Rojnameya Ronahî

`Kesê bêdeng dimîne, şirîkê kuştina zarokên me ye`

Rojbîn Zagroz/Qamişlo

Şêniyên bajarê Qamişlo sûcên dewleta tirkî ya dagîrker yên li herêmên parastina rewa şermezar kirin û bang li Civaka Navneteweyî û Rêxistinên Mafên Mirovan kirin ku nebin hevkarên kuştina zarokên wan û dagîrkirina axa wan, herwiha erkê xwe yê ji bo cezakirina tirkiyê pêk bînin.

Navenda Parastina Gel nasnameya 17 Gerîlayên azadiyê yên ku di encama êrîşa kîmawî ya dewleta tirkî ya dagirker de şehîd bûyîn, bi raya gîştî re eşkere kirin.

Derbarê bikaranîna Tirkiyê ji çekên kîmawî re û hedefgirtina qadên gerîlayên azadiyê, şêniyên bajarê Qamişlo ji me re axivîn û diyar kir ku kesê li hember sûc û kiryarên Tirkiyê bêdeng dimîne, şirîkê wê ye.

‘Çareya binkeftina xwe bi karanîna çekên kîmawî de dibîne’

Welatiya bi Hilwa Silêman da zanîn ku Dewleta tirkî ya dagîrker tevayiya cûre û rêbazên tundiyê, herwiha polîtîkayên tunekirinê li qadên parastina rewa pêk tîne û axaftina xwe wiha domand: “Tirkiyê pîvanên exlaqî û mirovî binpê dike. Armaca wê ew e ku gerîla têk bibe û wan ji holê rake. Lê berxwedana gerîla her carê Tirkî vala derdixe. Ji bo wê jî êrîşên xwe yên hovane zêdetir kiriye û berê xwe daye çekên kîmyawî.”

`Eger ne ji hevkariya PDK`ê be Tirkiyê nikare tiştekî bike`

Hilwa da zanîn ku hovîtiya ku Tirkiyê dike tev bi destê PDK`ê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Eger ne ji hevkariya PDK`ê be Tirkiyê nikare tiştekî bike û nikare zarokên me hedef bigre. PDK`ê qadên gerîla nîşanî dagîrkeriya tirkî dike û rê dide wê ku çekên kîmawî bi kar bîne. PDK`ê ji xiyanetê têr nabe. Xuyaye ku ew dijminê xwe nas nakin. Lê bila baş zanibin ku xiyanet û hevkariya wan me naşkîne. Emê her hebin û emê xwe bikin xelekeke agir li derdora gerîlayên xwe.”

Hilwa Silêman di dawiya axaftina xwe de got, wek gelê bakur û rojhilatê Sûriyê emê piştgirên gerîlayên azadiyê bin, lewra gelîra ji bo her kesê bindest û di nav zilm û zorê de têdikoşe.

`Kesê li hember kiryarên Tirkiyê bêdeng dimîne, şirîkê kuştina zarokên me ye`

Welatiyê bi navê Ebdulhelîm Iko jî, bal kişand ser bêdengiya dewletên Navneteweyî û got, Dewletên Navneteweyî û mafê Mirovan li hember sûc û kiryarên Tirkiyê yên hovane bêdeng dimînin. Herwiha ev kes naxwazin gelê kurd bibin xwedî maf. Ji bo wê jî em dibêjin; ‘kesê li hember kiryarên Tirkiyê bêdeng dimîne, şirîkên kuştina zarokên me  e’.”

`Naxwazin projeya Netewa Demokratîk bi ser bikeve`

Ebdulhelîm da xuyakirin ku tevayiya çekên kîmawî yên ku dewleta tirk li dijî gerîla bi kar tine, ji gel  dewletên navneteweyî peyda dike û axaftina xwe wiha domand: “Dewletên navneteweyî piştgiriya Tirkiyê dikin û hewl didin bi riya Tirkiyê kurdan bê çare bihêlin. Ev dewlet naxwazin projeya Netewa demokratîk ya ku bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan pêê ketî, bi ser bikeve. Ji bo wê jî alîkariyê didin Tirkan ku me tine bikin.”

Ebdilhelîm Iko di dawiyê de bang li Civaka Navneteweyî û Rêxistinên Mafên Mirovan kir ku nebin hevkarên kuştina zarokên wan