Rojnameya Ronahî

Projeya çeksazkirina amûrên şaredariyan yên têkçûyî

Darîn Silê/Qamişlo

Rêvebera Projeya çeksazkirina amûrên têkçûyî Silava Tahir da zanîn ku projeya çeksazkirna amûran projeyeke mezin û serkeftî bû, ji bo xizmetguzariya herêmê jî pir bi sûde. Herwiha got, Emê hewl bidin projeyê berdewam bikin û projeyên bi vî rengî zêde bikin.

Projeyên ku ji aliyê Desteya Rêveberiya Xwecihî û Jîngehê ve tên pêkanîn, di xizmeta gelê herêmê û pêşxistina xizmetguzariyê de encameke baş didin. Îsal Desteyê gelek projeyên mezin û piçûk li herêmê pêk anî. Yek ji projeyên mezin ku di dema dawî de pêk hat çeksazkirina amûrên têkçûyê û şikestî bû, ku bi hevkariya Bernameya Firat Plas amûrên şaredariyê yên girêdayî paqijiyê û serfa sihî li ser asta herêma Cizîrê hatin çeksazkirin. Projeya sererastkirina mekanîzmayên şikestî li ser asta herêma Cezîrê pêk anî.

Projeyê 16`ê heyva Hizêranê dest pê kiribû û ser sê heyv û nîvan dewam kir. Tê de 120 amûrên wek (Bobgad û Tirêkis) ku ji 57 şaredariyên herêma Cizîrê hatibûn hilbijartin hatin çeksazkirin. Herwiha wê di dema bê de berdewamiya projeyê bê kirin, da ku amûrên xirab yên mayîn jî werin çeksazkirin.

Derbarê pêkanîna projeyê û armanca wê rêvebera Projeya çeksazkirina amûrên têkçûyî li ser asta herêma Cizîrê Silava Tahir ji me re axivî û da zanîn ku cara yekê projeyeke bi vî rengî li ser asta herêma Cizîrê tê pêkanîn.

`Armanc çeksazkirina amûrên Têkçûyî ye`

Silava diyar kir ku armanca projeyê ew e ku tevayiya amûrên têkçûyî werin çeksazkirin û bikevin xizmetê de û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku gelek amûr û makîneyên şaredariyên herêma Cizîrê xirab bibûn me pêwîstî bi projeyekê wisa dît. Piraniya amûrên girêdayî şaredariyên me xirab e bûbûn û derfetên me jî zêde nebûn ku em wan çeksaz bikin. Ji bo wê me bi hevkariya bernameya Firat Plas projeya xwe ya çeksazkirina amûran pêk anî. Me tevayiya amûrên xirab lêkolîn kir û jimara wan ragihand bernameyê. Di encama lêkolînê de diyar bû ku 300 amûrên me yên xirab hene. Lê di projeyê de 120 amûr tenê hatin çeksazkirin. Lewra pereyên ku ji bo projeyê hatibû hilbijartin têra tevayiya amûran nekir.”

Silava derbarê amûrên ku hatine çeksazkirin, destnîşan kir ku wan girîngî da amûrê paqijiyê û serf sihî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji be ku hertim di kar û xebatê de, herwiha di pêkanîna projeyên xwe de, me zehmetî di milê kêmbûna amûran de didît, me hewl da em van amûran çeksaz bikin. Da ku bikevin xizmetê de.”

`Di encama êrişên dagîrkeriyê de gelek amûr têkçûn`

Silava Tahir diyar kir ku piraniya amûrên wan di encama êrişên dewleta tirkî ya dagîrker de xirabe bûbûn û wiha pê da çû: “Amûrên şaredariya Til Temir, Dirbêsiyê û Zirgan ew yên herêî xirabe bûn, lewra êriş li ser van bajaran zêde ye û di encama êrişan de zirar pir li milê xizmetguzariyê hat kirin. Herwiha pêwîstiya van bajaran bi amûran jî heye. Ji bo me hewl da ku amûrên van bajaran bi giştî çeksaz bikin.”

`Emê projeyê berdewam bikin`

Silava da zanîn ku pereyên ji bo projeyê hatibûn veqetandin têra çeksazkirina 300 amûrî edikir û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Projeya me mezin û berfirehe. Lê ji ber ku pere têrê nedikir me 120 amûr çeksaz kirin. Amûrên mayîn jî di dema bê de emê çareke din dest bi projeyê bikin û berdewamiya çeksazkirina wan bikin. Ji bo wê jî niha em li benda erêkirina bernameya Firatin, da ku em projeyê sê heyvên din dirêj bikin û dest bi çeksazkirina amûrên mayîn bikin.”

Silava da xuyakirin ku amûr li herdû rawesgehên erebeyan ya Qamişlo û Hesekê hatin çeksazkirin û got, piştî ku çeksazkirin bi dawî bû, tevayiya amûran li şaredariyan hetin belavkirin.

Zehmetî û astengiyên di projeyê de hatin dîtin

Silava behsa zehmetiyên ku bi wan re derbas dibin kir û wiha got: “Em herî zêde zehmetiyan di milê peydekirina parçeyên amûran de dibînin. Lewra piraniya amûrên me yên endezyarî û elektrîkî ne û parçeyên wan jî li pîşesaziya Qamişlo peyda nabin. Ji bo wê jî em neçar bûn ku parçeyan ji milê Heleb, Minbic û başûrê Kurdistanê peyda bikin. Ev jî pereyên zêde û demê me dibir.”

`Projeyeke mezin û serkeftî bû`

Rêvebera Projeya çeksazkirina amûrên têkçûyî li ser asta herêma Cizîrê Silava Tahir di dawiya axaftiana xwe de got, projeyeya çeksazkirna amûran projeyeke mezin serkeftî bû, herwiha ji bo xizmetguzariya herêmê jî pir bi sûde. Emê hewl bidin projeyê çareke din berdewam bikin û projeyên bi vî rengî zêde bikin. da ku xizmetguzarî li herêmê hê zêdetir bi pêş bikeve.