Rojnameya Ronahî

Fermandariya Biryargeha NPG’ê peyameke pîrozbahiyê weşand

Navenda Nûçeyan

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) peyameke pîrozbahiyê ji bo şervan û fermandarên Pêngava Şehîd Diljîn-Şehîd Şervan Êrkendî yên Egîdên Botanê, weşand.

NPG`ê di peyama xwe de diyar kir ku 13’ê Cotmehê li qada Kato Xelîla ya navçeya Şax a Wanê, li dijî dagirkeran bi rê û rêbaza serdema nû çalakiyeke koordîneyî ya gerîla hate lidarxistin û wiha got: “Tîmên YJA Starê yên bi tevger, ji sê baskan ve bi çekên ferdî li yekîneya dagirker xistin. Di encamê de 10 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.”

NPG`ê da xuyakirin ku çalakiya YJA Starê ya serketî careke din raxist pêş çavan ku rêbaza tîmê pispor ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, teqez encamgir e û wiha got: “Dewleta Tirk ya mêtinger bi rêya medya xwe ya şerê taybet derba giran a ku xwar, hewl da veşêre û tenê kuştiyekî xwe yê di vê çalakiyê de eşkere kir. Tîmên bi tevger ku ji nişka ve li her deverê derbên xurt li dijmin dixin, bi vê çalakiyê jî Pêngava Şehîd Diljîn-Şehîd Şervan Êrkendî ya Egîdên Botanê ya li qadê xurt kirin. Şerê tîm ê pispor ku rêbaza şer a demê ye bi rengekî rast û afirîneriyeke bilind, xistin meriyetê. Ev darbeya li dagirkeran hate xistin ku îdîa dikirin bi teknîkê li dijî gerîla serwer e, propagandayên şerê taybet ên dagirkeran ku xwe dispêrin derewan, careke din pûç kir û di performansa şer a Gerîlayên Azadiyê de bû mînakeke serketî ya hunera bicihanîna asta pêşketî ya taktîkê.”

NPG`ê da zanîn ku hêzên wan ku li Bakurê Kurdistanê li gel bi sedan operasyon û bi hezaran êrîşên dagirkeran xwe diparêzin û di heman demê de bi ruhekî bilind ê êrîşê û afirîneriya mezin a taktîkê çalakiyên bi bandor dikin, bi rengekî şênber raxistin pêş çavan ku rêbaza tîmên pispor ên bi tevger, meşa li ser xeta serketinê ye.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) di dawiya peyama xwe de hemû şervan û fermandarên tevlî Pêngava Şehîd Diljîn-Şehîd Şervan Êrkendî ya Egîdên Botanê bûne û bi serketine, pîroz kirin.