Rojnameya Ronahî

Dayika şehîd: PDK’e berpirsê şehadeta  keça min e

Navenda Nûçeyan-Qamişlo

 Emîne Abdullah a dayika şehîd Delal Şoreş ku ji bajarê Silêmaniyê ye, da zanîn ku eger PDK’ê dest nedanîba ser maskeyên gerîla, keça wê şehîd nedibû.

Emîne Abdullah a dayika Şehîd Delal Şoreş (Peyam Abdullah) ku li Zapê di encama çekên kimyewî de şehîd bû, diyar kir ku desthilata Herêma Kurdistanê û dewleta Tirk bi hev re dijminên Kurdan e û got:”Eger ew maskeyên PDK’ê desteser kirin bigihîştina gerîla, keça min şehîd nedibû.” Hirwiha got, keça min rêya tekoşîna azadiya gelê xwe hilbijart. Ez bi vê biryara wê sefirazim. Erdogan dijminê kurdan e. Lê, hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, li gel Erdogan yek dest e û tu ferqa wan nîn e. Ew bûye şirîkê dijminê gelê xwe.”

Hejayî bîranînê ye ku, dewleta tirk ya faşîst, di 14’ê meha Nîsana 2022’an li dijî herêma parastina Medya (Avaşîn, Zap, Metîna) şerê dagîrkirinê û qirkirinê dest pê kir. Dewleta tirk ji bo vî şerî, hemû teknîk hêza xwe û ya NATO’yê xist dewrê. Lê, li hember taktîk û tekoşîna gerîlayên Kurdistanê nekarî yek pêngavî pêşve biçe û êdî nedizanî ka hejmara windahiyên leşkerên xwe çawa veşêre. Ji bo cihên gerîla eşkere bike û bi rehetî bikeve her deverên çiyayên başurê Kurdistanê û ciwanên fedayiyên welat û gelê kurd bi şêwazê herî dijmirovî qir bike, alikarî ji PDK’ê xwast û PDK’ê jî rûpelê diroka xwe ya xiyanetê carke din vekir û bê ku şerim bike dest bi kiryarên xwe yên ku qet jê nexerîbe (xiyaneta gelê xwe) kir.

PDK’ê di despêka vî şerî de dest danî ser hezar û 200 maskeyên li dijî gaza kîmyawî yên ji bo gerîla diçû. Bi vê kiryara xwe ya rûreşiyê xwe xist bin çengê dijminê gelê xwe û bê ku ji xwe şerim bike, ev yek bi serbilindî bi rawa giştî re parve kir. Ev kiyara PDK’ê ya li dijî gel û tekoşîna azadiya kurd ne ya despêkê bû, ne jî bû ya dawî.

PDK’ê bû rênîşana dewleta tirk ya cihên gerîla yên li çiyayên başurê Kurdistanê. Wê cihên gerîlan nişanî dagîrkeran da, dagîrkeran li ser gerîlan çekên kîmya baran.

Herî dawî 18’ê vê mehê HPG’ê nasnameya 17 hevalên wan yên di êrişên kîmyawî şehît ketîne, di daxuyaniyekê de eşkere kir. Herwiha dîmenên şehît Delal û Baz yên beriya ku şehît bikevin bi raya giştî re parve kir. Vî dîmenî ji bo hemû cîhanê eşkere kir ku dewleta tirk ya faşîst bi alîkariya PDK’ê, li dijî gerîlayên azadiyê bi çekên kîmyawî şer dike. Gelê hemû li dijî vî şerê qirêj hers bûye û li her cîhê cîhanê nerazîbînên xwe bi daketina kolanan diyar dike û malbatên şehîdan jî dibêjin: ‘Em dizanin ku dewleta tirk faşîste û dixwaze gelê kurd qir bike. Lê PDK’e çi ji zarokên me dixwaze, çima destê PDK di nava xwîna zarokên me de ye? ewê çawa hesab bide me, ewê çawa hesab bide dîrokê!..’