Rojnameya Ronahî

Tirkiye belavkirina xerabiyê didomîne           

Zekî Bedran

Tirkiyê li Sûrî çavkaniya xerabiya û hamleyên xwe yê nû didomîne. Niha jî hêzên El Nusra derbasî Efrînê dike. Efrîn bin dagirkeriya dewleta Tirkan de ye. Bi destê dewleta Tirkan nebe, ew nikarin werin xwe li wir bicîh bikin. Tirkiyê, li aliyekê bi Rusya re hevdîtinên xwe zêde dike, aliyêkdin jî qada desthilatdariya El Nusra fireh dike. Gelo ma ev tişt bê agahiyê Rusya çêdibe? Ev pirsek girînge.

 

Di van rojanda Erdogan, gaveke ku Putîn aciz bibe bi hesanî nikare bavêje. Putin got:” Em difikirin Tirkiyê bikin navenda gazê ku ji bo awropa bê firotin. Erdogan bi lez û bez xwe avêt ser vê daxwuyaniyê û ji bo gelê Tirkiyê dest bi pesnên xwe yên ku beje ‘ez serokek çikas mezinim û çend rolê mezin dilîzim’ kir. Her wiha hilbijartin jî nîzîk dibin. Ji bo ku ji Rusya pereyê germ were, her tiştî dike. DYA, banka û şîrketên Tirkiyê hişyar kir û got; ‘ambargoya ku hember Rusya tê meşandin pêk bînin’. Di rewşeke wiha de Erdogan, hember Putîn li Sûrî gaveke wiha ciddî nikare bavêje.

Derbaskirina El Nusra yali herêmên weke Efrin tişteke ji rêzê nîne. Van pêşketinan, derdorên peywendîdar wê bi baldarî bişopînin û binirxînin. Erdogan ji aliyekêve hewl dide El Nusra xort bike û bike mixatabek fermî û weke hêzeke meşrû bide pejirandin. Ji aliyekedin jî El Nusra weke hêzeke şer li hember rojhilatê Firatê bikar bîne. Çeteyên ku li rojhilatê Firatê şandibûn li ser gel pir belavebûn û ji hev qutbûn. Wan jî pir xirab bikar anî, lê bi wan re zêdetir nedikarî bimeşe. El Nusra li ser çeteyên berê hat zêdekirin û bi şekleke çalak dixwazin tevlî pêşketinan bikin.

Gelên Sûrî nav xizaniyeke mizindeye. Hûkûmeta Şamê, gel mecbûrî berîya 2011’an dike. Ya wê bîat bikin yan jî wê dev ji welatê xwe berdin û biçin. Qet fikirandineke Gûhertin û reformên demokratik nîne. Gel di navbera çeteyan û nîzamê baas de asê maye. Li herêmên Xweseriyê de gel zêdetir çalak û herikbare, dikare nîqaş bike. Dikare derkeve qadan li hember dagirkerî û faşîzmê Tirkan, dengê xwe bilind bike. Ji bo dagirkerî bi dawî bikin û êrîşan bişkînin, amadekariya şer jî di tê de, nav xebat û lêgerînekde ye. Lê rêveberiya Şam naxwaze gelekî xwedî îrade û helwest bibîne. Dema wiha dibe, Rusya li ser Sûrî hîn zêdetir azadiya tevgerandinê bidest dixe û bi Tirkiyê ve lihev dike û peymanan çêdike.

Gelo, Tirkiyê agahî yê wî ji hêzên mezin nîne, El Nusra derbasî Efrîn`ê dike? Ev yek ne pêkan e. El Nusra hem lîsteya teror ya Rusya hem jî ya DYA û hevpeymaniya navnetewî de ye. Li ser Tirkiyê jî zext kirin û wê jî bê xwasteka xwe, El Nusra weke rêxistineke teror pejirand. Hêzeke ku wê bi xwe xistiye nav lîsteya teror de, bê agahiyê hêzên navnetewî nikare li Sûrî belav bike. Li İdlib’ê jî artêşa Tirkan wan xistibûn bin parastinê. DYA û Awropa bi gefa kerta koçberan îqna kiribû ku, çavê xwe bigrin û alîkarbin. Cihana rojava ne dixwastin ku Rusya û hûkûmetê Sûrî xort bibin. Ji bo vê pejirandin ku Idlîb destê El Nusra de bimîne û bin parastina Tirkiyê de be.

 

Erdogan çi dibe bila bibe, israrê xwe ya ji holê rakirina herêmên xweser, her roj ji cîhanêre dide xwuyakirin. Dijminayiya Kurdan asteke waha de ye ku, sefîrê Tirkan ya Bexdayê dibêje “em yekîtiya xaka Iraq`ê ji Iraq`îyan zêdetir diparêzin.“ Sedemê wî jî tê zanîn; bila Kurd dayîka xwe nebîne! Heman tişt li Sûrî jî derbasdare.

Erdogan, Tirkiyê ber bi rûxandinekê sîyasî û aborî ve bir û Mohra xwe li diziyên mezin û neheqiyên mezin xist. Tiştên destê wî de hene ji bo winda neke, bi mirina xwe bi desthilatdarî pêçandiye. Jixwe DYA û NATO her tim alîkarî dane Tirkiyê. Niha jî dixwaze Rusya bike şirîkê qirkirina kurdan. Putin jî di merheleyek zehmet re derbas dibe. Şerê Ukrayna ji bo wan giran derbas dibe. Putîn bi hişmendiya, ‘em Erdogan çikas hember NATO û DYA bikare bikarbîne fayde ye’ tevdigere. Her wiha mafê bikarhanîna esmanî da û ji bo dagerkeriya Efrînê rê vekir. Niha dewleta Tirkan bi SÎHA yan gelek caran êrîş kirin, jixwe êrîşên tank û topan her roj hene. Mafê Tirkiyê ji bo li Sûrî bimîne nîne. Hêzeke dagirkerî ya eşkere ye. Rûxmî vê jî dixwazin Tirkiyê bikin şirîkê Sûrî. Di vê de rolê Rusya mezine.

Rolê Rusya li herêmên weke Efrîn hîn zêdetir e. Ji ber vê em li ser wî sekinîn. Lê, heta niha me daxwuyaniyek wan li hember bicîhkirina El Nusra ji bo Efrînê nedît. Helwestê ku Rusya bigre pir girînge. Bi baldarî divê bê şopandin.