Rojnameya Ronahî

Parastina Gerîla

Farûk Sakik

Piştî ku di sala 2021’ê de êrişên dewleta Tirk a dagirker dest pê kirin, bikaranîna çekên kîmyevî ket rojevê. Bi sîstematîk û bi tenê çekên kîmyawî dihat bikaranîn. Artêşa Tirk berê jî bombeyên qedexe û çekên kîmyewî di cihên cûda de bi kar anibû. Lê, di salên 2021’ê û di 2022’yan de, ev êriş sîstematîk bûyîne.

Artêşa dagirker li hember berxwedan û lehengiya gerîla, her cûre çek bi kar anî. Lê, her çiqas çekên sûcê şer û mirovahiyê bi kar anî jî, dîsa bi ser neket.

Em ê hemû îstatîstîkên ji Dersimê heta Werxelê deynin aliyek. Lê, dîmenê şehadeta her du gerîla (Baz û Helbest) deynin berçavê xwe. Baz jehrî bûbû û diricifî, Helbest bêhiş bûbû. Her du jî piştî demekî kurt şehîd bûn. Hemû mirovahî ku ji şehadeta wan berpirsyar bûn, tenê dîmenên wan temaşe kirin.

Heger dîmen û agahiyên çekên kîmyewî yên ku me di sala 2021’an de dîtîn me midaxle bikira, dîmenên sala 2022’yan me ne dîtin. Yan jî, heger me midaxaleyê îstatîstîkên sala 2022’yan bikira, me yê dîmenên Baz û Helbestê temaşe nekira. Em hemû gunehbar in…

Me çi dikaribû bikin ku me nekir?

PKK’ê Şerê Gel ê Şoreşgerî dabû dest pê kirin. Navê şerê têkoşîna azadiya Kurdistanê, Şerê Gel ê Şoreşgerî bû. Diviya, em li gorî van dîrektîf(talîmat)’ên PKK’ê tevbigeriyana. Çima? Ji ber ku li Qendîlê PKK’ê ‘ocaxên madenan’ nînin û li wê derê ji bo berjewendiyên xwe şer nedikirin. PKK ji bo azadiya Kurdistan şer dikir. Cemîl Bayik, Duran Kalkan, Mustafa Karasu û hevalên xwe, bi tercûbe û zanyariyên xwe yên bi salan; di vê pêvajoyê Rêber Apo di tecrîda giran de, rê li pêşiya civaka kurdan vedikirin. Daxuyanî û daxwazên wan, me yek bi yek bi cîh anîba ne, dibe ku ewqas gerîla şehîd neba ne.

Diviya me di vî şerî de ew bi tenê nehiştina û Em jî tevli nav Şerê Gel ê Şoreşgerî bibûna. Di vî şerî de ne şerte ku mirov çek bigire dest xwe. Ev şere; kî li ku derê çi dikare bike, berpirsyariya xwe bizanibe û erka xwe bi cîh anîn e. Şer û têkoşîn yek in. Gerîla şer dike, divê tû jî tiştek din bikeyî.

Baş e piştî ku ev çekên kîmyewî li dijî kurdan hatin bikaranîn, kurdên ku bê çek bûn dikaribûn çibikin? Dikaribûn, nerazîbûn nîşan bidana û zext li ser hikûmetên herêma xwe bikira, da ku wan jî siyaseta xwe li gorî wan daxwazan dîzayn kiriban e.

Kurdên li Ewrûpa û dostên xwe, dikarîn li ber saziyên berpirsyar, çalakiyên demokratîk li dar bixin, da ku ev sazî erk û misyona xwe bi cîh bînin.

Artêşa Tirk, di sala 2021’ê de 367 caran bombeyên qedexe û êrişên bi çekên kîmyewî pêk anîn û di van êrişan de, 46 gerîla şehîd bûn. Ji 14’ê Nîsana 2022’yan heta 14’ê Cotmehê, 2 hezar û 467 caran bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Di van êrîşan de 27 gerîla şehîd bûn e. Herî dawî 17 fermandar û şervanên Kurdistanê, bi heman çekan hatine şehîdxistin.

Wek di îstatîstîkan de jî diyar e ku hejmara bikaranîna çekên kîmyevî di 2022’an de zêde bûye. Raste  gerîla bi rêbaz û hamleyên bi tercûbe lê dide. Li dewsa gerîla tû artêşên dewletan nikarin di tunelên şer de, rojekê jî li ber xwe bidin. Lê, divê herkes tevli Şerê Gel ê Şoreşgerî bibe ku pêşî li şehadetan bê girtin, êdî şehadeta yek gerîla jî zêde ye…