Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

DAIŞ û Erdogan

16/10/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
4’ê Nîsanê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

 

Piştî pêla Bihara Gelan di sala 2011’an de gihîşt Sûriyê, hemû rêxistinên cîhadî turikê xwe dan ser milê xwe,  berê xwe dane Rojhilata Navîn. Li ser berjewendiyên siyasî û şexsî li hev nekirin, parçe parçe bûn. Carna jî hin hêzan-dewletan ji bo berjewendiyên xwe ew ji hev qût kirin. Kê navek dît ji xwe re rêxistinek ava kir.

 

Ji van rêxistinan yek jî, DAIŞ bû. Rêxistinek, organîzasyonek bi vî rengî di sala 2014’an de ket rojeva cîhanê. Her çiqas 15’ê cotmeha 2006’an li parêzgeha Iraqê Enbarê bi navê “Dewleta Îslamî li Iraqê” hatibe avakirin jî, esas wek DAIŞ bi nav kirin, di sala 2014’an de bû.

 

Di nîsana sala 2010’an de, Omer el-Bexdadî ku xwe wek emîrê DAIŞ’ê ragihandibû, hat kuştin û li şûna wî Ebû Bekir el-Bexdadî wek xelîfe hat diyarkirin. Em ê behsa hovîtiya vê rêxistinê nekin. Em ê ev rêxistin sibê dikare çi bike, li ser vê yekê hinek kûr bibin.

 

Derbarê kiryarên DAIŞ’ê de hin pirs:

 

– Serokê DAIŞ’ê Ebûbekir Bexdadî dema ku li Iraqê di zîndanê de bû, kê pêre hevdîtin kir û çima ew serbest berdan?

 

– 4’ê Hezîrana 2014’an, nûçeyek mohra xwe li rojevê xist. Li gorî nûçeya rojnameya Ozgur Gundemê, roja 1`ê Hezîranê, li paytexta Urdun Ammanê, civîneke veşartî hatiye lidarxistin. Yên beşdarî civînê bûne jî nûnerê Amerîka, Israîl, Erebistana Sûdî û Tirkiye bûn. DAIŞ vê civînê de  hat erkdarkirin gelo? Çi sedemî ev dewlet hatin cem hev?

 

– Dema DAIŞ di çileya 2014’an de ket Reqqayê û dest danî ser hemû çek û cebilxaneya wir. Wê demê hêzên koalîsyonê, Amerîka û Rûsya li ku derê bûn û çima midaxle nekirin?

 

– DAIŞ bi çek û hêza ku ji Reqqayê girt, di 10’ê Hezîrana 2014’an berê xwe da Mûsilê. Dema ket Mûsilê hêzên Iraqê vekişiyabûn yek çek jî bi xwe re nebiribûn û ji wan re hiştibûn. Bi aweyekî bi merasimek hatin pêşwazîkirin. Iraq’ê li ser daxwaza kê ev der radestî wan kir?

 

-Ez ê behsa di 3’ye Tebaxê, dagirkirin û komkujiya Şengalê jî nekim!

– DAIŞ di 15’ê îlonê de ber bi Kobanê bi rê ket, dagir kir û piştî bedelên mezin şervanên kurd çawa bersiv dan û ew der bû destpêka dawiyê. Çima koalîsyon heta kêliyên dawî sekinî?

 

– Lê ez ê behs bikim ku piştî têkçûna DAIŞ’ê ji bo darizandina wan tu gav nehat avetin. Gelo tirsiyan? Gelo, di pêvajoya darizandinên de sûcên hin aliyan wê deşîfre bibûya?

 

Ji bo vê yekê metirsî û hin şik û şupheyên me hene. Ev DAIŞ ji kokê nehat tunekirin. Hin hêzên wan ê veşartî hene. Van hêzên veşartî li Reqqa û li Dêrazorê dibin erdê de yan jî li daristanan veşartî nînin. Ev hêz li Tirkiyê li Stenbolê, li malîkaneyan an jî li resîdasan dijîn. Li benda fermana Erdogan ya rojekê ne.

 

Em nizanin wê Erdogan vana kengî bixe nav tevgerê. Lê dema ku em li pêvajoya hilbijartinên 1’ê Mijdarê  komkujiyên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hatin dinêrin, hilbijartinên sala 2023’yan tên berçavê me!

 

Çima em texmîn dikin? Ji ber ku di sala 2015’an di 7’ê Hezîranê de têkçûneke mezin jiya û ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê pêdiviya wî bi serkeftinek hebû û rabû serî li rêbazê komkujiyan da.

Haa, hûnê bibêjin hêzên koalîsyonê, Amerîka  û Rûsya wê midaxle bikin. Na!.. Çima na? bersiv li jor rêzkirîne.

 

Nizanim lê dibe van dewletan tehdît kiribe. Dibe ku teqînên li Fransa û deverên din bi bîra wan xistibe û wan jî erê kiribe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.