Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Li hember planên qirêj berxwedan û xwedîderketina li têkoşînê pêwîst e`

23/10/2022
in ROJEV
A A
`Li hember planên qirêj berxwedan û xwedîderketina li têkoşînê pêwîst e`
Share on FacebookShare on Twitter

Bêrîtan Çiya-Hesekê

Têkildarê êrişên dewleta tirk ya dagîrker yên li ser Rojava, Mihemed Haco diyar kir ku, dewleta tirk ji bo destkeftiyên Şoreşa Rojava têk bibe, bi rejima Sûriyê re, hevdîtina pêk tîne. Herwiha Mihemed got, dewleta tirk ji sîstema projeya demokrat, ditirse. Lewra roj bi roj êrişê xwe zêde dike.

Bi armanca têkbirina projeya demokratîk û guhertina demografiya herêmê, dewleta tirk ya dagîrker û çeteyên wê rojane gundên bakur û rojhilatê Sûriyê, bi çekên giran topbaran dike. Di encama topbarana de ziyanên herî mezin digihîn mal, milk û canê welatiyan. Dewleta tirk bi êrişên xwe yê hov dixwaze gelê herêmê koçber bike û Kurdistanê giş dagir bike.

`Armanc gelê herêmê gişti ye ne tenê gelê Kurd e`

Li ser mijarê Endamê Komîta Koçberên Serê Kaniyê Mihemed Haco ji rojnameya me re wiha axivî: “Dewleta tirk ya dagîrker û çeteyên wê hema bêje rojane gundên bakur û rojhilatê Sûriyê topbaran dikin. Herwiha kesayetên xwedîcih jî di riya MÎT’ên xwe ve dike armana xwe. Dewleta tirk êrişî tevayîya gelê herêmê yê aşîtîxwez û bi rûmet dike. Îro bi saya xwîna şehîdan û projeya Netewa Demokrat, gelê herêmê bi aramî jiyan dike, herwiha destkeftiyên herî mezin bi saya xwîna zarokên xwe, bi dest xistine.”

Haco got, dewleta tirk ji destpêka Şorşa rojava ve êriş dike, herwiha bi rêxistinkirina çeteyên mîna DAIŞ`ê bajarê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dagîr kir û kiryarên herî hov, li wan bajaran pêk tîne. Jixwe li hember van êriş û kiryaran, dewletên navneteweyî jî heta niha bêdeng in.

`Li keda parasvanên jiyana xwe xwedî derkevin`

Mihemed axaftina xwe wiha domand: “Rêveberiya Xweser tevî hemû êriş û derfetên kêm, karî rewşeke aram li herêmê bide çêkirin. Herwiha Rêveberiyê bi hezaran koçber pêşwazî kiriye. Dewleta tirk ya dagîrker bi êrişên xwe, dixwaze vê aramiyê têk bibe û rêveberiyê reş bike. Lewra ew dewleteke desthilatdar e û azadiya gel ji bo wê ne girîng e.”

Mihemed li ser hevdîtinên dewleta tirk û rejîma Sûriyê wiha got: “Dewleta tirk di salên borî de rejîma Sûriyê Beşar El-Esed miroveke sûcdar pênase dikir û digot, ‘em hevdîtinan bi rejîma Sûriyê re çênakin’. Niha ji bo qirkirina gelê herêmê bi taybetî gelê Kurd, dixwaze bi Esad re hevdîtin pêk bîne. Li hember van planan, divê gelê me hişyar be. Divê têkoşîn û berxwedana xwe xurttir bikin. Lewre yê ku mafê me diparêze û wê biparêze, pirojeya Netewa Demokrat e.”

Endamê Komîta Koçberên Serê Kaniyê Mihemed Haco axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Eger em di van demê dawî bi berxwedan, vîn û baweriya xwe danekevin qadan û gotina xwe nekine yek, emê nikaribin destkeftiyên xwe yê bi xwîna şehîdan hatine bi dest xistin, biparêzin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.