Rojnameya Ronahî

`Êrişên dewleta Tirk ya dagirker yên ser Kurdistanê têkçûna siyseta wê eşker dike`

Mihmed Xanim/ Qamişlo

Roşîn Mûsa diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ya dagirker tevayiya Kurdan dike hedef û get, bila kes xwe nexapîne, dewleta Tirk dijminê tevayiya Kurdan û eger qadên gerîla dagîr bike wê kurdan qir bike.

 

Dewleta tirk ya dagirker bi salane ku tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocelan dide meşand. Li gêleka tecrîdê şrekê dijwar li tevaiya qadên ku şervanên azadiya Kurdistanê û gelên azadîxwaz lê hene birêve dibe. Di demên dawî de Ji ber têkçûna artêşa wê, li ser destên gerîlayên azadiyê, dagîrkeriya tirk li dijî qadên gerelayan çekên kîmyawî û nokklerî bikar tîne. Dagirkerî li her derê kurdistanê têkoşerên Kurd dike armanc, ev jî bi hevkariya xayîn û sîxuran pêk tê.

Derbarê êriş û kiryarên dewleta tirk ya dagîrker yên li dijî gelê Kurd, endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Roşîn Mûsa ji me re axivî.

Roşîn Mûsa diyar kir ku ji ber têkçûna siyaseta dewleta tirk wê êrişên xwe yên ser tevayiya Kurdistanê zêde kirine û wiha got: “Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê ne tenê hedefkirina partiyekê ye. Armanc dagirkirina hemû Kurdistanê ye. Divê li her derê destkeftiyên Kurdan bên parastin. Dewleta Tirk ne tenê PKK’ê dike hedef. Çiqas destkeftiyên li Başûr, Bakur, Rojava û Dîasporayê hene dike hedef. Dixwazin Impratoriya Osmanî ji nû ve vejîn bikin.”

Roşîn da zanîn ku tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin û zêdebûna êrişên dagirkeriya tiurk yên ser Tevgera Azadiyê isbat dike ku siyaseta dewleta tirk ya dagirker tê diçe û wiha got: “Tecrîda giran ya ser Rêber Apo û zêdebûna êrişên dagîrkeriya tirk yên ser qadên gerîla iflasa siyaseta dewleta tirk eşkere dike. Ji ber ku atêşa tirk ya dagirker li hemberî berxwedana gerîla têk ndiçe, dagîrkerî  li pêş çavên hikumeta Îraq, hikumeta başûrê Kurdistanê û tevayiya cîhanê çekên nokklerî û kîmyawî li dijî qadên gerîla bikar tîne. Tevî ku HPG`ê bi dîmenan êrişên dewleta tirk ya dagirker yên bi çekjên noklerî isbat kir, lê cîhan xwe bêdeng dike. Têkoşîna gerîla di asta herî jor de û derbeyên giran li dagirkeriyê dide. Ji her demê zêdetir pêwîstî bi çalakiyên Şermezarkirina kiryarên dewleta tirk ya dagirker heye.”

Roşîn Mûsa da zanîn ku ji bo eşkerekirina kiryarên dewleta tirk ya dagirker, di vê demê de  hiqûqnas û rewşenbîran pir girîng û wiha got: “Pêwîste hiquqnas, rewşenbîr û tevaiya Kurd li dijî êrişên dagîrkeriya tirkî xwepêşandana li dar bixin.  çalakiyên civaka sivîl ji bo eşkerkirina sûcên dewleta tirk ya dagirker pir girînge. Hêzên navnetewyî perpiesyarên êrişên dewleta tirk yên ser Kurdan û tecrîda li ser Rêber Apo ne, Emê hisab ji wan jî bixwazin.”

Roşîn Mûsa diyar kir ku dewleta tirk şerê Ukranya kir fersend û her çar parçeyên Kurdistanê kiriye hedef û wiha got: ” Dewleta tirk a dagirker her fersendê destkeftiyên gelê kurd dike hedef. Di vê demê de divê hemû destkeftiyên di destê kurdan de ji bo azadiya Kurdistanê bê seferberkirin. Cîhan li ber êrîşên li ser Mexmûr, Şengal û Rojava û qadên gerîla bêdeng e. Li ber êrîşên kîmyewî bêdeng in. Şerê dewleta tirk a li ser kurdan dike, qetlîame. Ji bo ev bêdengiya cîhanê bi dawî bibe, divê kurd têkoşîn û dengê xwe bilindtir bike. Ji bo vê jî divê kurd bibin yek. PDK a malbata Barzanî nûnertiya dagîrkeriya tirk dike. Îro li gel dewleta tirk e. Siyaseta navneteweyî destekê dide PDK’ê û dewleta tirk. Ya vê girêkorê çareser bike gelê kurd e. Partiyên siyasî yên nûnertiya vê dike, hemû hêzên ku di nava lêgerîna azadî û demokrasî û dîsa gelê kurd in.”

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Roşîn Mûsa axaftina xwe wiha qedand: “Bila kes xwe nexapîne. Eger ku bi ser bikevin, wê gav bi gav Başûrê Krudistanê dagir bikin. Di hedefê de Mûsil, Kerkûk û Bexda heye. Îran jî wê nesekine, wê bixwaze parçeyek bistîne. Yek ji hedefa wan herêma Çemçemal a di bin kontrola YNK’ê de ye. Divê her kes li dijî êrîşê be, xeteriyê bibîne. Her tişt di bin gefê de ye. Ji bo vî şerî vala derbixin divê di nava tevgerê de bin. Ev hêz û derfetê me heye.”