Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Planên qirêj yên dewleta Tirk yên li ser gelên Sûriyê dewam dikin`

21/10/2022
in ROJEV
A A
`Planên qirêj yên dewleta Tirk yên li ser gelên Sûriyê dewam dikin`
Share on FacebookShare on Twitter
Zana Roj/ Şehba
Endamê meclîsa gîştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Rodîn Mihemed da diyar kirin ku, derbasbûna Cebhet El Nusa ji Efrîn û herêmên dagirkirî re yek ji pîlanên Rusiya û Tirkiyê ye ji bo dirêjkirina temenê aloziya Suriyê.
Ev 12 salin ku Suriyê bûye navenda tavahî alozî û qeyranên Rojhilata Navîn, dewletên navnetewî û herêmî  jî, ji bo berjewendiyên xwe biparêzin xwe li ser xaka Sûriyê bicihkirin.Yek ji dewletên ku destwerdana kirîza Sûriyê kir û alozî kur kir, dewleta tirk ya dagirker e, bi avakirina DAÎŞ û piştgirya komên çete re, rê li pêşiya xwe vekir û gelek gund û bajar dagir kir. Dewleta Tirk ya dagirker heta niha jî  siyaseta xwe berdewam dike û ji bo firhkirina dagirkeriya xwe planên qirêj  dike. Vê carê jî palana wê derbaskirina koma çete ya bi navê Cebhet El Nusra ji Efrînê re.
Derbarê derbasbûna komên çete yên bi navê Heyet Tehrîr Alşam(Cebhet EL Nûsra ) ji bo Efrînê re û planên dewleta tirk ya dagirker endama Meclîsa Gîştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Rodîn Mihemed ji rojnameya me re axivî.
`Pîlanên nû tên birêxistin kirin`
Rodîn Mihemed diyar kir ku derbasbûna  komên çete yên bi navê Heyet Tehrîr Alşam(Cebhet EL Nûsra ) ji Efrîn û babê re, li ser hin pîlanên nû ev yek hatitye teysandin û got: “Cebhet El Nusra ji destpêka aloziya Suriyê ve her tim xwe di bajarê Îdlib de daye rêxistinkirin, lê di vê dawiyê de derbasî Efrîn û Babê jî dibin û dixwazin li wir xwe bi cih bikin, bê guman ev yek jî bi talîmat û tewcîhatên dewleta Tirkiyê û Rusiya hatiye pêkanin. Dewleta Tirk dixwaze ji hin komên çete xelas bibin û herêmê dagirkirî ji nûve li ser komên çete yên girêdayî xwe belav bikin.”.
Rodîn Mihemed da xuyakirin ku armanca dewleta tirk a dagirker ji dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê re, têkbirina şoreşa gelan û sînordakirina  fikrê azad e.Niha jî dewleta Tirkiyê ji hundir ve ber bi hilweşandinê ve diçe, ji aliyê aborî ve kirîzeke mezin jiyan dike, ji aliyê koçberên Suriyê ve jî gelê Tirkiyê nerazîbûna xwe li hember hikumetê dide nîşandan, ji bo van kirîzn derbas bike dest bi lihevkirin û pîlanên nû bi Rusiya û hikumeta Şamê re dike”.
`Li ser xwîna gelan peymanan imze dikin`
Rodîn bal kişand ser peymanên di navbera Rusiya, Tirkiyê û Şamê de û wiha dewam kir: ”Rûsiya dixwaze di navber dagirkeriya tirk û Şamê de lihvkirinekê pêk bîne, dixwazin çeteyên Cebhet El Nûsra ji Idlibê derxin û wan li herêmên dagirkirî weke Efrîn û Serêkaniyê û Girê Spî bicih bikin û  berê van çeteyan bidin herêmê RêveberiYA Xweser ”.
`Armanca wan dirêjkirina Aoziya Sûriyê ye`
Endama Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demo09kratîk (PYD) Rodîn Mihemed da zaîn ku armanca tevayia hêzên li ser xaka Sûriyê dirêjkirina temenê kirîza Sûriyê ye û axaftina xwe wiha qedand: Hzên navnetewî ji bo berjewendiyên xwe dixwazin kirîza Sûriyê kurtir bibe û hîn jî xwîn bê rijandin, ew ji bo berjewenndiyên xwe her tiştî dikin.”
ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.