Rojnameya Ronahî

Mihrcana Osman Sebrî ya Wêjeyê ji bo nivîskaran derfetê peyda dike

Dilîn Ehmed-Qamişlo

Bi boneya bîranîna nivîskar Osman Sebrî, bi serpereştiya Destya Çandê ya Herêma Cizîrê û Bîroya Wêjeyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê, Şeşemîn Mihrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Nivîskar û helbestvanê Kurd Osman Sebrî di sala 1905’an de li gundê Narancî yê bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û di sala 1993’an de koça dawî kiriye. Helbestvan, zimanzan, wêjevan û siyasetmedarekî Kurd bû û xwedî dîrokeke dûr û dirêj di xizmeta gelê Kurd de bû.

Ji bo bîranîna Osman Sebrî, Rêveberiya Çandê li Herêma Cezîrê û Komîteya Wêjeyî li Rojavayê Kurdistanê festîvala wêjeyê ya bi navê Osman Sebrî di şeşemîn rûniştina xwe ya salane de li bajar Qamişlo li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li darxist.

Çalakiyên Mihrcanê

Endama Komîteya Amadekar ya Mihrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê Botan Hoşê, ji rojnama me re behsa girîngiya mihrîcanê ya ku her sal tê lidarxistin kir û wiha got; “Armanca lidarxsitna mihrîcanê, piştgiriya nivîskar û helbestvana ye. Ta ku di demên pêş de bibin eynika çand û wêjeya civaka xwe.”

Botan, teqez ki ku tevlîbûna jinan ya îsal ji sedî 50 ji salên borî, zêdetir bûye û wiha got: “Jin bi pêşkêşkirina roman û nivîsên xwe yê balkêş, festîvalê dixemilînin û bi rengê xwe yê xweşk li mihrîcanê xweştir dikin.”

Botan bal kişand ser bernameya çalakiyên festîvalê yên îsal: “Bernameya çalakiyên şeşemîn ya mihrîcana Osman Sebrî wê, pêşkêşkirina selevîzyonê, beşên mûzîkê, xwendina çîrokan û şevbuhêrkên helbestan bû. Herî dawî xelatkirina serketiyên nivîskarên pêşbirka festîvalê di warin ragihandin.”

Endama komîteya amadekar ya Mihrîcana Osman Sebrî ya wêjeyê Botan Hoşê di dawiya axaftina xwe de serkeftin ji hemû nivîskaran re xwest û wiha got; “Mihrîcanê bi vî rengî pir girîn û pêwîst e, lewra çalakiyên çandî, çand û huner civakê pêşdixe û diparêze.”

`Roman kurtahiya jiyana civakê ya`

Nivîskar Ciwan Silo  ku xelata yekê ya festîvala par li ser çîroka xwe ya bi navê “Xemgîniya yekî mirî” wergirtibû,  îsal jî bi çîrokeke nû, tevlî pîbirka mihrîcanê dibe. Ciwan li ser nêrîna xwe ya derbarê hilbijartina romanê ya îsal de, wiha got: “Roman dikare zêdetir hestên nivîskar ragihîne. Ji bilî wê jî dikare pirsgirêk û kirîza ku civak tê de derbas dibin, bi kurtayî bîne ziman.”

Ciwan Silo herwiha bal kişand ser girîngiya Festîvala Osman Sebrî û wiha got: “Ev mihrîcan di şeş salên xwe de ji bo me wek nivîskaran, derfetek e ku em çanda pirtûkxaneya kurdî li rojava, pêştir bixin. Herwiha ji bo pêşketina me jî xwedî roleke girîng e.”

Pênûsa jinê di mihrîcanê de

Helbestvan û nivîskar ya Wefai Başa ku ji pêkhateya Çerkez e  diyar kir ku, bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oalan, jin di hemû qadên jiyanê de, bû xwedî roleke girîng. Wefai wiha got: “Jinên bakur û rojhilatê Sûriyê di hemû qadên jiyanê de cih û hebûna xwe îsbat kirin. Îro jî em dibînin ku ew di Mihrîcana Wêjeyî de jî, dibiriqe. Ji bo parastina gel, jinên şervan di çeparan de li be xwe didin û jinên nivîskar jî di qada wêjeyî de, parastina çanda civaka xwwe dike. Jin bi saya ramanên Rêber Apo û bi têkoşîna xwe dikeve dîrokê.”

Bi helbesta xwe bang dike

Wafai li ser sedema beşdarbûna xwe ya mihrîcanê wiha got; “Rêber Abdullah Ocalan zincîra koletiya ku li benda jinan bû şikand û wê ji zindana bêheqiyê rozgar kir. Bi fikir û felsfeya Rêberiyê, jin rabû ser piyan û şerê hemû êrişkeran kir. Herwiha bû pêşenga Şoreşê bû, em jî wek helbestvan, wêneyê şoreşa ku bi pêşengiya jinan destpê kir, bi nivisên xwe, bedewtir dikin.”

Wafai Başa bi helbesta xwe bang li jinan kir ku rabin ser piya û wiha got: “Rabe Çerkeza, neviya Satelît, rabe Kurdiyê neviya Kawê Hesinkar, rabe ser xwe Ermeniya ku komkujiyên herî hov ser we dehat, û ti Xirîstiyê, rabe Îsa bi evîna mirovatiyê bawer kir, rabe Ereba neviya Zenobiya, ez jî spasiya jina Tirkmen dikim ku zincîrên koletiyê şikandiye, ev gotin ji helbestvana Çerkez ya ku ji projeya neteweya demokratîk bawere.”

Helbestvan Wefai Başa axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê jin di qada wêjeyî de, xwedî pênûseke taybet be. Divê jin bi xwe serkeftinên xwe binivisne û biprêze, lewra jin kilîta azadiyê ye.”

Mihrîcan Wêje ya 6`an ya Osman Sebrî, roja pêncşemê 13.10.2022`an bi pêşkêşkirina koma hunerê, strana, silvizyonê û belavkirina xelatan, ji bo nivîskarên her sî beşan (kurdî, erebî û suryanî) bi dawî bû. Li ser asta yekê di zimanê kurdî de, Kamûran Smo. Di zimanê erebî de li ser asta yekê Ebd El-Cebar Hebîb, asta duduyan Ciwan Silo, asta sisiyan Senai Hacî.