Rojnameya Ronahî

Wergirtina pembo ji cotkaran dewam dike

Mihemed Xanim/ Qamişlo

Cîgirê Desteya Çandinî û Avdaniya ya bakur û rojhilatê Sûriyê diyar kir ku rojane nezî 2 hezar Ton pembo ji cotkaran tê wergirtin û got, girtina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve bû sedema sereke ya lawazbûna berhemê pembo.

Pembo, yek ji berhemên çandiniyê yên stratejîk li Sûriyê ye û ji ber giringiya berhemî vê di cîhanê de navê ’Zêrê Spî ’ lê hatiye kirin.  Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber gelek sedeman, bandoreke neyînî li çandina pembo bû. Lê ya herî zêde bandor lê kirî, kêmkirina rêjeya ava Firatê  ji aliyê dewleta Tirk a dagirker bû. Wekî ku tê zanîn jî pembo yek ji wan berheman ku bi kêmanî di salê de pêwîstiya wê bi 12 avdanan heye, da ku berhemê wê derkeve.

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di 15’ê Îlonê de, dest bi wergirtina berhemên pembû yên îsal kir û ji bo her kîloya pembo 4 hezar  û 300 lîreyên Sûrî hat destnîşan kirin. Wergirtina pembo ji cotkaran, li gorî mekanîzmeyekê pêk tê ku cotkar bê astengî berhemên xwe teslîm bikin. Herwiha  tedbîrên wergirtin, bi rêya wergirtina belgeyekê ji navendên çandinî ya herêmê û wêneyeke nasnameya kesayetî tên girtin. Xebatên wergirtine pembo ji cotkaran, piştî çavdêrkirina çiqasa berhem, lêkolînkirina nimûneyê wê ji aliyê pisporên navenda wergirtinê ve pêk tê, ji ber ku biha li gorî “Qalîte, şilbûn û paqijiyê” tê guhertin.

Derbarê mekanîzmaya wergirtina pembo ji cotkaran, Cîgirê Desteya Çandinî û Avdaniyê li bakur û rojhilatê Sûriyê Ehmed Yûnis ji me re axivî.

’Rojane nêzî 200 ton pembo tê wergirtin’

Yûnis Ehmed diyar kir ku di vê salê de, wergirtina pembû ji cotkaran di 5’ê Îlonê de dest pê kir û wiha got: “Rêveberiya Xweser ji bo wergirtina pembo ji cotkaran, li bakur û rojhilatê Sûriyê 3 navend nîşan kirin (Navenda Heskê ji bo cotkarê Herêma Cizîrê, Navenda Seba Kîlo li gundewarê Dêrazorê ji bo cotkarên herêma Dêrazorê  û navenda Reqayê ji bo cotkarên herêma Firatê ). Navenda hesekê rojanê nêzî 100 Ton pembo û Navenda Reqayê jî nêzî 900 Ton pembo ji cotkaran werdigre. Lê qaseya pembo ya ku ji Navenda Seba Kîlo ya Dêrazorê werdigre, pir kême.”

Yunus da xuyakirin ku pemboyê heta niha hatiye wergirtin qalîteya wê başe û wiha got: “Qalîteya pembûyê ku ji destpêkê heta îro ji cotkaran hatiye wergirtin,  pir başe. Ji ber ku heta niha hilbirîna yekem tê çinîn.  Piştî 15’ê Cotmehê û dema ku hilbirîna yekem bidawî bibe wê qalîteya pêmbo kêm bibe.

’Zeviyên ku isal bi pembo hatine çandin zêdeyî  500 hezar donimî ye’

Yûnis da zanîn ku Rêveberiya Çandinî û Avdaniyê, di çarçoveya planeke  ku 5 salan dirêj bike, dest bi kirîna pembo kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: ” Pembo jî wekî genim, ceh û tevaiya berhemên çandiniyê di plansaziya salane ya çandiniyê de, cih digire. Desteya Çandinî û Avdaniyê li gor derfetên xwe, pêdiviyên çandinya pembo radestî  cotkaran dike. Herwiha madeya  feromon li cotkaran belav dike, erka madeya feromon kêmkirina bikaranîna dermanên kîmyawî  û ji hole rakirina kurmê Qurnefîlê û Amerîkî, bêyî bikaranîna dermanên kîmyawî ye. Lê îsal hin pirsgirêk di belavkirina madeya mazotê de derket.  Sedema wê jî, zêdebûna zeviyên çandiniya pembo yên ji derveyî plana çandiniyê bûn.  Zeviyên ku îsal bi pembo hatine çandin, zêdeyî  500 hezar donimî ye. Di destpêkê de em rastî gelek pirsgirêkan hatin, lê îro me ji sedî 50 astengî û pirsgirêk derbas kirin.”

’Di pêşroje de wê alîkariya cotkaran bê dayîn’

Cîgirê Desteya Çandinî û Avdaniyê li bakur û rojhilatê Sûriyê Ehmed Yûnis  da zanîn ku pembo berhemeke stratîjîke û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku pembo berhemekî  stratejîk e, rastî gelek pirsgirêkan tê. Rêveberiya Çandinî û Avdaniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo derbaskirina astengan û çareserkirina pirsgirêkan û alîkariya cotkaran, gelek pirojeyan amade dike. Herwiha ji bo belavkirina mazot, tov û samadê,  gelek plan hatine dayîn. Rêveberiya Çandinî û Avdaniyê, cureya tovê pembo ya bi navê  ’Helebê 124’ tecrube dike û wê piştî du salan, li ser cotkaran belav bike.”