Rojnameya Ronahî

Hevserokê FEDA’yê: Dixwazin Elewîtiyê bi ‘Îslam a desthilatdar’ ve bikin

Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîk destnîşan kir ku biryara avakirina Serokatiya Cemxaneyê biryareke destwerdana dewletê ya nijadperest, tekperest û înkarê ye, ku wê di nava baweriya Elewiyan de bibe sedema qirkirina çandî, bawerî û siyasî.

Hevserokê Komeleya Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Demîr Çelîk biryara Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a li ser Elewîtiyê ku dixwaze di bin sîwana Wezareta Çand û Tûrîzmê de Serokatiya Cemxane û Çanda Elewî Bektaşî ava bike, ji ANF’ê re nirxand. Demîr Çelîk anî ziman ku ev biryar gavek ji bo dûrxistina Elewiyan a ji baweriya xwe ye û destnîşan kir, bi vî rengî hewl didin baweriya Elewîtiyê ji rastiya xwe derxîne, bi ola dewletê, bi ‘Îslama desthilatdariyê’ ve bikin.

Çelîk diyar kir, bi avakirina Serokatiya Cemxane û Çanda Elewî Bektaşî ya ser bi Wezareta Çandê re wê ferz bikin ku Elewîtî baweriyek nîne, tenê şîroveyeke çandî ya Îslamê ye û wiha dewam kir, “Bi rêya hin Elewiyên ku serê xwe li ber desthilatdarî û dewletê tewandine, wê welê nîşan bidin ku bersivê didin hin daxwazên ji rêzê yên Elewiyan. Sazî û rêxistinên Elewiyan ên serî natewînin û li ber xwe didin jî wê terorîze bikin û ji hev belav bikin. Wê li ser Elewiyan ferz bikin ku bi ola dewletê ve bêne girêdan, wê sûfîzmê ferz bikin.”

Demîr Çelîk ragihand ku hin saziyên Elewiyan vê biryarê weke “danîna qeyûman li ser cemxaneyan” pênase dikin, lê belê ev yek tespîteke têrker nîne û got, tayînkirina qeyûman kiryareke demkî ye, lê belê ev biryar destwerdana dewleta nijadperest, înkar û tekperest e ku wê di nava baweriya Elewiyan de bibe sedema qirkirina çandî, bawerî û siyasî ya giran.

 

‘Wê mezheba îslama desthilatdar ferz bikin`

 

Çelîk destnîşan kir ku divê mirov û saziyên Elewî zanibin ew di pêvajoyeke gelekî zehmet de ne, lazim e bi vê têgihiştinê tevbigerin û got, “Tişta ku desthilatdarî, dewlet dixwaze bike ew e ku bi rêya Serokatiya Karên Diyanetê destwerdanên civakî, bawerî, çandî, siyasî û îdeolojîk e. Mejiyê înkarê yê ku hewl dide Îslam a Çandî veguherîne ola dewletê, wê li ser baweriya Elewîtiyê jî mezhebbûyîna Îslam a desthilatdariyê, ol a dewletê ferz bike.”

 

‘Ditirsin ku bi tyevgera kurd re tevbigerin`

 

Çelîk ragihand ku Erdogan û desthilatdariya AKP’ê pragmatîst e, bi hesabê hilbijartinê vê gavê diavêje û got, “Dewlet ji rêxistiniya berfireh û xurt a Elewiyan aciz e. Gelekî ditirse ku di vê demê de tevgera Elewî bi tevgera siyasî ya Kurd re tevbigere. Bi dîtina min ev biryar destwerdanek, gavek ji bo astengkirina nêzîkbûna li hev a van herdu dînamîkên bingehîn e.” -ANHA