e

Rêber Apo di nirxandineke xwe de dibêje ‘Kesên şer dikin azad dibin, dema azad dibin bedew dibin û dema bedew dibin, tên hezkirin’. Rêbertî di vê nirxandina xwe de behsa bedewbûneke fîzîkî nake, behsa bedewbûneke fikrî dike.

Piştî şehadeta Bêrîtan, Rêber Apo sekna wê nirxand û ji bo hemû jinan ev perspektîf da: “Keçek hebû bi navê Bêrîtan, ji gundekî nezî Karakoçanê bû, nameyek ji min re nivîsîbû. Keçek pir kûr û xwedî hêzeke entellektûel bû. Pêşmerge bang lê dikin, dibêjin ‘radest bibe em tiştekî ji te nakin, em te nadin destê dewleta tirk û îşkenceyê li te nakin’. Lê ew teslîmî neteweperestiya kevneperest û pavşerûtiya kurd nabe. Bêrîtan teslîmiyetê ji xwe re qebûl nake, ji ber vê xwe ji zinaran de diavêje. Ev yek ne xwekujî, çalakiya herî mezin e. Xeta azadiyê ya ku ez esas digirim, ev e. Parastina rûmeta azadiyê ya wê, deynê ser milê me ye. Ev jî prensîba min e. Bêrîtan li dijî paşverûtiya kurd û neteweperestiya kevneperest, bi qehremanî li ber xwe da. Ev ji bo min diyarker û prensîb e. Ya Bêrîtan kiriye rûmet û berxwedana mezin a jinan e. Xeta Bêrîtan li gel me şêwazek e û ji bo me wesiyet e. Ez neferekî vê xetê me. Dê jin xeta Bêrîtan bişopînin. Heya aştiya birûmet neyê, dê vê xetê bidomînin. Ji bo min ya girîng, şerê li ser xeta Bêrîtanê ye. Ew peyam û bangawaziye ji bo me, ma dibe ku em Bêrîtanê ji bîr bikin!”

Niha jî li her deverê Kurdistanê û cîhanê, bi hezaran keç û xort li ser perspektîfa Rêbertî ya şer û bedewbûnê, li dijî hemû êrîşên dagirker li ber xwe didin.

Jinên ku ji bo azadiya xwe şer dikin tên hezkirin

Jinên ku ji bo azadiya xwe şer dikin her tim tên hezkirin. Jinên kurd bi Bêrîtanan re fêrî bedewbûnê bûn û hê jî dibin. Jinên ku ji bo azadiya gelê xwe bi fedayî şer dikin, tirsa herî mezin ya dijmin e. Niha di roja me ya îro de jî, dîsa li her dera Kurdistanê şerê li dijî xeta xiyanetê bi berxwedana Bêrîtan tê meşandin. Teybet şerê ku niha li gerîla li herêmên parastina media li dijî çakên herî pêşketî yên natoyê û çekên kîmyawî, berdewamiya şerê Şehît Bêritane û ev şere bi vîn bîryara Bêrîtana tê kirin. Xeta Gûlnaz Karataş bi israre ku wê bi ser bikeve.