Rojnameya Ronahî

Bi hatina ziviztanê re êş û azarên koçberên Waşokanî zêde dibin

Darîn Silê/Hesekê

Koçberên bajarê Serê Kaniyê yên ku li kampa Waşokanî dimînin, diyar kirin ku bi hatina zivstanê re ew rastî gelek zehmetiyan tên û gotin, tevî rewşa me ya xirab rêxistinên mirovî jî ji me re nabin alîkar.

Koçberên Serê Kaniyê yên li kampa Waşokanî dimînin piştî ku bajarê wan ji aliyê dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê ve hat dagîrkirin û bi darê zorê ji mal û milkên xwe hatin dûrxistin, neçar bûn ku li kampê bi cih bibin, lewra ji bilî kampan ti rê li pêşiya wan nîne ku pê ve biçin.

Koçber rastî gelek Zor û zehmetiyên jiyanê tên. Bi taybet di  hatina zivistanê re bi êş û azarên mezin re rûbirû dimînin. Tevî daxwaz û bangewaziyên wan yên rojane, ti kes ji wan re nabe alîkar û her sal ew di rewşa xwe ya berê de derbas dibin.

Di dema zivistanê de koçberên vê kampê ji ber sermayê, kêmxwarinê û nepaqijiyê gelek nexweşî bi wan re çêdibin. Herwiha di demekê ku nexweşî zêde bûye û pir belav dibe, koçberan pêdiviyên jiyanê, yên xweparastina ji nexweşiyê û mazota germkirinê ji wan re nayên peydekirin. Ji ber ku Jimara koçberên li kampê jî pir mezine û derfetên rêveberiya kampê jî nîne ku pêwîstiya tevayiya koçberan bi cî bîne. Herwiha rêxistinên mirovî û yên girêdayî koçberan jî, pêvîstiyên koçberan pêşevajî nakin.

Derbarê rewşa koçberaên li kampa Waşokanî koçberên li kampê ji me re axivîn û behsa êş û zehmetiyên ku di dema zivistanê de dikşînin kirin.

`Pêwîstiya me bi gelek pêdiviyan heye`

Koçbera ji bajarê Serêkaniya dagirkirî Lîna Salih ku li kampa Waşokanî dimîne, rewşa xwe ya bi hatina zivistanê re anî ziman û wiha got: “Di zivistanê de pêwîstiya me bi gelek pêdiviyan heye, wekî çadirên ku me ji sermayê biparêzin. Tevayiya konên li kampê jî yên kevnin û pêwîstiya wan bi guhertinê heye. Bi kurtahî ne alavên germkirinê, ne jî cilên me yên zivistanê ku me ji sermayê biparêzin hene.”

‘Konên em têde me ne ji germê ne jî ji sermê diparêzin’

Lîna got, ev sê sal in em di bin vî konê xirab de dijîn, heta niha ev kon nehatiye guhertin. Bi hatina zivistanê re em zehmetiyan di bin konan de dibînin, ji ber ku me ne ji baranê ne jî ji sermaya dijwar diparêze. Ava qirêj derbasî konan dibe û laşê me jî ji sermayê dilerize. Her sal rewşa me eve. Rewşa koçberên Serê Kaniyê eve, yan di bin topbarana dagîrkeran de dimirin, yan jî di binê konan de mirinê dibînin.

Lîna da zanîn ku pêwîstiyên zivistanê yên ku salê carekê li wan tên belavkirin, ew jî dereng dimînin û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Mazota ji bo germkirinê di dawiya zivistanê tê belavkirin. Ji bo wê jî heta ku mazot dighêje me, em ji sermayê diqerisin û derfetên me jî nînin ku mazota taybet ji xwe re peyda bikin.”

`Divê rêxistinên mirovî berpirsyariyên xwe li hember koçberan pêk bînin`

Lîna Salih di dawiya axaftina xwe de got, tevî rewşa me ya xirab heta niha rêxistinên mirovî tu alîkarî ji me re pêşkêş nekirine. Divê rêxistinên qaşo ji bo mirovan dixebitin, berpirsyariyên xwe li hember koçberên li kampan pêk bînin û alîkariyê pêşkêşî wan bikin. Da ku êş û azarê koçberan sivik bibin.

`Em li hember her tiştî li ber xwe didin`

Koçbera bi navê Rîma Elî ku ew jî ji destpêkê li kampa Waşokanî bi cih bûye wiha got: “Di zivistanê de konê me tijî av dibe, em di nav heriye û qirêjê de dimînin. Ma mirovahî li ku ye. Li ser me komkujî tên kirin. Ma wijdanê mirovahiyê mirî ye. Em li hember her tiştî li ber xwe didin.”

`Eger rewş wisa be wê gelek nexweşî di nav koçberên kampê de belav bibin`

Rîma da xuyakirin ku nêzî 6 meh in pêdiviyên paqijiyê negihîştiye destê wan û wiha pê da çû: “Tevî derketina nexweşiyên cûda, demeke dirêje pêdiviyên paqijiyê yên parastina ji nexweşiyan negihiştine me. Ji bo wê jî eger rewş wisa be wê gelek nexweşî di nav koçberên kampê de belav bibin. Herwiha got, serfa sihî ya kampê jî pir xirabe. Niha li ber her konî koncalek hatiye çêkirin, da ku ava qirêj û gemara heyî bikeve wê koncalê.”

Rîma di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku derfetên xizmetguzariyê yên ku di hindirê kampê de tên pêşkêşkirin pir kêm in û jimara koçberan jî zêde ye. Em bihêvîne çareseriyek ji tevayiya koçberên li kampê re bê dîtin. Da ku êşa koçberiya me sivik bibe û em rojên xwe bi ewlehî derbas bikin.