Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî misogeriya têkbirina dagirkeriyê ye`

18/10/2022
in ROJEV
A A
`Stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî misogeriya têkbirina dagirkeriyê ye`
Share on FacebookShare on Twitter

Zana Roj/ Şehba

Tevgera Ciwanên Şoreşger ya herêma Efrînê ji bo bi rêxistinkirina ciwanan li gorî stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî komxebatek li herêma Şehbayê li darxistin.

Di 16 ê cotmehê de, Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê komxebatek li darxistin. Armanca komxebatê, rêxistinkirina ciwanan  li ser bingeha Şerê Gelê Şoreşgerî û giringiya wê di vê pêvajoyê de. Di komxebatê de, bi dehan rêveber û endamên Tevgera Ciwanan yên herêma Şehbayê beşdarî komxebatê bûn, her wiha nîqaşên berfireh hatin meşandin û di dawiyê de bi perspektîfên xurt hatin derxistin.

Li ser giringiya Şerê Gelê Şoreşgerî û armanca komxebata ciwanan, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ya herêma Efrînê ji me re axivîn.

`Bi şerê taybet dixwazin jin û ciwanan têk bibin`

Endama Meclisa Tevgera Ciwanên Şoreşger ya herêma Efrînê Emîne Ebdo bal kişand ser girîngiya Şerê Gelê Şoreşgerî ji bo parastina deskeftiyan û wiha got: “di sedsala 21`an de, şerê ku tê kirin bi temamî di navbera modernîteya kapîtalîzm û demokrasiyê de ye, hêzên hegemon bi her awayî dixwazin li ser tavahî mirovahiyê bandora xwe bidin çêkirin, bi taybet li ser jin û ciwanan bi rêbazên şerê taybet, bi hemû hêza xwe dixebite da ku ciwanekî lawaz û li gor berjewendiyên netewdewlet bide avakirin”.
Emîne diyar kir ku ji bo sekna  li hember siyaseta dijmin û şerê taybet yê li ser ciwanan tê meşandin, pêkanîna stratejiya şerê gelê şoreşgerî  pêwîste û wiha domand: “Ji bo ku em bikaribin tevahî aramanc û siyaseta ku li ser ciwanan tê meşandin vala derxinin, divê em ciwan di çawaniya pêkanîna stratejiya şerê gelê şoreşgerî xwe zana bikin û vê bi gel re parvebikin”.

“Hêza herikîn û pêkanînê, ciwan in”

Endama Meclisa Tevgera Ciwanên Şoreşger ya herêma Efrînê Emîne Ebdo da zanîn ku hêza yekemîn ya ku bikaribe stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî di nava civakê de biherikîne, ciwanin û axaftina xwe wiha qedand: “Emê di lidarxistina van komxebatan bidomînin û em di wê baweriyê de ne ku jin û ciwan wê bi hev re, wê civakê ji desthilatên hov rizgar bikin û wê şoreşa azadiya gelan pêk bînin.”

`Ji şerê azadiyê re pêşengtî erka ciwana ye`

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Reşîd Silêman jî, diyar kir ku armanca wan ji van komxebatan, ewe ku li gorî Şerê Gelê Şoreşgerî, civak û ciwanan birêxistin bikin û got, Armanca me em bikaribin pêşengtiyeke rast ji pêvajoyê re bikin. Ji erka ciwanaye ku li hember şerê ku li tavahî Kurdistanê tê meşandin, tekoşina herî xurt bimeşînin û hemû pîlanên dijmin têk bibin”.

`Emê şerê azadiyê bi ser bixin`

Reşîd Silêman axaftina xwe wiha qedand: “Emê bi gelê xwe re ji temenê 7 salî heyanî 70 salî bikaribin bi rihê şerê gelê şoreşger jiyan bikin û şerê azadiyê bi ser bixînin, ancax em bi vî rihî dawiyê li dagirkeriyê bînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.