Rojnameya Ronahî

Kar û Xebatên Navenda Keşifkirina Penceşêra Sîng

Dilîn Ehmed-Qamişlo

Tendirustiya Cîhanê meha Cotmehê (Heyva gulan) wek meha hişyarkirina civakê bi taybetî jinan ya li ser Penceşêra Sîngê destnîşan kiriye. Divê mehê de kar û xebatên navendên keşfkirina nexweşiya Penceşêra Sîngê, zêde dibe.    

Nexweşîya penceşêrê ne tenê bandorê li laşê mirov dike, herwiha bandora wê ya manewî, derûnî û madî jî heye. Lewra mirov dibîne ku yê bi nexweşiya penceşêrê, di qunaxa dermankirinê de, roj bi roj bi zehmetiyên herî dijwar rûb rû dimînin. Gelek cureyên penceşêrê hene, lê ya herî zêde li ser asta cîhanî û herêmî Penceşêra Sîngê ye.

Meha Cotmehê ku wek meha Gulan tê pênasekirin, kar û xebatên navendên keşifkirina Penceşêra Sîngê, zêdetir dibe. Lewra navend dest bi kampanya ya bangewaziya jinan dike ku serdana navendê bikin û keşfa Penceşêra Singê, çêkin.

 

Li ser mijarê rêvebira nexweşxaneya Heyva Sor ya Kurdî ya bajarê Qamişlo û ya Navenda Mamografya Şêrîn Elî ji rojnameya me re axivîn.

 

Rêvebira nexweşxaneya Heyva Sor ya Kurdî û Navenda Mamografya Şêrîn Elî di hevdîtinê de li ser Penceşêra Sîngê dest bi axaftina xwe kir û got: “Penceşêra Sîngê nexweşiya herî zêde ku di nav jinan de belav dibe ye, herwiha ev cura penceşêr ya herî xeter e.”

`Jimara serdanan zêde dibe`

Di destpêka vekirina navendê ku beriya sê salan hatiye vekirina, jimara jinan yên ku serdan dikirin kêm bûn. Lê îro beşdariya jinan ji bo serdana navendê gelek zêde bûye. Li ser vê yekê jî Şêrîn jimara kesê ku serdan kirin, diyar kir û wiha got; “Navendê ji dema vekirina xwe ve heta roja îro 4 hezar û 28 nexweş pêşwazî kiriye, ev nexweşî ji 91 kesan de hatiye tespîtkirin û ji van jî nexweşekê me tine mêr bû, yên din hemû jin bûn. Çimkê piraniya kesê ku bi vê nexweşiyê dikevin, jin in.”

`Peneşêra Sîngê piraniya wê wîraset e`

Herwiha li ser sedemên vê nexweşiyê Şêrîn Elî wiha axivî: “Ti sedemeke diyar nîne, lê piraniya mirovê ku bi vê nexweşiyê dikevin, sedema wê wîraset e. Lewra ji 91 kesê ku bi vê nexweşiyê ketine, 84 ji wan wîraset bû.

Şêrîn anî ziman ku jimara jinên serdana navendê dikin her ku diçe zêde dibe û wiha got: “Piştî dayîna semêner û perwerdeyên tenduristiyê ji bo hemû herêman, serdana jinan zêde dibe. Lewra êdî jin hişyar bûye ku derengbûna pêhesandina vê nexweşiyê, dermankirina wê zehmetir dibe.”

Li ser kampanyayên ku navend li dar dixe û zêdekirina wê di meha Cotmehê de, Şêrîn axaftina xwe wiha domand: “Navenda me ji bilî xizmetên tenduristiyê, desteka manewî û derûnî jî dide nexweşan. Bi armanca hişyarkirina civakê û bi taybetî jin, ji aliyê bijîşkên pispor ve li navenda me herwiha li tevayîya saziyan, em di meha Cotmehê de semînerên hişyariyê, tê li dar xistin. Lewra her çiqas jin zû kontrola xwe bike, netirsin û derûniya xwe xerab nekin, ewqasî dikarin bi rehetî ji nexweşiyê rizgar bibe.”

`Tendirustiya mirov ji her tiştî girîngtir e` 

Şêrîn da zanîn ku wan di vê mehê de pêngavekê 4 rojan li dar xist û tê de saetên karên xwe zêdekirin. Navend ji saet heştê sibehê heta dudu yê piştî nîvro, pêşwaziya nexweşan dike. Lê, di rojên kampanyayê de heta danê êvarê kar berdewam bû.

Şêrîn Elî wiha domand: “Ji bo ku karmendên me yê jin, ji vê kampanyayê bê par nemînin, me ji bo wan seatên xwe yên kar zêde kirin. Lewra di danê sibehê de heta nîvro, jinên me yên ku di saziyan de kar dikin, nikarin serdana navendê bikin.”

Rêvebira Nexweşxaneya Heyva Sor ya Kurdî û Navenda Mamografya Şêrîn Elî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîst e hemû jin her 6 mahan carekê serdana navendê bike, ta ku keşfa Penceşêra Sîngê xwe çêke. Deriyê navendê her tim ji wan re vekirî ye. Lewra tendirustiya mirov ji her tiştî girîngtir e.”

Ji cûrên penceşêrê herî zêde jin bi penceşêra memik dikevin. Li gor daneyan ji her heşt jinan jinek bi nexweşiya penceşêra memik dikeve. Li gor amarên Rêxistina Tendirustiya Cîhanê, di sala 2020’an de 2 milyon û 200 hezar jin li seranserî cîhanê bi nexweşiya penceşêra memik ketine.

Pispora Nexweşiyên Memik Dr Viyan Xelîl Mihemed, di hevpeyvînek taybet li gel Rojnews de behsa penceşêra memik, nîşaneyên wê, çareserî û xwe parastina ji nexweşiyê kir.