Rojnameya Ronahî

Pergala dewlet dijî hemû gelan e

Memed Serdar

Dîroka saziya dewlet, ji dewleta yekem ya Sûmeriyan heta roja îro dijî mirovayî û dijî gelan bûye. Ev taybetmendiyên weke sazî dewlet ji bingeha avabûna wî tê. Dewleta yekem û heta dewletên ku roja îro bi sedan hene, sedemê avabûna wan û hebûna  wan ji bo heman armancê ne. Tarz, rê, rêbaz û ûslûbê wan de gelek ferq û cûdayî hebin jî, dema xeteriyek li ser pergala dewletî hebe, ev ferq û cûdayî hemû li aliyek tê hiştin û dikevin parastina pargala dewletî.

Pênaseya dewletê rêberê gelan Rêber Apo pir baş kirîye lê, cardin eger em bînin bîra hev; Çîn a serdest ya civakê, ji bo parastin û pêşxistina berjewendiyên xwe, saziyek ku li hember civak avakiriye dewlet e. Yanî di encam de divê wiha bê fêmkirin ku dewlet derewên weke ‘sermayedar ji bo gel bixapînin dibêjin’, ne ji bo xizmeta gel hatiye avakirin. Erkê dewletê yê sereke ewe ku gel weke karker yan jî leşker ji bo parastina berjewendiyên sermayedaran bikarbîne û ji bo vê yekê hatiye avakirin.

Eger bi vê perspektîfê lê binerin, ew gazincên di nava gel de hene bê wate dimînin, ku gelek kes dibêjin; ‘rewşa gel ne başe, dewlet çima tedbîrên pêwîst nagire!’. Rewşa gel ne di xema îdareya dewletê de ye. Îdare yan jî desthilatdariya dewletê, tenê hewl dide ku desthilata xwe bidomîne.

Niha bi vê heqîqetê li dewletên herêmê binerin rewşa wan hinek kêm hinek zêde wek hatiyê gotin e. Dewleta Tirkiyê aloziyek mezin ya aborî jîyan dike. Bi milyonan gel di bin asta birçîbûnêde jiyan dikin. Bi milyonan cûwan rê digerin ku biçin derve. Lê ne xema desthilatdariya Tirkiyê ye. Carna ji ragihandinê yek pirs bike jî şefê faşîst Erdogan dibêje, ‘rewş başe çi pirsgirêk nîne’. Çîn a ku ew temsîl dikin rewşa wan başe raste. Lê gel li ser sergoyan xwarinê kom dikin.

Heman rewş li dewleta Sûrî jî tê jiyankirin. Li Sûrî dolar her roj bi îstîqrar bilind dîbe û bankê navendî pêwîstîyê mûdaxeleyê nabîne. Ji ber tebeqeya ew temsîl dikin rewşa wan başe. Lê gel bi ratibê ku digrin 3 roj nikarin jiyan bikin. Her wiha desthilatdariya Sûrî jî dibêje, rewş başe.

Ev her du dewletên kevnar û riziyayî di nava xwe de gelek pirsgirêk jiyan dikin. Li ser vê rewşê jî di nava şerekî dijwarde ne. Her du dewlet jî hem di nava xwe de di nava şerekî girande ne, hem jî derve de di nav şerde ne. Hember hevdû di asta herî jor de dijminayî dikin, ji bo welatê hevdû xirab bikin çi ji destê wan tê dikin. Lê dema xeteriyek yan jî bedîlek ji bo pergala dewletî pêş dikeve, ew nakokî û dijminayiya kûr dikarin deynin aliyekî û hember wê xeteriyê yan jî pergala bedîl cardin jî hevdîtin û îttîfaqan bikin.

Ev sekna wan ya dijî gelan û dijî exlaqê mirovayî eger beriya sed sal bihata jiyankirin, ji ber teknîk û teknolojî hîn pêş neketibû dikaribûn li gor keyfa xwe karê xwe bimeşînin. Lê niha her tevgereke wan ya ji rêzê jî heman kêliyêde cîhan hemû pê dihesin û rûreşiya wan her kes dibîne.

Rêjîma Sûrî û Tirkîye rûxmî ewqas gef û dijminayî bi fermî îlankirin ku dest bi hevdîtinan kirine. Ev her du rêjîmên ku hember gelê xwe pir hişk û dogmatîk bûn, çi çebû ku wiha zû her tiştek danîn aliyek û dora maseyek kom bûn. Diyare ku hêzeke mezin xeterî li ser pergala dewletî dît û bi yek talîmatek van herdû rejîmên kevneperest li dora maseyek kom kir.

Her wiha ew bi xwe diyarkirin ku hatina ser masê bi yek rojevek tenê ye. Ew rojev çîye? Weke ku di dîrokê de heta niha gelek caran hatiye jiyankirin, dijminên gelê Kurd eger rûxmî hemû nakokiyên xwe yê navxweyî tên cem hev kom dibin, rojev komployek dijî Kurd e.

Gelê Kurd û gelên herêmê hember komployan û hember hemû tevgerên dijminane xwe amade kirine. Lê hêz û rêjîmên ku di nava komployan de cîh digrin dive vê heqîqetê ber çav bigrin ku, piştî ev rojên teng derbas bûn, çawa bi van gelanre biratî û cîrantî bikin. Bi dijminê gelanre hevdîtin û îttîfaq bixwere qûtbûneke rûhî û fîzîkî bîne. Divê her kes hesabê xwe rast bike, poşmaniya dawî feyde nake.