Rojnameya Ronahî

`PDK berpirsê yekê yê êrişên kîmyawî yên ser qadên gerîla ye`

Şaho Gabar / Qamişlo

Emîn Elîko diyar kir ku hêzên navnetewyî, hikumeta Iraqê û PDK`ê berpirsên êrişên kîmyawî ne û wê hisab ji wan bê xwestin. Herwiha bang li mirovên azadîxwaz kir ku li hemberî sûcên dijmirovî bêdeng nemînin.

Dewleta Tirk ya dagirker di 14’ê Nîsana 2022’yan de li hemberî gerîlayên PKK’ê li Zap, Metîna û Avaşînê dest bi êrişeke nû ya qirkirinê kir. Gerîlayên azadiyê jî bi vîn û baweriyeke mezin li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk, berxwedaneke dîrokî dimeşînin. Artêşa Tirk, ruxmê ku teknîka herî pêşketî a cîhanê li hemberî gerîla bikar tîne jî, nikare îradeya gerîlayan bişikîne. Berevajî armancên xwe, artêşa Tirk li hember berxwedana gerîla, li ber têkçûnê ye. Dewleta Tirk ya dagirker ji bo rê li ber vê têkçûnê bigire, li gel teknîka bilind her cûre çekên qedexekirî û çekên kimyewî bikar tîne. Li gor encamên şer ku Navenda Parastina Gel (HPG)’ê ragihandiye raya giştî, dewleta Tirk di nav van 6 mehan de 2 hezar û 500 caran bi çekên kimyewî êrişê hêzên gerîla kiriye. Bi taybet di demên dawî de êdî rojane çekên kimyewî bi kar tîne û tenê di 2 mehên dawî de 17 gerîlayên azadiyê bi van çekan şehîd bûn.

Derbarê êrişên kîmyawî yên dewleta Tirk ya dagirker yên li dijî qadên gerîla, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Emîn Elîko ji me re axivî.

Bi karanîna çekên Kîmyawî îflasa dewleta Tirk e’

Emîn diyar kir ku zêdebûna bikaranîna çekên kîmyawî li dijî qadên gerîla, iflaskirina dewleta tirk ya dagirker eşkere dike û wiha got: “Dema hikumeta AKP`ê dixwaze ji kirîzên hundirê Tirkiyê bireve, êrişên xwe yên ser qadên gerîla û bakur û rojhilatê Sûriyê zêde dike. Ev ne cara yekê ku dewleta Tirk ya dagirker li dijî qadên gerîla çekên kîmyawî bikar tîne, lê civaka nevnetewî xwe ker û lal dike. Her ku dewleta Tirk li qadên gerîla bi bin dikeve û hêza wê têk diçe, çekên qedexekirî mîna fosfor û kîmyewî bi kar tîne. Siyaseta qirkirina gelê kurd bênavber dimeşîne. Bikaranîna çekên giran; balafirên şer, bêmirov û tevahî çekên qedexekirî ne ji valahiyê tên, ew encama hilweşîna hêza wê ye ku li hember berxwedana gerîlayên leheng ku dorpêçkirî ne, pêk tên.”

`Civaka Navneteyî, Iraq û hikumeta başûr hevkarên bikaranîna kîmyawî ne`

Emîn da xuyakirin ku bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk Ya dagirker hevkariya wan ya bi van sûcan re eşkere dike û wiha got: “Bêdengiya hêzên navnetewyî li hemberî bikaranîna çekên kîmyawî tê wateya pejirandina bikaranîna van çekan. Herwiha bêdengî, tekez dike ku berjewendiyên hevbeş di navbera wan de hene. Êrişên Kîmyawî yên dewleta tirk ya dagirker, bandoreke pir xerab li ser hemû zîndiyan dike, berpirsê wê jî ne tenê dewleta tirk ya dagirker e, civaka navnetewî, hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdisatanê jî, bi bêdengiya xwe hevkarên sûcên dijmirovî ne.”

`Berpirsê yekê ji êrişên kîmyawî re PDK`ê ye`

Emîn balkişand ser xiyaneta PDK`ê û wiha got: “Dewleta Tirk ya dagirker bi tenê nikare derbasî qadên gerîla bibe û şer bike, ji bo vê pêwîstiya wê bi xayînan heye. Mixabin xayînê navdêrê dîroka gelê Kurd jî  PDK`ê ye. PDK`ê bi tevaiya hêza xwe destek da dewleta tirk ya dagirker û ew bi xwe jî kete nava şerê li dijî gerîla de. Ji salî 90 heta niha PDK`ê li dijî îradeya gelê kurd tevdigere û ji dijmin re dibe rê. Tişta ku dijmin nikare bike ew dike. Herî dawî maskeyên ku ji bo bêbandorkirina çekên kîmyawî ji gerîla re hatibûn, dest danî ser.  Rê ji dewleta tirk ya dagirker re vekir, kemîn danî pêşiya gerîla û gerîla şehîd xistin. Herwiha astengî ji rêxistina IPPNW ya şopandnê re derxist, da ku rastiya bikaranîna kîmawî eşker nebe. Wê xiyaneta PDK`ê tu carî neyê ji bîrkirin û gelê kurd wê hisab jê bixwaze, di demeke nêz de wê hisabekê mezin bide.”

`Berxwedana gerîla Rûmeta me parastiye`

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Emîn Elîko da xuyakirin ku Gerîla rûmeta mirovayiyê parastiye û axaftina xwe wiha qedand:”Gerîlayên azadiyê rûmeta mirovaiyê parastiye, divê kesên hiqûqî û rewşenbîr li asta Rojhilata Navîn û cîhanê dengê xwe li hemberî sûcên dijmirovî yê dewleta tirk ya dagîrker bilind bikin. Herwiha divê gelê Kurd li welat û derveyî welat dakeve qadan û dengê xwe bilind bike. Dewleta tirk û hevalbendên wê şerê qirkirina gelê kurd  û tevayiya gelên azadîxwaz birêve dibin.”

Hêjayî gotinê ku şandeya IPPNW’ê di 20-27’ê Îlona borî de serdana Başûrê Kurdistanê kiribû û ragihand  ku wê gelek delîl li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi dest xistine. Her wiha şandeyê diyar kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) xebatên lêpirsînê û hevdîtina bi mexdûrên êrişên kîmyewî re, asteng kirin.

 FacebookTwitterWhatsAppTele