Rojnameya Ronahî

Zarokên kampa Waşokanî bi şanoyê êşa xwe pêşkêş dikin

Rojbîn Zagros/Hesekê

Bi destanên zarokatî û wêneyên ku di hişên wan de asê mane, zarokên kampa Wşokanî behsa xwe dikin û rastiya êşa xwe bi rêya şanoyê derdixînin. Herwiha hurgiliyên koçberiyê yên ku di jiyana wan de derbas bûne, pêşkêş dikin.

Zarokên Kampa waşokanî yên ku di êrişên ser bajarê Serê Kaniyê de bûn şahidê tevayiya bûyer û kiryarên hovavîtiyê, heta niha ev bûyer ji bîra wan naçe û bi riya şanoyê êşa xwe derdixînin. Sê sal di ser dagîrkirina bajarê wan de derbas dibin, lê hê jî kêliyên topbaranê û wêneyên şewatê, kuştinê, xwînê, parçeyên laş yên ku li erdê belav bûyîn, ji ber çavên wan neçûne.

Zarokan piştî ku ji bajarê xwe derketin û dûrî mal û rojên xwe yên xweş ketin, herwiha dûrî zarokatiya xwe jî ketin, xwestin tevayiya bûyerên ku di jiyana wan de derbas bûne, li kampê bi şanoyê bûyerên bi êş temsîl bikin.

Derbarê şanoyê de zarokên kampa Waşokanî yên ku tevlî şanoyê bûne ji me re axivîn û dan zanîn ku ew li Navenda Waşokanî ya Çand û Hunerê ya li kampê şanoya xwe pêşkêş dikin.

Bûyerên êşa xwe bi riya şanoyê pêşkêş dikin

Zaroka bi nav Beyan Mihemed Hemîd ya 13 salî ku di şanoyê de amade dibe da xuyakirin ku ew û şeş hevalên xwe bi hev re şanoyê pêşkê dikin û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku ez pir ji şano hez dikin, xwesteka min bû ku ez tevêlî şano bibin û di paşrojê de bibn lîstokvaneke şano ya xurt. Xwesteka min li kampê bi cih bû. Piştî ku em ji bajarê xwe dûr ketin û li kampa Waşokanî bi cih bûn, me xwest ku em bûyer û rojên herî bi êş bikin şano û pêşkêşî her kesî bikin. lewra ev bûyer ji bîra me nacin û weke êşeke bê dawî ne. Ji bo wê jî niha ez û hevalên xwe bi hev re vê şanoyê pêşkêş dikin.”

Beyan diyar kir ku di destpêkê de ew û hevalên xwe di binê konê xwe de kom dibûn û şanoyê pêşkêş dikir. Herwiha got, rojbiroj me asta xwe bi pêş dixist. Ji bo wê jî me ji Navenda Çand û Hunerê xwest ku em tevlî beşê şano bibin û şanoya pêşkêş bikin.

Beyan da zanîn ku ew rola dê di şanoyê de digre û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Rola dê di şanoyê de pir girêng e û bi êş e. Ji ber wê jî min xwest xihê wê bigrim. Di şanoyê de ez didim xuyakirin çawa ku dê di topbaranê de şehîd dike û zarokên wê li du wê dimînin. Hevalên min jî her yek cihekî di şanoyê de digre.”

Beyan Mihemed Hemîd di dawiya axaftina xwe de got, em bihêvîme em vegerin bajarê xwe, da ku em şanoya xwe li bajarê xwe berdewam bikin û şanoyeke nû li ser kêfxweşiya vegerê pêşkêş bikin.

Şano ji sê beşan pêk tê

Zaroka bi navê Fereh Elî Remedan ku ew jî tevlî şanoyê dibe bîr xist ku şanoya wan li ser sê beşan pêk tê û wiha pê da çû: “Beşê yekê li ser rojên xweş yên ku me li bajarê xwe qedandiye. Beşa duduyan jî behsa kêliyên topbaranê û koşberariya me dike, herwiha beşa dawî jî behsa rewşa me ya li kampê dike.”

`Em êş û bûyerên xwe vedigerînin`

Fereh Elî Remedan di dawiya de got, dema em şanoyê pêşkêş dikin hêsirê çavên me weke baranê dibarin. Lewra em êş û bûyerên xwe yên berê vedigerînin.