Rojnameya Ronahî

`Sînaryo ji aliyê MÎT`ê ve hatiye plankirin.`

Mihemed Xanim / Qamişlo

Remzî Şexmûs diyar kir ku kontrolkirina çeteyên Cebhet El- Nusra ji herêma Efrînê re şanoyeke bi destê MÎT a Tirkiyê hatiye amadekirin û got, armanca dewleta tirk ya dagirker temamkirina guhertina demografiya Efrînê ye.

 

Di 11 Cotmehê li Efrîna dagirkirî de, di navbera çeteyên dewleta Tirk ya dagirker yên bi navê Cebhe Al Şamiyê û yên bi navê El Hemzat de şer derket. Çeteyên El Hemzat alîkarî ji çeteyên Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) xwestin. Çeteyên Cebhet El -Nusra jî li ber çavên hêzên dagirkeriya Tirk, karwanên leşkerî ji Idlibê şandin û bajarê Efrînê û derdora wê bi temamî xistin bin kontrola xwe de.

Derbarê kontrolkirina çeteyên Cebhet Al- Nusra herêma Efrîn û armanca dewleta tirk ya dagirker ji van planîn qirêj, endamê Navendiya Partiya Demokratîk ya Kurd ya Sûriyê Remzî Şêxmûs ji me re axivî.

Şexmûs diyar kir ku kontrolkirina komên çete yên bi navê Cebhet El- Nusra ji herêma Efrînê re, senaryoyeke ku bi destê MÎT a Tirkiyê hatiye amadekirin e û wiha got: “Pirs ew e, ka dewleta tirk ya dagirker çi dixwaze? Tu bûyer li herêmên dagirkirî, beyî fermana dewleta tirk ya dagirker pêk nayên. Ji ber ku yê herêm dagirkirî û kontrol kirî, ew e. Komên çekdar jî, di destê wê de amûr û kevirên şantranjê ne. Tirkiyê li gorî berjewendiyên xwe çawa dixwaze wan wisa bi kar tîne. Koma çeteyên bi navê Cebhet El- Nusra, tu cûdahiya wan ji çeteyên bi navê Hemzat û Emşat yên ku dizî, talanî û kumkujî li ser gelê Efrîn û herêmên dagirkirî pêk anîn , tune ye. Tevayiya van komên çete bi destê MÎT a Tirkiyê hatine avakirin.”

‘Armanca dagirkeriya tirk avakirina kembereke reş ji çeteyan’

Şêxmûs da xuyakirin ku yek ji armancên dewleta tirk ya dagirker ji radestkirina herêma Efrîn ji komên çete yên bi navê Cebhet El- Nusra, avakirina kembereke reş a ji komên çete û bikaranîna wan di êrişên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bicihkirina nû ya komên çete yên bi navê Cebhet Al- Nusra (Heyet Tehrîr El Şam) di çarçoveya planên dagirkeriya Tirk de, ji bo avakirina kembereke reş a ji komên çete li eniyên şer ji başûrê Efrînê bigire heta eniyên Minbic û rojavayê Kobanê, pêk tê. Da ku wan çeteyan di êrişên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê bikar bînin.”

`Çete bûne kevirê şatrenjê`

Şexmûs bal kişand ser girêdana danûstendinên di navbera hikumeta Şamê û dewleta tirk ya dagirker, bi kontrolkirina Cebhet Al- Nusra ji herêma Efrînê ya dagirkirî re û wiha got: ” Danûstendinên di navbera hikumeta Şamê û dewleta tirk ya dagirker de li ser asasê istixbaratan tê kirin, ev têkiliyên istixbaratî tu caran di navbera wan de qut nebû ye. Niha peymana Adana ya ku di sala 1998’an de hatiye imzekirin, bi şewazekî din ji nûve bixin dewrê. Geşedanên li herêmên dagirkirî di çarçoveya amadekarî û danûstandinên plankirî yên di navbera hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk de tê meşandin.  Tê xuyakirin ku bi zexta Rûsya wê li Idlibê radestî hikumeta Şamê û Rûsyayê bê kirin. Ji bo wê jî, divê çeteyên Tehrîr El Şam li Efrîn, Cerablus û Ezazê bin.”

 

Şexmûs da zanîn ku dewleta tirk ji bo ku karîbe xaka Sûriyê dagîr bike, hewil dide wê perçe bike û axaftina xwe wiha qedand: “Dagirkeriya tirk hewil dide ku plana xwe ya guhertina demografiya Efrînê û çewisandina nasnameya wê ya kurdî temam bike, herwiha van herêman veguherîne stragehên ewle yên serçeteyên rêxistinên terorist, mîna DAIŞ û El Nusrayê ne. Plana dewleta tirk ya dagirker, dagirkirina tevayiya Sûriyê û Iraqê ye û avakirina osmaniya nû ye.”